ROMANÛSIYA YAŞAR KEMAL Û ROMANA KURD

 CÎHAN ROJ


11 sal bi ser mirina Yaşar Kemal ketîye. DÎTAV  bo bîranîna wî panelekê lidardixe. Wexta min afîş dît min xwest çend gotinan lê bikim . 
Helbet her xebat û çalakiya derheq Yaşar Kemal de muhîm e. Bo bîranîna Yaşar Kemal tevlîbûna dengêjekî têra xwe bi mehne ye lê ne bes e, Yaşar Kemal bi romanûsiya xwe, bi têkiliyên çavkaniyên romanûsiya xwe, bi zemîn û paşxaneya zengînbûna di romanên xwe de, bo wêje û romanûsuya Kurd bi awayek taybet fîgûrek pir û pir balkêş e. Klîşe û sekanên dûrî sekanên wêjeyê, an jî hin hêvî û rexneyên zêde hestiyar gerek nebin sebeb ku hostayek romanûsiyê yê wekî Yaşar Kemal ji gelek aliyan ve bo wêjeya me nebe mereq û gelek pirsên esas û muhîm neyên kirin; sazi û weqf û eleqedarên qada çand û wêjeyê; romanûsiya Yaşar Kemal, çavkaniyên romanûsiya wî, çavkaniyên zengîniya romanûsiya wî, zimanê wî yê romanê û exlebe çavkaniyên şêwaza wî tenê bes e taqet û sebebên zengînbûna û xweserîbûna romana wî bi dosya, panel û gelek lêkolînan bikeve rojeva wêje û romanûsiya me. Min di nivîsên xwe de lêkiribû, çavkaniyên şêwaza wî bo romana me jî wekî pûsûlayekê ne!

Hostayek wekî wî, carna tenê bi xebateke xwe dikarin û karibûne bo Kurdî tiştên pir muhîm bikin. Yaşar Kemal li gorî şert û mercên xwe tiştên muhîm bo Kurdî jî kirin e; ger em serê xwe pê re biêşînin, bigengêşên, lêbikolin em ê bibînin bê ka wî çi kiriye, çawa bi pey ketîye Kurdî biparêze! Erê bi Kurdî nenivîsîye lê Kurdî û çavkaniyên Kurdî ji xwe re kirine xem û balê daye hûrguliyên pir muhîm. Ew romanûsê wêjeya tirk e lê di heman demê de çavkanî û pirtûkxaneyeke pir muhîm e bo wêjeya Kurd. Wî Evdalê Zeynikê wekî Homerosê Kurd bi nav kir.Ev tê çi mehnê? Gelo me ji xwe re kir derd ku mehna wê çî ye?
 Wekî romanûsek kurd, min meşa wî ya edebî, sekanên wî û cîhana romanûsiya wî, xebatên wî her bo xwe kir mereq. Cîhanek bi navê cîhana romana Yaşar Kemal heye, bi xwendina romanên wî re em wê jîyanê dijîn û pê re,  em çendî cîhanan xeyal dikin. Romanên wî bexçên hêvîyê ne.
 Ez Yaşar Kemal bi hurmet û bi mihnet bi bîr tînim.





Yorumlar