ZIMAN, ÇAND Û HÛRGULIYÊN SERMAYA SIYASÎ

 Cîhan Roj

Wekî destpêk, bo nîyeta vê nivîsê, bi zelalî dikarim bêjim, ev nivîs ne tenê rexne ye, bi hewl e bi bîrxistina hin hûrguliyan re hêviyeke însanî jî pêşkêş bike.

Îro Kurd bi gavên girîng ber bi yekîtiyê ve diçin; bi cîhanê re dibin yek û cihê xwe di qada navneteweyî de dibînin.

Bo rewşa beriya roja îro, ez ê hewl bidim hin xal û kevirên li ser rêya heya niha bi bîr bixim ku, wekî nivîskarê romanê balê bidim hin hûrguliyên ku sîyaseta rojane û exlebe sekanên îdeolojîk pir zêde paxav pê naxin.

Ger tu endamê neteweya Kurd bî, tu çi kar bikî û li ku bijî, li ser çi fikrî bî jî di demên karesatan de pirsên têra xwe watedar, pirsên mîstîk, ên carna zêde fîşalî... têne bîra te; gelo xezeba kîjan xwedawend an jî ya kîjan milet û civakê hê li ser Kurdan maye? Ji ber ku bi taybetî du sedsalên dawî wekî xezebeke reş derbas bûne!

Qey dîrokê karek xwe nivî hiştibe (gelek şaristanî, civak û miletên alî ziman, kultur, dîn û baweriyên cuda ve qedîm çawa ji holê rakiribe) hewl bide wî karî temam bike û kurdan li her deverê bihelîne, bi wê qerar û seknek bi xezeb, dused salên dawî bûne kronolojiya trajediyan!

Berî sî salan, li Mêrdînê, di atmosfera nav şer û pevçûnan de, bi tevî min sekreteriya perwerdehiyê ya sendîakyê dikir û wekî aktîvîstek jiyana sîvîl di nav karwaniyê de bûm jî car caran bi min wisa dihate xuyakirin ku xezeba Someriyan li ser Kurdan maye; ji ber êrişên Gutiyan ku wekî Kurd têne hesibandin, li Someriyan dewrên tarî dest pê kiribûn.

Ne tenê ew rewş û neçariya balkêş ya ecêb û ên dîtir yên wekî wî halî; di hin şîroveyên komployî de jî,dihat bawerkirin ku cîhana Rojava ji aliyê siyasî ve li hemberî Kurdan her hesasbûne û bi hîsên şikestî û neyînî tevdigeriyane çimkî , Selahaddînê Eyyûbî , li ser navê Bisilmantiyê şer kiribe jî dawiay dawî ew  kurd bû!*

Helbet siyaset û jiyan li ser texmîn û şîroveyên zêdezor pêşve naçin. Lê û ger tu xwendevanek edebiyatê yî an nivîskarekî wêjeya sêwirînî û xeyalî yî, tu dizanî ku trajedî û trawmayên siyasî şop li ruhê mirov dihêlin. Şer û trajedî aliyê siyasî ve dibin dîrok  lê aliyê herî xalî, yê herî bi çîrok ê çandî û ruhî ve di karwaniyên jiyanê de dimînin. Bifikire; Xaçparêzên piştî şerên xedar, ew çîrok û qewimîn ji zar û civakên xwe re negotin? Di wêje û nivîsevaniay wan de ma nebû mijar rê nedaye şîroveyan? Di ruh, çand û helwestên siyasî de bandora wan çênebûye?

Hin kes dibêjin ku ev hîs û hestên olî ne, eleqeya wan hîsan bi kurdbûna Selahaddîn re tune ye. Lê di nirxandinên siyasî de ev dibe ku sivik xuya bike,  kes nikare tesîra ziman, çand û wêjeyê li ser ruh, jiyan û siyasetê paşguh bike.Mînakek zelal; Peyva “kafir” di nav misilmanan de çawa bûye sedema pêşdaraziyan? Hê jî hin derdor difikirin ku qetla kesên ji dînê din helal e û her xirabî û zilm li ser “kafiriyê” tê dîtin. Ka bi wî awayî, di metn û rabêjên rojane de, kurdbûna Selahaddînê Eyyûbî ka bûye sedema pêşdaraziyan yan na? Di jiyana rojane de,di qada çand û kulturî de, hîsdariyek neyînî li hemebrî kurdan çêbûbû yan na... îhtîmal û texmînên wiha kêm in an na?Çi hest be, çi texmîn be, di şerê Xaçî û Sarazeniyan de Selahaddîn bi exlaq û edaleta xwe nav daye, lê di têkiliyên Kurd û Rojavayiyan de Kurd xwe her “bêkes” dîtine heta roja îro. Wisa ku di jenosîda Helebceyê de Şivan Perwer dikir hawar bi kaxiz û pênûsê bang li cîhanê were kirin ku were agahdarkirin!

