KIN Û DIRÊJ; KAWA NEMIR Û HELBESTVANIYA KAWA NEMIR

 CÎHAN ROJ

Kawa Nemir bi kovargeriya xwe, bi taybetî, di karê wergerê de xwedî çîrokeke mihteşem e. Lê mijara me Kawa Nemir e, helbestvaniya Kawa Nemir e!

Kawa ji nêz ve dinasim, bi sohbet, bi camêrî û dilsoziya xwe mirovekî delal e.

Kawa Nemir, destpêka salên nodî de hingiya ji helbestên Cîhan Roj hez kirîye ji nas û dostan  pirsîye bê Cîhan Roj kî ye.

Kawa  wexta li Mêrdînê dima , bi pey ketibû Cîhan Roj wekî helbestvanekî têkçûyî binav bike, qey hewl daye bêhna wî were ber wî lê  ez bawer nakim mexseda wî hatibe cî, çimkî ne di destê wî de bû ne jî di destê min de bû ku di helbestê de têk biçim!

Destpêka salên 2000î de lîsteyek "Nifşê  Nodî" di medyayê de meşhûr bû, navê Kawa jî tê de bû.(Ew lîste dihat çi mehnê, çawa di medyayê de bûbû qebûl û jiber dihêlim li dera ha) Populerbûnek li ser medyayê dest pê kiribû. Piştî beşên Kurdolojiyê gav û geşedanên nû ên qada edebî de dest pê kir, helbet, bi awayek normal, li wir jî rewşek populer bû mijar. Mixabin coşa populerbûnê wekî gelek kesan Kawa jî dîsa xistibû zevta xwe!

Kawa Nemir yek ji wan kesan bû, li gorî min, tu carî baş li feraseta xwe ya şayîrbûnê mukir nehat, belkî jî mukir hat, wê îradeya şayîrtiyê rê neda, sebeb ger bêbeledbûn be an jî her çi be, li helbestvaniya xwe xwedî derneket, neparast! Di navbera bazara canabzî û lixwexwedîderektinê de ferq heye, qest  lixwexwedîderketin e!

Li bakur, Kawa Nemir ew kes bû,bi behreweriya wergêriya xwe, bi tevî têkiliya bi Kurdî re, di şîyîra xwe de, ji derfetên şîyîra cîhanê, gelek gav avêtin, gelek rê û dirban de meşîya û  ceribînên pir balkêş kirin. Şîyîrên wî jî wekî şîyîrên hin şayîran, dikare bo feraseta bikaranîna Kurdî bibin mînakên balkêş... Qelema Kawa bi dost û muhibtiya xwe a bi Kurdî re her dilsoz ma ku di wergêriya xwe de jî her hewl da Kurdî û  zimanên edebîyata dunyayê bi hev bide nasîn.

Ew şîyîrên bicerib yên ewqas balkêş, mixabin, ji îfadeyên jirêzê yên wekî, "zimanê akademîk, zimanê zor" neket rojeva xwendevan û medyayê lê helbet ger kesek xwe wek şayîr bi nav bike gerek jê haydar be bê şîyîrên Kawa Nemir çi ne, bi zimanekî çawa hatine nivîsîn û alî şîyîrê ve têne çi mehnê!

Heya vir bes e, tenê şîyîra Kawa Nemir ya bi sernavê "Bîşeng û Siya Werzeba" bi dest bixin û bixwînin!

Nîşe: Ez ne rexnegir im. Bala we lê be, li ser rê û rêzikên rexnegiriyê nivîsa xwe saz nakim. Wekî romanûs û şayîrek, wekî şahidek, hewl didim dîtinên xwe bi kurtî, gotina xwe bêjim! Di edebîyatan de her kes gerek gotina xwe bêje lê her kes ne rexnegir e, ne neçar rexnegir be jî bo gotin û dîtinên di karwaniyan de. Proust ne rexnegir bû lê hin gotinên ku Proust derheq fîgûrên meşhûr ên qada rexnegiriyê de  gotine di dîroka wêjeyê de cîyê xwe dîtine.

Ji salên nodî de haydar im bê wexta meriv gotina xwe dibêje carna çawa xisarê dide "şan û şoreta" xwe! De bila ez jî  neşibim her kesî, li ser navê edebîyatê gotina xwe bêjim de êdî diçe li ku disekine ew dizane; her wê kes nikaribe roman û şîyîran bikuje ê din ne muhîm e!

Carna gotina meriv dibêje bira gotinek cuda û balkêş be îhtimal e rê ji bo gav û şibakan vebike ji lewre gotina gotinê şert e!

Wekî gotina dawî, ez hê jî her bi hêvî me rojekê Kawa Nemir bi dosyayek li ser şiklê helbesta ku min mînak nîşan da derekve pêşberî xwendevanên xwe... 

Edebîyatê de meriv ne bibin heyranê kesî ne jî bibin heyranê xwe, bi tenê, meriv hem bibe xwendevanekî hêja ê edebîyatê û ew qas jî bixwebawer û objektîf  be bes e! Ger şayîrek şîyîrên baş binivîsîne û bi xwendevaniya xwe û sekana xwe li şîyîra xwe miqate nebe li wir meselên dîtir hene...

Hin gotin kin bû hin jê jî dirêj...

Bi hêviya roj û qelemên xweş ên edebîyatê; edebîyat heyat e heyat!



Yorumlar