CÎHAN ROJ
Çi mijar be (ji mînakên edebî bigire heta
hezkirin, afirînerî an jî hilberînê...), ger ew bi rastî ji dilê te, ji ruh,
afirînerî û hişê te neyên, tu wexta bi kar tînî, destnîşan nekî bê bi aîdî kê
ne, wê qedrê qelema te bikujin. Heqîqet ev e; edebiyat bi afirînerî, jiyîn,
hîskirin, taqet, rewşa ruh, kûrahiya hiş û şêwaza îfadeyê ve girêdayî ye. Wekî
din, mirov dikeve rewşa wan nivîsevanên, ne li qada edebî, yên tor û tembel yên
ku bi gotinên meşhûr û aforîzmayên kesên din, şorbeya nivîsa xwe çêdikin. Tu çi
bikî jî nayê veşartin.
Di hûrguliyên nivîsandinê de
întihal carna dibe miajr û ew bi awayên cuda diqewime. Lê rewşeke xirabtir jî
heye; ew întihala neqestî ye ku ji bêhayî û bêhesasiyê çêdibe. Carinan mirov di
axaftinên rojane de, di nav dost û hezkiriyan de... gotinên bedew dibihîze. Di
wê kêliya bi coş û hestiyariyê de, mirov bi pey nakeve ku bipirse ka gelo ew gotin aîdî kê ye. Lê
gava ku ew dikeve nav metneke edebî, divê mirov pir hesas û hişyar be. Dibe ku
xwediyê wê gotinê paşê bi tinazî li metna te binihêre. Çimkî hin metn tenê bi
hiş, ruh, dil, bîranîn û serpêhatiyên şexsî yên mirov şax didin û watedar
dibin.Divê em rasterast tiştê ku em dijîn, hîs dikin û dikarin biafirînin
binivîsin. Barê edebiyatê giran e. Ger te ji dostekî bihîstibe, dibe ku wî jî
ji kesekî din bihîstibe. Ji ber vê yekê, divê tu yan çavkaniyê nîşan bidî yan
jî bi rastî ew gotin aforîzma, metafor an jî gotina te ya xwerû be.
Nivîsandin ne zor e ger mirov
rihet be. Bila gotin ji dil were, ji hiş şax bide, bi rengê ruh be. Ne hewce ye
mirov zorê li xwe bike an gotinên fîşalî bi kar bîne. Sade be, lê bi qîmet be.Ma
meriv dikare bi hiş, dil û ruhê kesên din rê bide ku bê meriv xwedî çi hiş, dil
û ruhekî mihteşem in, na çimkî tişta ku ne bi aîdî meriv be wê nebe bîranîn,
nebe bîranîn jî ka wê çiqas bi mehne be...
Gotin, aforîzma û hûrguliyên ku
ji afirînerî, jiyan û edebîyata kesên din bûbin bîranîn, ji dewsa ku meriv wan
bi kar bîne, meriv her hewl bide biafirîne, bijî, ruh û dil bi şax bike çêtir e...
Mi go, ez ji we re bêjim, aha her
serkeftin welew têkçûyînên edebî an jî ên jiyanê, tam jî li wan hûrguliyan diqewimin...
Lê meriv her çi bike jî meriv nikare her hêviyê ji her kesî bike; belkî jî ji
hed û taqeta wan kesan der e, ev ne ew rewş e em paşguh bikin lê a ku bû sebebê
hewla vê nivîsê, hew bibîrxistin e...
Ne edebîyat, ne hezkirin bi
gotinên arabeskî, bi ruhîyeteke sanal, bi xwexapandinê şax dide ber digire,dibe
rê û meşa li rê... Lê ku ruh ziwa û vala be, helbet, her çi bibe sebeb kesin
xwe mijûl kin, xwexapandin be jî, meriv nikare bi yekcarî red bike; heyat e,
heyat; yên çîrokan dixwînin hene, yên çîrokan dijîn hene, yên çîrokan
dinivîsînin hene û yên hem dijîn hem jî dinivîsînin hene û helbet yên xwe mijûl
dikin hene, yên xwe dixapînin jî hene li vê darê edebîyatê...
Û helbet bi tevî her tiştî, rojên
xweş li hêviya edebîyata me ne; em ê her şên bikin, her bi hêvî û bi israr bin,
ma şert e ku her kes her tiştî baş û xweş bike, an jî ma mimkun e, helbet na lê
wexta rê her bi rêwî bin û rêwî her bi meş bin, a, li wir, tava edebîyatê wê li
me şîrîn be...

Yorumlar
Yorum Gönder