CÎHAN ROJ
Ehmedê Huseynî, di bi kar anîna zimên de, keskesora ruhê Kurdî û ruhê qelema xwe çêkiriye. Li pey Cîgerxwîn û şayîrên wekî Fêrîkê Ûsiv, Ehmedê Huseynî ew şayîr e ku têkiliyek pir xurt a hunerane bi Kurdî re danîye. Alî sazkirina mehnê û ahenga Kurdî ve, helbestên wî xwendevanên xwe, bi xwezaya xwe ya balkêş û watedar re, bi rê dixin.
Huseynî bi şêwaza xwe, bi bi kar anîna Kurdî, bi têkiliya ruhî a kûr û bi estetîka şîyîra xwe, çîyayê ruhê xwe û Kurdî çêkiriye...
Di sala 2009an de, ji bo bernameyê ez çûbûm Amedê. Li hewşa Kerwansarayê, ji êvarê heya derengî şevê ez û wî bi sohbet bûn. Huseynî mirovek bi ûsil, guhdarek têra xwe kûr û jîr bû; bi pirsên xwe ên watedar rê li sohbetê vedikirin, sohbetê kûrtir, watedartir û xweştir dikir. Her pirsa wî merivan dibir erdnîgarî, jiyan û êş û çîrokên dîroka me... Ew di ciyê xwe de giran bû, wî dinivîsî, xwe ji hêwirze, durişme û qalibên zimanê rojane dûr digirt.
Edebîyata dunyayê de fîgûr bi afirînerî, feraset, serkeftin û tabetiyên metnên xwe nav digirin. Louis Aragon Komînîst û azadîxwaz bû. Ezra Pound yek ji şoreşgerên herî mezin ên helbesta modern e ku helbesta imagîst pêş xist, û bandor li T.S. Eliot, li James Joyce û gelekên din kir. Lê ew bi awayekî eşkere faşîst bû; piştgiriya Mussolini kirîye. Di helbesta cîhanê de her du jî bi helbesta xwe, bi taybetî û serkeftina helbesta xwe û afirîneriya xwe navdar in, bi hurmet têne pêşwazîkirin. Xwendevan fikir û dîtinên wan ên îdeolojîk dernaxe pêş, pêşdaraziyên xwe yên hestiyarî ên îdeolojîk an jî şexsî nadin pêş taybetiyên afirîneriya wan.
Xwendevanên Kurdî bi fikir û dîtinên xwe ên di jiyanê de her li ser çi sekn û nihêrînê bin jî, wê di şîyîrên Huseynî de, exlebe yên hezkirinê de, ew ê bêjin, Huseynî şayîrê reng û deng û olana şîyîra Kurdî ye.
Ger di demên pêş de, li ser helbesta Kurmancî a sî salên dawî alî ziman, afirînerî û zindîkîrina zimên, azadkirina peyvê ve lêkolîn werin kirin, bêguman, kesê herî berbiçav yê derkeve pêş yek jê wê Ehmedê Huseynî be ku derê pêşberî lêkoleran. Peyv di şîyîrên wî de, hêşpêlî, serberadayî û ew qas delodîn û ruhgerm in...
Huseynî, qasî bagera peyvên xwe, xwendevanên xwe her dibe çîyayên hêvî û xeyalên helbesta xwe...
Ew bi şîyîr bi dilsozî, dostanîya xwe, yek ji çîyayê bi gul û gulsosinan e.
Fot: Rudaw

Yorumlar
Yorum Gönder