CÎHAN ROJ
muhîmbûn ne di naveroka fikran de ye
fikir di samîmiyetê de tov û naverok e
tu çi difikirî, tu çi karî dikî, tu li ku yî...
ev hemû ji azadiya te ya şexsî tên
lê ya esas ew e
gelo tu li ser rêya xwe
bi xewn û xeyal, bi stran û fîkandin dimeşî
yan bêdeng û bê ruh qereperê hev dibî û rê li xwe wenda dikî...
bibe bayê hênik ku pelên dilê te dihejîne
bibe pelê gotinên azadiyê ku bi bayê re diherike
bibe sewta deng, bibe stran, bibe fîkandina wê rêyê
heya ku rê ji te bêhtir bifikîne...
rêya her kesî heya xeyalekê diçe
hin bagerên xedar ên çilê zivistanê ne
hin xwe li avşînên okyanûsan girtin e
hin li geliyên biharan kon vedigirin
û hin jî xwe li konên xeyalîstanê girtin e
nav li rêyan nekebila rê ji bo te li navên temaşe bigerehere, heya ro li xeyalên te çû avavegere û were, heya dilê te li royê hilhat...tu difîkînî nafikînî tu û kêfa xwe nelê kilamekê ji bîr neke li ser rêyekêwê kilamê bide xatirê azadiyê ku kesî dawî li wê rê neanîye...

Yorumlar
Yorum Gönder