HELBEST AN ŞÎYÎR?

CÎHAN ROJ      



Mijar wexta dibe peyv, alî bikaranîn û mehneyên derî ferhengê, pratîkbûn û alî mehnê ve berfirehbûna peyvan qasî zimanzanan û etîmologan, warê edebiyatê jî eleqedar dike.

Di rewşên wiha de, zimanzan, bi gelemperî, serê xwe bi meselê re naêşînin; ew naxwazin midaxeleyê rewşê bikin, dihêlin her tişt li ser zemîn û zimanê xwezayî biherike; êdî peyvê çawa şikil girt, kîjan formê di zimanê standart de cihê xwe dît.

ŞI’IR / ŞA’IR

Peyva “şi’ir” (an jî bi awayên cuda yên nivîsînê: şi’r, şî’ir, şiîr) di Kurdî de rasterast ji Erebî hatiye wergirtin. Di Erebî de شِعْر (şiʿr) tê wateya “helbest, helbesta klasîk”. Rehê wê ش ع ر (ş-ʿ-r) e, ku wateya bingehîn “hîskirin, têgihîştin, agahdar bûn” e. Ji ber vê yekê helbest wekî vegotina his û hestên kûr tê dîtin.

Li vir, rewşeke taybet heye; di bikaranîna “şi’ir-şa’ir” de neçarî heye ku dengên Erebî yên taybet (wek ‘ayn û qaf) bên bikaranîn, ev jî li bilêvkirina Kurdî zorê dike. Ji bo zindîbûn, aheng û dewlemendiya Kurdî bi hemû rengên xwe, miqatebûna li van hûrguliyan pir muhîm e.

HELBEST / HELBESTVAN

Ev forma han adapteyeke pir xweş e û bi fonetîka Kurdî re baş li hev dike. Ji aliyê etîmolojîk ve, “bestin” (avakirin, çêkirin) û “hel” (bilindbûn, rabûn) bi hev re hatine girêdan ango “tiştekî bilindkirî / afirandî”. Lê valahiyek heye; helbest ne tenê “çêkirin” e, lê bi taybetî hest e. Ji ber vê yekê tenê “hilbûn/bilindbûn” dibe ku alî mehneyê ve kêm bimîne.

ŞÎYÎR / ŞAYÎR

Ev form bi taybetî di edebiyata Kafkasyayê de tê bikaranîn û alî fonetîkê ve hatiye adaptekirin. Di zarê Êzdatiyê de, Kurmancî pir nêzîkî forma orîjînal e (mîna Zazakî) û ev yek di berhemên folklorîk, stranên dengbêjan û çîrokên devkî de pir baş xuya dike.

Edebîyata Kafkasyayê bi taybetmendiyên xwe yên folklorîk, dengbêjî* û devoka Êzdatiyê ve xezîneyeke mezin e ku em hîn jî bi temamî nas nakin; hêdî hêdî bi xebatên akademîk dikeve rojeva edebiyata me ya li Bakur. Ev edebiyat ne tenê “folklor” e; ew zimanekî pir paqij, devokekî dewlemend û awayekî afirîner ê bikaranîna peyvan e.

Divê em serê xwe bi van hûrguliyan biêşînin; ne tenê ji bo “rastnivîsînê”, ji bo ku zimanê me yê standart nebe “zimanê nivîskaran ê ziwa”,bibe zimanê herikbar, zindî û bi ber ê hemî Kurdan; ji Bakur heta Kafkasyayê, ji Başûr heta Rojava.

Wekî encam, li ser aqilê xwe yê edebî dibêjim; helbest û helbestvan xweş in, lê mehne, îfadekirin û temsîlkirin jî muhîm in. Ji ber vê yekê bikaranîna “şîyîr û şayîr” bêtir li cih e.

 

*Dengbêjî li Serhedê û Kafkasyayê gelekî meşhûr e; li Serhedê jî bi taybetî li derdora bajarê Agiriyê pir li pêş e. Gotina “Coxrafya qeder e” li vir pir mehne dibîne; şert û mercên erdnîgariyê (çiya, kişwer, rewşên zor ên jiyanê) tesîr li dengbêjiyê dikin. Antolojiyên dengbêjiyê yên Nûbiharê di pêşgotinên xwe de navê dengbêjan û bajarên wan didin,  ev jî nîşan dide ku ev kevneşopî çiqasî bi erdnîgariyê ve, bi rewşa jiyanê ve jî girêdayî ye.

Derheq hin taybetiyan de em bi çavên berfireh, li ser aqlê zanistî  welatê xwe, ziman û wêjeya xwe şîrove bikin. Mesele derî herêmparêzî an jî bajarparêzî ye, her dever xwedî taybetiyên xwe ye, lê ya muhîm ew e ku em li van taybetiyan miqate bin da ku nirxandin û şîroveyên xwe de bigihîjin rastiyê,  ev ji bo pêşkeftinê baş e.

Mîrektiya Botanê bo edebîyatê cî û warek pir muhîm û balkêş e alî edebîyta klasîk ve. Mînak, Silêmanî yek ji bajarên herî girîng ê rewşenbîrî û wêjeya Kurdî ye, gelek caran wekî “paytexta çandî ya Kurdan” an “bajarê helbestvanan” tê binavkirin. Baş e, lê ger nivîskarekî Silêmanî vê yekê bibîr bixe, divê em hestiyar nebin û bi hemşerîtiyê ve girê nedin; seknên wiha di edebiyatê de sayakî û dûrî zanistê ne.

Nîşe-1: Di çavkaniyên kevn de tê gotin ku ev reh dibe ku bi peyveke ji zimanê Akkadî (şîrû / shiru) ve têkildar be, ku tê wateya “gotin, stran, helbest” an “hîs kirin”, lê ev ne bi temamî piştrast e. Ger ev rast be, li ser têkiliyên Kurdî-Akadî ên qedîm jî peyva şîyîr bêhtir di Kurdî de bi mehne dibe.

Nîşe-2: Xwendevanek hêja li medya civakî ev pirs ji min kiribû: Ev şîyîrê çi ye? Min bi awayek kurt û lezûbez bersiv dabû wî. Di edebîyata me d epirsên ji xwendevana tên muhîm in. Min hewl da ez vê nviîsê lê kim.

Nîşe-3: Alî agahiyên etîmolojîk ve ji hişê çêkirî(Grok) alîkarî hate girtin.

 

 

 


Yorumlar