Ger ew îhtîmala ku di cîhana Rojava de, di nav karwaniyê de, hîs û şîroveyên neyînî li hemberî kurdan çêbûbin, şîroveyeke zêdezor be jî, hêja ye bê gotin; kurdan bi serkeftina Selahaddîn re, aliyê edalet û exlaqê ve bal kişandibin, lê aliyê têkiliyên siyasî ve ewqas jî winda kirine!

Û tiştê ku kurdan di wê demê de winda kiribûn, bi şerê li hemberî DAIŞê re qezenc kirin. Aliyê ruhî, çandî û wijdanî ve li ber çavê cîhanê bi serbilindî cihê xwe dîtin. Kurd bi têkoşîna li dijî DAIŞê sermayeke siyasî ya pir mezin bi dest xistibûn! Ew sermaye li cîhanê bûbû hêzeke girîng.Hêvîdar im ku ev sermaye ji vir û pê ve bibe sedem ku sermayeyên qadên din jî (çand, ziman, aborî) dewlemendtir bibin çerçawa wan qadan heya niha li sermaay sîyasetê zêde kiriye.

Rojhilata Navîn bi hêviyên edalet, azadî, wijdan û mirovatiyê dikare rêyên nû li cîhana modern veke. Li aliyekê çavkorî û çavsoriyên desthilatdariyan, li aliyê din jî tengahiyên îdeolojîk ên kor û fantastîk heya niha jiyan, hiş û ruhê mirovan felc kirine.Di dîrok û jiyana mirov de, siyaset biryarên şeran dide, xirab dike, xan dike, lê tu carî xankirin ji xirabkirinê serkeftîtir nebûye! Bi huner û çandê re şopên wan xirabiyan li ruh dimînin, di çandê de dibin xwedî wate, şikil didin jiyana ruhî û xeyalî û bi vî awayî, tesîr li jiyana fikrî dikin.

Tesîra neyînî ya ji Selahaddînê Eyyûbî a Rojavayiyan ku li hemberî kurdan bûye sebebê hîsdariyan (ku ev îfade car caran wekî şîroveyeke zêdezor xuya dike) jî, di panzdeh salên dawî de em bûn şahid ku bi şerê li hemberî DAIŞê re kurd bi sekna xwe ya zêhnî û modern, sekuler xwe li edalet û demokrasiyê girtine. Aliyê ruhî û çandî ve bi cîhana modern re bi rehetî dikarin têkildar bin û ev yek, di heman demê de, aliyê siyasî ve jî bibe sedema geşedanan. Ger em hinekî bi coş bin, bi awayekî zelal dikare bê gotin; kurdan tiştê ku di dema Selahaddîn de winda kiribûn, bi şerê li hemberî DAIŞê re qezenc kirin.

Mixabin, li vî welatî, zihniyeta fermî tu carî hêza çandî, hunerî û zêhnî ya Kurdî û ya hemî çand û zimanên cuda bi ciddî negirtiye; berevajî, ji bo armancên “yek”bûnê cudahî û dewlemendiyên çandî paşguh kirine. “Ewên din” her bêbawerkirin, hatien hiştin, rê li azadiya ziman û çandan nehatiye vekirin.

Sekan û qewimînin di merîyetê de, hê jî, tam hêvî nadin ku wê hêza şaristanîyên cuda, çand, zimanên cuda ji vir bi şûn de, bo jiyaneke zengîn, xweştir û rihet wê li ber çav were girtin, muhîm were dîtin!

Di serdema Hişê Çêkirî de Kurdî qaşo wekî dersa bijartî cih girtiye, lê di rastiyê de, ji bo her derfeteke herî piçûk jî astengî têne derxistin, rê li ber tê girtin! Hê jî nayê qebûlkirin ku rabêjên dûrişmeyî, qebûl, ezber û israra di îdealîzekirina “yek”bûnê de nameşe!

Hemû çand, ziman, dîtin, ol û raman roja ku li vî welatî û li vê ax û herêmê bi awayekî azad bijîn, wê roja neviyên wan heyfa xwe bi bapîrên xwe bînin ku çawa bêîstîqrar,bêîtibar  û bêzanistî jiyanê teng kirine û li xwe kirine jehr!

