CÎHAN ROJ
Peyva modernîzmê her li ser zar û ziman e lê ji analîzan, ji nirxandinan hez nake.Her li bendê ye gotinên hestiyar ên ajîteyî, manîpûleyî bibihîze çimkî xwe bi wî awayî înşa kirîye; pesin daye, hewl nedaye bi metnê re bimeşe; qalib û rabêj, azînên sazî û desthilatiyên piçûk ên wekî axatî, şêxtî û burokrasiyê xweş hîn bûye; bi gotinên herî avî,çavşilekî, bi hestiyarî û pesnên manîpûleyî birêvebirin, bi qîreqîr û bîrxistina mexsedên herî biteys coşandina girseyan... Îstîsmara hest û 'rewşên saf'! Mixabin meriv kare di karwaniya edebîyata bakur de, tesîr û dîmenên wisa bibîne!
Wexta ku kesin li ser esasên edebî, ilmî, bi nirxandin, bi analîz, bi rê û rêzikan, bi mînak û delîlan rewşê îfşa dikin, tiştinan bi bîr dixin, wê wextê jî yan bi paşgotinî, yan bi gef û bi bêîtibarkirinê, an jî wekî dek û dolabên desthilatiyan... Ew fîgûrên derî edebîyatê xwe înşa kiribin an jî hatibin înşakirin, li eslê sekna xwe vedigerin, "xwe dijîn", bi awayek bêeman diqilqilin!
Qilqilîn, hewldana zêdezor, a hewla xwenîşandanê ne çare ye; çare mitewazîbûn, azadî, esasên edebîne ku meriv nebin birçîyê navê xwe, meriv li edebîyata xwe mukir were da ku metna xwe xurttir bike, an jî, bi pey afirîneriyê bikeve, metnê nû biafirîne, wê wextê hurmet û navdayîna merivan her mayînde dibe, çimkî di edebîyatê de ne pêvajo û hin merhele, metnên mayînde esas in!
Hadê meriv dikare ji rewşan, ji pêvajoyan, ji taybetiyên qonaxan hin fîgûrên di wî halî de tolere bike lê di hin lêkolîn, tez û nirxandinên qada akademîk de jî meriv hesasîyetekê dibîne ku hin lêkoler an jî fîgûrên qada akademîk, naxwazin derkevin derî wê rewşa "hestiyar", wekî bi xema hin tiştan bin tevdigerin, xwe ji analîz û nirxandinên edebî ên objektîf û kûr dikin, wekî nexwestibin, destê xwe şil û pil kin, kesî 'aciz' bikin!
Ya herî balkêş pirsên sotîner ên afirîner û cuda ji metnan nayên kirin ku tez û xebat bibin sebebê nûbûnê! Rewş, ji karwaniyên sîyasetê, vê îfadeyê tîne bîra meriv: 'pêvajo hesas e'. Ew îfade ketibû/ketiye halek wisa ku rewş hesas ba jî ne hesas ba jî, carna, ne xem bû, bo hin mexsed û kêmaniyan heta dibû hincet jî!
Helbet pirs neyên kirin jî wê pirsên xwendevanan bo wan û metnên bûne mijar wê hebin ku xwendevan her wextê li benda seknên ilmî ne, li benda pirsan in! Heya ciyekî, romantîkbûn tê fêhmkirin lê ji wê astê wêdetir, wê metna lêkolînî bişibe metna mijara lêkolînê!
Carna meriv hîs dike ku lêkoler, ji bo bîne hişê xwendevan ku bê metna kîjan" meşhûrî" dinirxîne hewl daye! Metna ku bijartîye tê de mexsedek veşarî tê dîtin çimkî têkiliyek pêşqebûlî ya hestiyar di navbera xwe û metna mijara lêkolînê de çêkirîye û bi awayek derûnî, ji analîz û bîrxistina hin hûrguliyên edebî, ilmî dûr sekinîye!
