PERDE*

 CÎHAN ROJ


Hûn jî wekî min gelek caran gotina, “Ziman çiqas şîrîn e” dibihîzin ne? Hûn jî bi îhtimalek mezin bi awayek mîna min bextewar in lê ji sedî sed her kes ji min bêhtir bextewar e ji ber ku pirî caran hinek peyv dibin zebanî, dibin gûzan li ser rihê min, dibin gurê har bi canê min dikevin; hişk in, sar in, bêhna kufikê bi ser wan ketiye. Belkî neçariya zimanan a herî xedar ev rewş e; tu ziman nikare bêyî wan peyvan bijî jî (hîç nebe aniha)!
Belê belê sedem em însan in; me ew peyv bi nav kirin bi kiryarên xwe, bi xezeba xwe, bi destê xwe..! Jê yek jî peyva ‘perde’ ye. Ev peyv çiqas tiştên genî, sergirtî, nuxamtî, dek û dolab, fen û fût, niyeta xerab, pîlanên veşarî heye bi bîr tîne. Berhemek çiqas bedew be jî wexta peyvên wanî vedihewîne (ji neçarî, bêyî wan jî berhem nayê nivisîn) hewrek tarî li ser peroşên min peyda dike.

Belkî ji aliyê meraqê ve fêde digihîne însan lê reş e. Ev rastî di şanoyê de xwe baş dide der; wexta perde dikeve navbera temaşevan û lîstikvanan hişê mirov bi texmîn û şiroveyan dikeve nav meraqekê. Pêre jî tebatî nakeve temaşevanan, bêhn li wan teng dibe. Ew kêliya bi raz helecanê jî bi dil dixe. Ji ber vê jî pirî caran perde li xweşiya însanan jî diçe!

Perdeya herî reş di navbera însan û feleka xayîn de ye. Di navbera devê însan û dilê însan de ye. Di navbera desthilatî û însanan de ye. Di navbera gotinê û rastiya jiyanê de ye. Aniha ji ber perdeya di navbera xwe û însan de siruşt bi hawar û zarîn e.

Di wêjeyê de jî ev rastî xwe dide der; piranî ev di hêmayan de xwe dide der; wexta bi peyvê zêde tê lîstin, xemleke teyîsok xwe dide der perde dikeve navbera xwendevan û berhemê. Dîsa metirsiyên rojane yên nivîskar pirî caran dibe sedem ku gelek kes hiş û dilê xwendevan bi awayek xapînok mis bide! Mixabiniyek e kesên perde di dest de di jiyanê de êşa herî kûr dikişînin; bê hay kesên wanî perde dikişînin navbera jiyanê û dilê xwe jî! Ew piştî demekê êdî her gotineke xwe wekî ayetekê dihesibînin û li ser textikê yezdaniyê ji xwe re li peyamberan digerin. Her ku di destpêkê de ji bo hilweşandina textikan bi ser rê dikevin jî di astekê de textik dibe perdeyek û çav û dilê wan radipêçe. Her ku ew bi pirsan dest pê dikin jî piştî demekê êdî ji pirsan direvin, ditirsin! Li vir gere bê destnîşan kirin ku kesên bi qasî asîman dilfireh wanî nekirine, çiqas perde li ber çavên wan ketiye perde çirandine, ew çiqas mezin bûne wan dilê xwe û nefsa xwe ew qas piçûk kirine.

Wexta peyva perde û textik bi bîra min tê peyva jeng bi min şîrîn dibe; bila jeng li textikan bide! Ne wanî be wê tu pêşketin pêk neyên. Hûn pirî caran ecêbmayî dimînin ji ber ku textik bi xwe re ‘bêqisûrtiyê’jî tîne êdî dewsa rexneyê de an jî xebatên analîtîk de, rastiyên wekî ez begem dikim an jî begem nakim xwe didin der.

Me divê ji bo bi xelet neyê fam kirin em bi bîr bixin ku hêmayên wekî miftene ne perde ne. Hêmayên wanî her tim deriyan vedikin. Derî li deriyê vedike û bi vî awayî tu deriyê dadayî nahêle. Ma ne deriyên dadayî jî dawiya dawî perde ne.

*20.05.2006


Yorumlar