TEMENÊ NIVÎSKARIYÊ, CIWANÎ, AFIRÎNERÎ Û TIŞTIN DIN

 CÎHAN ROJ



Bû sî û sê sal, bi awayek çalak, bi edebîyata kurd re mijûl im. Helbet, îhtimal e ku gelek xwendevan bêjin, di edebîyata modern de, temenê nivîskariyê dibe ku alî hin mijaran ve, wekî ceribînên ji karwaniyê hin avantajan pêşkêş bike lê mijar edebîyata afirîner ya sêwîner be, carna, ciwanî bêhtir avantaj e ku ciwanek jîr yê afirîner dikare di temenê xwe yê ciwan de berhemên herî navdar pêşkêş bike. Ji lewma, meriv nikare temenê dirêj yê nivîskariyê wekî nîşana “serkeftin an jî” afirîneriyê rê bide, bo bazarê ji xwe re bike delîl!

Bîrxsitina temenê nivîskariya xwe alî îfadekirina domdariyê ve bi bîr dixim.

Li vir gelek hûrgulî û hêmanên din dibin mijar û têne hiş. Domdarîyek bi hilberîn a bi rik muhîm e. Di edebîyatek azad û ya normal de peyva “xîret”zêde tiştekî îfade nake lê di edebîyata kurd de, hewlên xîretê nayê paşguhkirin; ji roja ku min dest bi edebîyata kurd kir, ji wê rojê de, ji xwendevniya xwe jê haydar bûm ku meşa di warekî de an jî xebata li ser cûreyekê, wê bêhtir avantajên afirîneriyê bida dest lê, bi gelemperî, serîêşandina bi edebîyata me re jî bo min bû sebebê derfetên afirîneriyê  a din jî, ger em dîsa peyva xîretê bi bîr bînin, erkek bi xîretê ve girêdayî bu ku, ez alî teorîyê ve, alî geşedan û şopandina edebîyatê ve baldar bim, bi ked bim, bi hewl û bi analîz bim...

Hê jî bi awayek heman hewl dewam e; hem roman dinivîsînim, hem helbest hem jî mijarin ku bala min dikşînin, hewl didim derheq wan mijaran de nivîsan lê kim. Hewl didim rola xwe di avakirina hişmendiyeke edebî ya Kurdî de berfirehtir û  bilind bikim. Hewla avakirina pêvajoyeke hişmendî, bo edebîyata me tê çi mehnê ye, ew hewl ka çiqas tê dîtin, hewlên heyî li ser çi sekan, rê û hişî diqewime jî mijar apirsên muhîm e...

Li alî din, helbet min dikarî  xwe bêhtir li bijarebûnê û alyê pisporî û profesyoneliyê bigirta, ango, tenê nivîsîna roman û helbestê, wê ne xirab ba jî lê min her xem xwar ku ger ez li pey wê bim, ez ê nikaribim alî bidestxistina gelek hûrgulî, mijaran ve azad û serkeftî bim (derî romanûsî û helbestnivsînê) û  min ê nikariba ew qas hûrgulî, mijar, taybetî, pirs û lixwemukirhatin û astengiyan bi bîra xwendevanî û nivskariya kurd bixista!

Di nav wan 33 salan de, ez pir bûm şahid ku gelek kesan mijar û hûrguliyên ku min dianîn rojevê, wan ew hinek li gorî xwe diguherandin an jî dileqandin û wekî afirînerî û dîtinên wan be nivîsîn. Min  çendî caran bîrxistibû ku da di nivîsevaniya me de dunik were bikaranîn û nav werin hildan lê bala kesî nekişand1, min zêde bo xwe nekir xem jî çimkî dawiya dawî, ger xîret bo edebîyata kurd muhîm ba, xîreta min ahtibû cî, ew hewlên min dibûn sebeb xwendevan, nivîskar li hûrguliyên dîtir jî miqate bin, bigengêşin2...

