DI EDEBÎYATÊ DE BIBÎRANÎN, ÇÎROKEK DERHEQ "HELBESTÊN KURT" Û HAÎKUYAN DE

 CÎHAN ROJ


SERMA
şîretên sor
li kelemekê
xala di binê baskê
vizikekê de ye
"pelek bi zerê şimayî
                                                   li kevirên tazî
                                                   dengê avê dixwar"



Salên nodî de, di helbestê de , min her hewl dida ez hêma û aforîzmayên parzûnkirî lê bikim(mînakên min li vir dane mînakên ji xebatên salên nodî ne)  çimkî wê wextê di Kurdî de tişta herî bala min kişandibû ew bû ku yek ji alî biderfet û serkeftî ê Kurdî îfadeyên biwêjî û pirbûna biwêjan bû; lewre min helbestên herî kurt jî lêdikirin. 

Piştî min û Berken Bereh hev nasî, wî herûher pesnê wan helbestên min ên kurt dida. Li Konferansa Nivîskaran a Li Îzmîrê wextê me hevudu dît, li wir jî, bi kêf û bi pesin ew helbestên min "ên kurt"(wî ew  xebat wisa bi nav dikir) anîn rojevê.

Min ew bi nîyeta haiku nenivîsîbûn, li ser mexsedên risteyên herî kurt û aforîzmayî, ên biwêjî û hatî danisîlîn min ew dinivîsîn. Min destpêka salên nodî de dest bi wî awayî kiribû. û ceribînên min yên din jî hebûn.Dosya min a bi pêşî a bi navê Ratîka de tevî "helbestên kurt" ên ceribînî jî hene. Hin xebat û dosyayên min jî min bi awayek pdf qada înternetê de dawiya salên nodî de weşandibûn, di wan dosyayn de jî ew awa helbest hebûn.

Xuya bû Berken Bereh ew awa helbest ku gelek jê hez dikir, lêkola bû û hay jê çêbûbû ew awa helbest "haiku" ne lê wexta wî pesnên wan helbestên min dida ne wî ne jî min me behsa haikuyan nekir çimkî haya me herduyan jî wê wextê ji haikuyan tunebû!

Çi baş bû wî çûbû lêkola bû, wekî cûreyek şîyîrê ket şîyîra bakur jî. Xebata min bûbû sebeb, wî jî ked dabû, lêkola bû... Lê wî ti carî, wekî seknen edebî, çîroka destpêkirina xwe a nivîsîna haikuyan li ti derî nenivîsî an jî bibîrneanî!

Di xwendevaniya xwe de, min dît ku di edebîyatên dîtir de, şayîr û romanûsên herî navdar, çi kî bûbin sebeb da ku ew dest bi xebatekê bikin an jî, bi hev re bimeşin, weelw li hev zêde bikin, teqez ew bibîranîne, netirsiyan e, neketine nav xema ka gelo ew ê ji nav û şoreta wan bikuje yan na!

Carna dibînim hin fîgûrên me ji sibê heya êvarê her bi coş in, her  gotinên herî mezin dikin lê hûrguliyên wisa yên edbeî her îhmal dikin, nizanim yan di sekn û meşa min de arîşe heye an jî di sekna wan de. Carna, edebîyat û edebîyatvaniya tirkan nayê begemkirin lê vegerin li sekna wan binihêrin, (heya ji destê min tê min edebîyata wan jî şopand) ew di tiştên wisa de pir hesas in, hurmet li hev digirin, hev û ked, afirîneriya hev bibîrtînin û pê re jî li ber xwendevaniya wan qedrê wan zêde dibe...

Di edebîyatan de, di sekn, terz û pêşveçûnan de  qelem çi wekî pêl û gavên nû bin, an li kêlek hev, nav li nûbûna xwe dikin, dimeşin an jî xebatên hev, bi nivîskî jî, bi kêfxweşî, bi serbilindî bibîrtînin û li hev xirûra hev ya edebî zêde dikin. Mixabin di edebîyata me a bakur de, ji ez û ezitiyê, em navan hilnadin, çanda lixwemukirhatinê, seknên "edebî" bi hê rûneniştine.

