CÎHAN ROJ
Carna karwanî an jî ceribên di karwaniyan de deriyê gelek mehne û rastiyan in.
Bi kurtî:
Ji sala 1993an heya 1997an, li Mêrdînê, di sendîkaya perwerdehiyê de wekî sekreterê perwerdehiyê xebitîm. Ji 1996an şûn ve(rewş hinek aram bûbû) derdorek derket(pey re hay jê çêbûm bo şaredarî û wekîltiyan ketine nav "xebatan". * Di nav gel de, min û du, sê kesên din wekî "reformîst" dane ber propagandaya reş!
Peyva "reformîst"ê di wan salan de, wekî hûn jî texmîn dikin, cîyê xwe li ku didît! Û ger di wan salan de (û hê jî, bi awayek) ger hinan dest bi bêîtibarbûna we bikira, peyva "reformîst" jî bes bû hûn werin reşkirin!*
Êşiya bûm,gelek! 1997an de ji Mêrdînê derketim!
Pey re, bûm şahid û mînak hene, di edebîyatê de jî, ji "nifşê min" jê hinan, bi terz û awayên dîtir, lê bi heman bêbextiyê, li ser maseyan, bo bêîtibar bikin, bi awayek sextekarî, bi hêrîşên îndîrekt ên li ser maseyan, heman tiştî kirin ku min li ber çavên nifşê nû bêîtibar bihêlin çimkî gerek mera bişibandana xwe, çimkî afirîneriya hin kesan delîlê têkçûyîn û afireneriya wan bû, çimkî bi durişme, bi manîpûle û hêrişan dikaribûn "ciyê xwe" xweş kirana! Û heya wext û zemanekî heya cîyekî biserketin ku xwendevana li berhemên min sar bikin!
Lê difikirim peyva "klîkê" meselê teng dihêle çimkî seknek, mexsedek mijar e ku bo desthilatiya şexsî, komî an jî îdeolojîk... çeka bêîtibariyê tê bikaranîn; nagengêşin, bi rêyên ilmî, edebî, sîyasî nameşin, rasterast duristî û sekana jidil a mirovên durist û di sîyasetê de biexlaq û girseyan, bo nîyetên teng dihat/tê bikaranîn.
Hin kesên di qada edebîyatê de jî, bi awayek, xwe dispêrin hêza wan kes, "klîk" an jî desthilatiyan û derdoran ku li ser maseyan, bi paşgotiniyên derî exlaqê, carna li ser navê mexdûrîyetên edebî, bi manîpûlekirina hestên mirovan, bi ewantî û bi halê jirêzêbûnê... her li pey bûn bo xwe xweş bikin, gerek hinin din reş bikirana!***
Va me li heyatê me!
Bo kesên ku bo berjewendî û mexsedên xwe, çi bi navê sîyasetê be, çi bo mexsedên ranta edebî be, çi bo şan û şoretê be, kê çi kiribe hincet an jî çi bikaranîne, tevî berpirsiyarî û meselên exlaqî, ew kes wê bi çavên serê xe bibînin bê zeman û jiyan wexta cîyê wê tê, çi surprîzên xirab dertînin pêşberî merivan û "ciyê meriv" li ku kifş dikin! Em bûn û dibin şahid, qasî deh bîst sal beriya niha, di edebîyatê de, hukmê wan sekanan nemaye û ew di wê seknê de, bi awayek trajîk,wê bi tenê bimînin!
Heyat û zeman ne doşega bavê kesî ye!
*Reformîzm guhertinên demkî, gav bi gav û di hundirê sîstema heyî de digire, armanc, ne bi temamî hilweşîn e an jî şoreş e. Bawer î ew e ku bi reformên qanûnî, demokratîk an aborî dikare civakê baştir bike, bêyî ku bibe sedema têkçûn an şerê çînan.
Napirsim bê ya ku îro tê jîyîn tê çi mehnê û helbet şaş nabînim, ya rast jî ew e; di vê dewra dîjîtal û rewşa însanetî lê ye, îdeolojiyên teng, tenê xeyalên fantastîk in û hela hela meriv bindestên wekî miletê kurd, di wê çarçoveya teng de, têxe bin berpirsiyariyên wisa ên derî rasteqîniyê, ew tenê dibe sebebê trajediyan!
** Di bernameyan de, di panelan de, di nirxandinên kom û dîyalogên edebîyatê de, her bûm şahid ku wê kêliyê, xwendevan an jî dost û hezkiriyên edebîyatê, ji berhem an jî sohbet û analîzên min kêfxweş diman. Ez bi huzun dibişirîm çimkî min dizanî ew mirovên dilsoz, piştî biçin, li cem wan kesên reşkir, bi erênî behsa roman û berhemên min, behsa edebîyata min bikin, wê hema ewê çerxa reş a bêbext li wan kesan jî bigerînin!
Serpêhatî û bîranînên min ne hindik in!
Û beşdara sala 2016an de, li Mûşê, tevlî panela min bûbû, yekî gotinên te yên ku te di panelê de j hevaleke xwe re gotibû, li pey panelê, ji min re got. te wisa gotiye:
"Nivîskar gerek wisa bin; ew biaxivin û tu jî guhdar bikî." Min ew gotin wekî hêvî, bendewarî û telîmatek edebîyatê girtin.
Min gotinên te û ên gelek kesan her bo xwe kir berpirsiyarî û ez ê her bi hewl bim edebîyatê esas bigirim!
***Heya roja îro, çi qada sîyasî de be çi jî qada edebî û însanî de be, min kesî neêşand, hewl neda bêîtibar bikim, helbet di rexneyan de her bêmihnet tevgeriyam û di her sohbetê de min şîrove û analîzên xwe li ser rastiyên edebî kirin!Şahidên min hene, salên nodî de, min tu wext şaredarî, wekîltî an jî meqamek qada sîyasî ji xwe re nekir armanc çimkî min ji edebîyatê hez dikir û hê jî wisa ye!
Helbet ne reşbîn im, bi dehan xwendevanên xwendevan û hezkiriyên edebîyatê, heya roja îro her ji berhemên min razî man, qada romanê de bertekî û nirxandinên pir hêja hatin kirin û nîşandayîn. Ez ji azadiya qelema xwe, ji meşa xwe hem pir şa me hem jî bi israr û bi kelecan im.
Yorumlar
Yorum Gönder