CÎHAN ROJ
Baran Zeydanlıoğlu di 22yê Adarê de, di postek xwe a medya civakî de behsa Mehmûd El-Kurdî kir. Hesabê "Xanî@Khosrow004" jî ev agahî wekî post belavkirîye: "
"Sylvia Auld tarafından Edinburgh Üniversitesi için hazırlanmış "Renaissance Venice, Islam and Mahmud the Kurd e (2004) "adlı bu eserde 15. yüzyılda yaşamış özellikle metal işçiliği ve tasarımlarıyla tanınan Kürt zanaatkar Mahmud el Kurdi'nin eserlerinden de bahsedilmiştir." *
Li pey lêgerînek di qada dîjîtal de, hay ji huner, hostatî û sinetkariya Mehmûd El-Kurdî çêbûm û lê fikirîm, wekî agahiyên gelemperî, kurteyek ji jiyana wî li vir daynim ku hêvîdar im hunermendên kurd, xwendekarên wê qadê, demên pêş de,bi lêkolîn û tezên xwe Mehmûd El-Kurdî di hunera kurd de bes bînin rojevê. Pirtûka derheq wî de hatîye nivîsîn li Kurdî were wergerandin û 12-13 xebatên wî ger derfet hebin, wekî katalog werin weşandin.
Em di edebîyat û hunera xwe de her balê didin mîrate, bîr û rehan. Mehmûed El-Kurdî yek ji wan mîrateyên hêja ye. Fîgûr û portreyên wekî wî hostayî, wê bibin sebebê gengêşî, xebat û geşedanan ku Mehmûd El Kurdî tenê ne zana û sinetker û fîgûrek pir balkêş bûye, ew pirek hunerî ya di navbera Rojhilat û Rojava de bûye ku bi îmzeya Kurdî hatiye nasîn û cîyê xwe di hunera cîhanê de dîtiye.
Aniha, agahîyên ku hişê çêkirî danehev li vir parve dikim:
Li ser bergê tepsiyeke dor a bi îmzeya Mehmûdê Kurdî heye: li ser zemînekî tarî bi kakmayên zêr û zîv, bi motîfên nebatî, medalyon û nivîsên Erebî xemilandî – yek ji berhemên herî navdar ên wî.Berhemên Wî
- Hejmara berhemên bi îmze: 13 (di hin çavkaniyan de 10-13). Ji van 12’an bi temamî îmze kiriye (“mu’allim mahmud al kurdi” = Usta Mehmûdê Kurd) bi herfên Erebî û Latînî; yek jê bê “el-Kurdi” ye.
- Cureyên berheman: Tepsî (salver/tray), qutî (box), îbrîk (ewer/pitcher), kase, plakayên bi medalyon. Pirinç bi kakmayên zîv û zêr.
- Mînakên navdar:
- Louvre (Parîs): Îbrîka qehweyê ya Kurdî ya bi motîfa tavûsê (tavûs di çanda Êzidî de pîroz e).
- V&A Museum (London), British Museum, Hermitage (St. Petersburg), Courtauld Gallery û hwd. berhemên wî hene.
- Qutiyên hilanînê, îbrîk û tepsiyên bi formên cuda.
*"Di vê berhema bi navê Renaissance Venice, Islam and Mahmud the Kurd e (2004) – ku ji aliyê Sylvia Auld ve ji bo Zanîngeha Edinburghê hatiye amadekirin de, ji berhemên sinetkar û hunermendê Kurd ê sedsala 15'an Mahmud el-Kurdî yê ku bi taybetî bi karê metal û sêwirînên xwe, tê naskirin jî tê behskirin."



Yorumlar
Yorum Gönder