Lê em ji xebatên akademîk û ên edebîyata dunyayê dizanin ku qasî metnên meşhûran, metnê ne meşhûr, ên ne li navend û populer in jî, bo tez lêkoler û analîzên akademîk bûne mijar û heta nirxandina wan metnan,bêhtir, bi awayek balkêş bûne sebeb, rê li ber qeleman, edebîyatê bêhtir vebe!
Di nivîsek bi sohbet a bi vî awayî de, pirsek têra xwe basît, sade, ewqas jî balkêş dipirsim:
Heya niha berhemên gelek kesên di edbeîyata bakur de meşhûr li Tirkî hatine wergerandin. Gelo çima lêkoler an jî xebatên akademîk ji bo xwe nekirin mereq û nepirsîn ka ew berhemên li bakur meşhûr, ka bi wergerê re, di edebîyata tirk de, pêrgî çi bertekî û eleqeyê hatin?
Helbet rewşên polîtik dikarin bibin sebeb, heya ciyekî, tesîrên erênî û neyî qewimîbin lê em nikarin tenê li ser wê dîyardeyê her tiştî safî bikin, sebebên dîtir jî hene helbet! Ka em bo medya li navend û rewşên dîtir, rê bidin ku naxwazin her metna kurdî were dîtin lê ger bi tenê ew were gotin, dibe hincet çimkî metnên li Tirkî hatine weregrandin ji alî medya çepgir, an jî a mixalîf ve, (piranî ew kurd bin jî) ew berhemên li Tirkî hatine wergerandin ên kesên "meşhûr" hatine dîtin, li ser wan nivîs jî hatine nivîsîn lê girseya xwendevaniya çepgir, demokrat an jî mixalîf jî eleqe rê wan berehman neda, gelo çima? Ma ne wext e ku pirsên cuda, ên metnê û edebîyatê esas digirin were pirsîn? Çima em qêmîşê "edebîyata xwe" nakin? Hadê nivîskar û şayîr ji halê xwe razî ne lê xwendevaniya bi îdîa çima pirsên edebî ên acizker nakin? Carna dibim şahid hin xwendevanên bes bi îdîa, bi awayek derûnî, bi "meşhûrbûna " romanûs an jî şayîrê xwe" re, hîs û sekana xwe kiriye yek! Pir balkêş e, wekî têkiliya bi taximek fûtbolê re tatmînek, îdîaya hebûnek "edebî" dijî ji lewre wexta kes rexne li "meşhûrên" wî digirin, bêhay be jî, tirsek, xemek derheq hebûna xwe a "edebî" de dijî!
Bêyî xem, bêyî hêriş û tirs û hewlên dûrî edebîyatê, bi awayek fesîh, bi gengêşîyên edebî, bi lixwemukirhatin û lêgerînên cuda, bi hêvî û bixwebawerkirinê re, em ê karibin cilên edebîyata xwe, di demsala biharê de, biavêjin derve, ew li ber hewa û tavê bêhnxweş be, em ê ji kêmaniyan netirsin, bêhtir bi ser kêmaniyan de biçin, bila rewşên pûtî bişkên û ciwanî, rê û seknên cuda ên afirîner, yên nû ,di edebîyata me de, bibin mijar... Em neçar nebînin ji ber dubarebûn û xwedubarekirinên derafirîneriyê bêjin,'Werin modernîzmê!' Werin edebîyatê!Em bira bira esasên modernîte û modernîzê, ên hemdemiyê hem bixwe hezim bikin bijîn hem jî di edebîyata xwe de hêvî bikin!
Modernîzm wekî di edebîyata me de bûbe Pira Siratê!
Tevî arîşe û kêmaniyan jî edebîyata kurdî ya Bakur xwedî potansiyeleke mezin e; zimanê wê dewlemend e, folklora wê zindî û zengîn e, tecrûbeya wê ya siyasî, nêrîtî... kûr e. Ev potansiyel tenê bi azadiya rexneyê, bi pirsên acizker, bi ceribandinên nû, bi mukirhatina kêmasiyan dikare bibe rê û kana pêşveçûnê.
Yorumlar
Yorum Gönder