CÎHAN ROJ
1
Destpêka rê û dirbên her şîyîrê heye; her şîyîr di wextê xwe de, li mekan û xeyalekê dest bi meşê dike... Şîyîr ji alî her kesî ve tê xwendin lê kîjan xwendevan bi şîyîrê re bi rê dikevin...
Her rê dîmenek e, her dîmen rêyek e...
Her rê û dîmen şax û xalîçeyên alîyek şîyîrê ne...
2. Ev şax û xalîçe , car caran, di nav daristanên bêdeng de winda dibin, hin caran jî li ser çiyayên bilind, di nav ewrên spî de xwe vedişêrin. Her çi be jî, her şîyîra ku jiyana xwe dijî, xwedî rêyek veşartî ye; xwendevanê ku bi şîyîrê re nefesê digire, bi wê re diçe serê çemên kevn, di nav bexçeyên windabûyî de dimeşe û li wir, di bin ronahiya heyva bêystêrk a azadiya xwe dijî, di hîva şevên bêdeng de, xwendevanê bi şîyîrê re diaxive, a, ew xwendevan jî êdî rêwiyek li ser rê û dirba wê şîyîrê ye...
Her dîmenek ku di şîyîrê de tê dîtin, ne tenê wêne ye, derîyekî servekirîye ber bi cîhaneke din ve. Û her rê, ne tenê meş e, ew bîranîna hemî rêyan e, bîranîna hemî destpêk û dawiyan e ku di dilê şîyîrê de cinet û cehnema xwe dijî... Xwendevanê ku bi şîyîrê re bi rê dikeve, ew kes e ku destûrê dide xwe ku di şîyîrê de winda bibe , windabûn destpêkek meşeke din e ku da xwe ji nû ve bibîne.Şîyîr ne tenê peyv in, ew rê ne, dîmen in, şax in, xalîçe ne... Û her kesê ku bi wan re dimeşe, di dawiyê de, dibîne ku ew rê ne tenê rê û dirba şîyîrê ye...
Yorumlar
Yorum Gönder