Qebûl dikim ku ew tercîh û sekana min carna dibû sebebê belawelabûna  xebatên min jî; romaneke min diweşîya ji ber ku nivîs û xebatên min ên pexşanî/teorîk jî dihatin weşandin, ew dibû sebeb xwendevan bes(jidil û can û bi kêfxweşî li xwe mukir têm ku bertekiyên xwendevaniya roman û helbestên min çi bi devkî bin çi jî bi nivîskî bin têra xwe hebûn, hêja û muhîm bûn, her li qelemê zêde kirin behsa îhtimalek hê zêdetir dikim)) li romanên min  tîr nebin an jî belawelabûnek xwendinê biqewime çimkî û mixabin alyê derûnî de jî hûn her tim bi gelek berheman li pêşberî xwendevanan bin (li ser qeyde û ûsilên edebî)têrbûna xwendevaniyê an jî jirêzêbûn jî îhtimal e! Wekî îronî, ew hal afirînerî û sekana edebî, çiqas bibe sebebê jirêzêbûn an jî elîmînan jî, bo fîgûrên ku hewl didan/hewl didin bi bazareke jirêzê, nav hildin û nirxên hestiyarî ên xwendevan û girseyan  bikarbînin, bi dûrişme, gotinên giregir, bi manîpûlasyonan xwendevanan bi mêl bikin.. a bo wan kesan jî her bû/dibe avantaj ku helbet dawiya wan avantaj û sekanan jî dibe trajediya edebîyata wan kesan ku ev jî ji ceribînên edebîyata dunyayê baş kifş in.

Ev  pirsgirêka giştî ya edebîyat û helbet a bazar û xwendevaniya Kurdî ye jî lê dîsa jî ew xal girîng e. Yek ji redkirina rêyên derî edebîyatê jî ew e ku meriv bêhtir, bi israr hewl û sekanên edebî derxe pêş, serê xwe bi arîşeyên qada edebîyatê re, bi dîrok û çandê re, bi ziman re serê xwe biêşîne... pir jî îcabê hesabek pir hesas nake bê ka çiqas ji romanûsî û şayîrtiya min dikuje! Qenebe heya vê kêliyê jî wisa ye lê belkî a ku bo min dibe teselî ew e ku min ti carî romanûsiya xwe, şayîrtiya xwe îhmal nekir, heta ew xebatên min ên dîtir exlebe li romanûsiya min zêde kir. Kêmanî an jî îhmalên bi îhtimal ên derî qelema min bûn ku  min li jor behsa wan kir.

 

1.Heya wextekê, di wê îhmalê de para wê rastiyê hebû ku bi awayek derûnî, nedihat bawerkirin ku kurdek jî di qada edebîyatê de karibe tespît, dîtin, şîrove û analîzên muhîm bike! Sebebek din bi îhrimal egoîstî bû ku bi awayek guherandina fikir û afirîneriyên kesan re û bi bikaranîna wan re kesinan dixwest rê bidin bê ew jî afirîner in. Ya herî muhîm  hêja ye bal lê be ku ji edebîyat an jî kultura kurd, hin kesên esilkurd, di edebîyata tirk de li ser navê xwe dinivîsîn û destnîşan nedikirin bê ew aîdî kê ye an jî malê folklor û edebîyata devkî a kurd e! Min berê jî destnîşan kiribû, wekî dubare bêjim ji ber ku ew îfade wele afirînerî ji ber ku bi xwendevaniya tirkn balkêş dihat pir qîmet lê dihat girtin!

2. Wekî kevanekê, bi rihetî karbim bêjim, exlebe di helbestê de, kesin wisa hebûn/hene metaforên ku min diafirandin(metafor mohra şayîran in halbukî) bikardianîn lê hinek diguherandin!

Nîşe: Bîranînek min heye; min di nivîseke xwe ya bi Tirkî de derheq edebîyata kurd de behsa dîyardeyek û rastiyekê kiribû. Balkêş bû, wêjevaneke edebîyata tirk ya ku li hemebrî edebîyata kurd jî hesas bû, di nivîsek xwe de, bi vî awayî ew gotina min bi bîrxistibû:”

“Söylendiğine göre!” (Li gorî gotinan)

Ne navê min hilda bû ne jî nivîsa min bi bîrxistibû!

Wê jî wekî gelek nivîskarên kurd, bi awayek konetî, xistibû halek kolektîf!


Yorumlar