CÎHAN ROJ
Edebîyata Kurdî ya devkî,
bi zengîniya xwe, hîn jî li ser zar û ziman, li ser nivîsê, wekî çemê ku ji çavkaniyên
çiyayên bilind de hatibe, diherike...
Welatê Serhedê jî di vê
zengîniyê de cîhekî taybet digire; ew ne tenê mekanekî erdnîgarî ye, wekî pirtûkek mezin a jiyanê ye ku her rûpela
wê bi stran, çîrok û efsaneyan hatiye xemilandin.
Em di serdemeke wisa de ne çand, edebîyat û huner wekî yek ji hêza herî
mezin a geşedanê û pênasekirina mekanan têne dîtin.
Mûş ne bajarekî jirêzê
ye. Ew mekanekî efsûnî ye ku bi erdnîgariya xwe ya balkêş, dîroka xwe ya kûr û
çanda xwe ya zindî ve bala însanan dikişîne. Lê mixabin, di edebîyata nivîskî
de, di çalakiyên edebî, festîval û xebatên çandî de, heya îro nehatiye rojevê,
qasî tê hêvîkirin deng neda ye.
Edebîyata devkî ya Mûşê
wekî zêrê veşartî ye, lê edebîyata nivîskî û çalakiyên hunerî hîn jî li benda eleqe,
xwedîlêderketin û ronahiyê ne. Dîrok jî derfet
dide em vê valahiya heyî bi awayekî balkêş destnîşan bikin; Mûş bi Bedlîsê ve
girêdayî bûye; Bedlîs ne tenê mîrektiyekî siyasî bû lê belê navendeke zanist û
hunerê bû. Li gorî şahidiya Evliya Çelebî, Mîrê Bedlîsê bi xwe şayîrekî hêja bû
ku di warê wêjeyê de jî ronahiyê dida derdora xwe. Lê îro, li Bedlîsê jî festîvalên
edebî, hunerî û çandî qasî ku tê hêvîkirin dernakevin pêş, dengên wisa
dernakevin. Sempozyumên ku hatine lidarxistin, metnên wan sempozyuman wekî çavkanîyên
balkêş û hêja ciyê xwe dîtin, dibînin lê
ew valahiya ku em li Mûşê dibînin, li Bedlîsê jî merivan dibe pirs û
qilqilînê...
Ez wekî romanûsekî Mûşî(alî reh, mekan û paşperdeya edebîyatê ve
jî ev darblêdan wê balkêş be), bi dilekî tijî hêvî û bi zimanekî ku ji dilê
xwezayê tê, pêşniyarekê radigihînim ku ne tenê gavek e, şahiyek e, ronahiyek e bo hewla vejînê
dengekî jidil e...
Li Mûşê, di mehên heşt û nehan de, bi sernavê
“REZ Û ZOZAN EDEBÎYAT Û SEYRAN”
her sal çalakiyek mezin a edebî, hunerî, çandî û xwezayê were lidarxistin. Ev karnaval ne tenê festîvalek e; ew şahiya
rezên ku di tava payîzê de wekî zêr dibiriqin, ew seyrana zozanên ku di bayê
nerm de diherikin, ew karnavala stran, çîrok, helbest, wêne, muzîk û govendê ye
ku di nava xwezaya Mûşê de were lidarxistin. Bila meha nehan ne meha deynan be,
ne meha melankoliya payîzê ya ku mirinê tîne bîra me; bila ew bibe meha şahî,
meha hêviyan, meha ku Mûş dibe festîvaleke yek ji lampeyên wêje û çandê.
Heger ev pêşniyar bikeve rojeva şaredariyan,
saziyên çandî, dezgehên eleqedar û hemû kesên dilsoz, gavên yekem werin avêtin,
ez wekî romanûsekî Mûşî soz didim; Her sal, li Gimgimê û li Mûşê, ez ê
atolyeyên edebî bi rê ve bibim. Mehekê
bi tevahî, ez ê li Mûş û li Gimgimê bi
mijareka cuda a qada roman û şîyîrê de li xebatên atolyeyê bim. Em ê bi hev re bixwînin,
bi hev re binivîsin, bi hev re li rê û dirbên şîyîr, çîrok û romana me bigerin,
em ê bi hev re li zozan û sarkaniyan bistrên...
Ji ber ku kesên di dîasporayê de, bi piranî
di meha heştan de tên welêt û meha nehan jî bi hewaya xwe ya xweş û demsala xwe
ya bedew ve ji bo vê şahiyê pir baş e.
Ez dixwazim vê yekê
jî l zêde bikim, bi bîr bixim û bibêjim çi pêşniyar û fikrên we hebin, parve
bikin. Sîyaset û saziyên kurdan hîn rasterast xwe li pêşniyarên fîgûran xwedî
nakin lê em dikarin bi parvekirinê vê guhertinê peyderpey pêk bînin. Min berê
pêşniyara kampanyaya çandinîya daran kiribû, exlebe darên gwîjan. Dem derbas
bû, li Amedê xebatên bi vî awayî hatin kirin. Piştre min bihîst ku li Başûr
plansaziyek berfireh a çandinîya darên gwîjan hatiye destpêkirin. Ev jî nîşan
dide ku fikrên parvekirî, bi awayek rojekê ciyê xwe dibînin.
Îro em dikarin pêşniyara “REZ Û ZOZAN
EDEBÎYAT Û SEYRAN” jî bikin gavek ji gavên bi hêvî a çand û hunerê. ‘Mûşa şewtî’, bi rezên xwe, zozanên xwe, bi stranên
xwe û bi hêviyên xwe ve li benda vê karnavalê ye. Em bikin ku Mûş di festîvalên çandî de bibe yek stêrka herî
geş a Serhedê. Ev ne tenê pêşniyarek e;
ev bangawaziyek e ji dilê Mûşê ye. Werin
em bi hev re vê şahiyê bikin rastî.
Wekî aniha îcabê gotinê neke jî muhîm e ku meriv behsa malîyeta çalakiyên wisa bikin lê ev pêşnîyar li ser wî hişî hate nivîsîn ku di qadên edebî, kulturî, hunerî û warên dîtir ên zanistê de kîjan Mûşî an jî Kurd li kî dera dunyayê be, bi derfetên xwe, bi pêşniyar û çalakiyên xwe tevlî wê karnavalê bibin wê wextê wê watedartir be. Qe nebe , bi bangekê bo sala îsal ger şaredariay Mûşê û şaredariyên navçeyan bangek wsia bikin, wê dane, agahî û serîlêdan werin ber destê wan û ew ê li gorî wê rewşê binirxînin..
Ew karnaval bila bo Mşîyan bibe wekî cejneke çandî ku her sal mirov hewl bidin tevlî wê karnavalê bibin.
Mûş hêja ye ku bi
edebîyata modern, bi çand û dengbêjiya xwe, bi rez, zozan û dîroka xwe were
bibîranîn...
Em zozanî ne...
Bi deng û destan, bi sewta dil, bi şêwr û şahî ne...
Yorumlar
Yorum Gönder