Ji ber ku nasî, dostanî û têkiliyên min û Berken Bereh xurt bûn tevî hiqûqên qada edebî, ji wan têkilî û rêveçûnên edebî jî, ez her li bendê mam rojekê ew ê çîroka destpêkirina nivîsîna haikuyan li derekê bibîrbîne, lê neanî!

Min  gotibû, gerek em êdî navan bidin û çi tişta ku em di edebîyatê de rast nabînin, an jî divê were rexnekirin gerek em rexne bikin. Ew jî ez jî em hê li jiyanê ne. Û helbet kesin mereq bikin, lê bikolin wê di edebîyata bakur de tevî hûrguliyên wisa wê hûrguliyên dîtir jî bala wan bikşînin!

Tişta ku meriv awayek edebî û însanî jê aciz bin, gerek meriv bike nivîs ne wisa be nakokî, kêmanî, seknên derî edebîyatê wê her berdewam bin û alî afirînerî wê her li paş bimînin!

Li ser navê xwe bêjim, nîyeta min  nîn e ku ez li ser hesabê coşên rewş û pêvajoyan, li ser hesabê têkiliyên dostanî, derdor, şexsî... Edebîyatê paşguh bikim, tewrên derî edebîyatê rê bidim; belkî yek ji  kêmaniya herî xuya di edebîyata bakur de ew rewş bû, ew rewş e ku bi navê hin hesab û mexsedan tiştin tên paşguhkirin an jî wekî adetên kevnare li hevxwedîderketinên derî edebîyatê!

Berdêla wê çi be jî, bi nivîsên wisa ezber û qebûlên girseyan çiqas serobino bibin, derheq meriv de kî çi bifikire jî îcab nake meriv xem bixwe çimkî wexta gengêşî û nivîs ger edebî bin,herûher, ya ku qezenc ke edebîyat e! 

Ajîte, manîpûlekirin, veşartin, înşakirinên bi klîşeyên pêvajo û hestiyariyên sîyasî re wê tenê xisarê bide edebîyata me û a trajîk; têra xwe sîyaset û sîyasetmedarîya kurdan heye, em xwe li wê rihetî û ajîteyê negirin, em a hem zor hem jî pir rihet bigirin ku ew jî sekn û meşên edebî ne... nabêjim edebîyata bê sîyaset, hew bi bîr dixim ,cûre her çi be jî,ger mijar edebîyat be wê wextê,sekn û meşên edebî gerek esas bin!

Di nivîsevaniya Tirkî de, hin berhemên edebîyata devkî yên 'çandên din', bi navê "anadolu edebiyati, an jî edebîyata anadoluyê a gel" li ser navê anonîmbûnê, bêyî nav were dayîn tê paşguhkirin, em ji wê rewşê bêzar in, madem ku wisa ye, em nekevin wî halî; afirînerî û berhemdariyan, çi ji îhmalkariyê be, çi ji qestî û ji xeman be, gerek em nekevin rewşên îhmalkar û nekin malê afirîneriya xwe! Erê wî!

ÇEKÊN HERÎ XURT

we wekî cotên pêsîran

zimanê me parast di meha çilede

reşikên şilîyê

lehî rakirin

DILOPÊN DESTPÊKÊ

ben li avê rapêçayî

deviyên êgir

li pelên ter jan didin


KELEHA PÊNÛSÊ

ku pênûs li devê peyvan bû hevsar

siwar bûka baranê ye

peyvên xwendevan di tîna arî de


Nîşe: Min di derheq peyva "Janya"de di Kovara W de nîşeyekê lêkiribû ku di salên nodî de min peyva Janya wekî hêma û temsîla welatê xwe çêkiribû û di çîrokek xwe de wekî nav li karkaterek xwe kiribû. Erê peyv min çêkiribû lê helbet helebesta Rênas Jiyan bûbû sebeb ew peyv di nav edebîyata me de nav bide û ji sedan keçan wekî nav were danîn...

Erê hûrgulî ne lê pir muhîm in tenê meriv tişta herî pirçûk jî xuya bike gerek meriv afirîneran li cîyekî wek sekneek maqûl û kubar bibîrbîne!



Yorumlar