Wekî nîşeyekê, qada sîyasî  ger xwe ji sekan, klîşe û qalibên wekî, “Yazar Çizer Takimi”, (Taxima xêzker û nivîsînê.) bike, têkiliya ziman û fikrê (ku zanist vê dibêje) her li bîra xwe bihêle, li hûrguliyên sermayeyên sosyopolîtîk miqate be, çîrok û mîrateyên erênî yên şaristanî û însanetiyê carek din bi çavên cuda bixwîne belkî her kes bîra xwe bibe ser rêyên cuda, îhtimalên cuda, xweşiyên cuda ku meriv karibe hêvî bike.

Wekî encam,di sedsala 12an de Kurd bi Selahaddîn re, sermayeke exlaqî,însanî û a adil bi dest xistibûn, lê îhtimal ew e ji sermaya siyasî kêm kiribin! .Di sedsala 21an de, bi têkoşîna li dijî DAIŞê re, Kurd sermayeke siyasî ya mezin bi dest xistin ku li nav ruhîyet, zihnîyet û jîyana Rojavayiyan de bûn xwedî çîrok, cîyên xwe dîtin. Di serî de cihû û hemî gel û baweriyên li Rojhilata navîn re jî ew têkilî û gavên bi çîrok ên bi edalet werin avêtin wê êdî mirovên vê xakê li ser şik û îhtimalan, li ser nedîyarî û trawamayan nekevin rewşa bêhêvîtiyê!

Muhîm e ku serî de edebîyat balê bide trawmayên dîrokî, bi awayek derûnî û çandî hin tenahî û cîyên xalî ên jîyana mirov bi bîr bixe.

Zeman ew zeman e em ji trawmayan derbasî heviyê bin bo vê jî têkiliya di navbera ziman,çand, huner, edebîyat, dîrok, trawma û sermaya sîyasî de muhîm e.

Di wan têkiliyan de edebîyatek azad û qelemên azad bêyî bikevin nav polemîk, mexsed û karwaniyên teng ger jiyan, trawma, hêvî, însan û trajediyan... li gorî war û cîyê xwe, bi deng bike, di warê xwe de bigengêşe û her tiştî (li ser navê îdeolojî, rewşên hestiyar, an jî ji klîşe û qebûlan...bêdeng nemîne)hewalê sîyasetê neke, angajeyê seknên derî edebîyatê nebe bi deng û rengê xwe jiyanê bi bîr bixe li van deran wê bexçên qadên huner, edebîyatê û qadên sîvîl jî xweş û geş bin, ew rewş bi tena serê xwe wê di nav jiyanê de bibe sebebê hêviyên xurttir. Edebîyat însanî ye ya însnaî hîs dike pirs ew e ku gelo em karin hîsên xwe, a di dil û hişê xwe de dijîn, halê herî samîmî der bikin, parve bikin an em jî her tiştî, wekî sîyasetmedariya li avn deran, bi hesabên bi mexsed tevbigerin!

Ger em bi qalik bin an jî jiyanê û dîrokê her carî gemariyên trawma û êşan avêtibe nav hiş û dilê me divê em êdî wê demsalê hêvî bikin ku karibin xwe ji qalik bikin, divê hişê me êdî ew bahr be ku çi çerûçop, trawma û êşên me hebin em xwe ji wan bikin û li tabloya hişê xwe peyva "hêvî"yê bineqişînin!

*Ger meriv nivîsên Edward Saîd bi bîr bîne, hin rexne, karwanî û sekanên ku ewî mînak  dane li ber çav bigire, meriv dikare wêrek be, hin îhtimalan bîne rojevê; îdîayên ku Saîd derheq Oryantalîstan de gotine, kurdek dikare hem derheq hin rojavayiyan de hem jî derheq rojhilatiyan ve bike mijar!

Bi tevî hin taybetiyên xweserî kurdan, pêdivî pê heye gelek tiştên di bin cilan de mayî, ên li vê erdnîgariyê gerek werin rojevê lê ne bimantiqê hewaleyî yên wekî, em ti carî ne bi xelet û sûcdar in, hemî encamên neyînî ji derve ve tên, sûcdar jî bi tenê emperyalîst in; berevajî, her kes ji xwe de dest pê bike, pêşya mala xwe paqij ke hê dor were “derve”!

Ger azadiya zimanekî bibe sebeb tu xem bixwî, bikevî nav metirsiyên “pêşerojê” mixabin zor û zehmetî hê pir in!


Yorumlar