EV ÇI ZIMAN E?*

 CÎHAN ROJ

"Acep sosrat
Beradayi beradayi konuşma
Bızot oldi
Beteşe
Behemt düştüm
Çaroğ ağızlı
Dıral avrat
Dol dol gezer
Gorbegor olesen
Kıjıldeme
Rutçiksiz herif
Sukumsuz
Zırboge
Ji bo kesên bi kurmancî+tirkî dizanin ‘ev ziman’,ne zimanekî biyan e! Ji bo mantelîteya fermî jî navê vî zimanî heye, “Devoka mehelî(niştecihî)”!
Helbet her kurd bi reseniya van biwêjan dizane:
Sosreta ecêb.
Axaftina beredayî .
Bûye bizot.
Bêteşe.
Ketina bêhemd.
Devçarox.
Tiralbûyîn.
Mîna tolan digere.
Gorbigorîbûyîn.
Neke qijtînî.
Li rûçikê wî/wê binihêre.
Bêsukum.
Zirboxe.(Boxe, tevlî kurmancî bûye. Biwêj hatiye afirandin. Biwêj di kurmancî de jî bi vî awayî tê bikaranîn.)"
Em analîz û rastiyên vê rewşê yên ji alî ziman ve bihêlên ji bo zimanzanan. Lê pirsek piçûk xwe dide der, ev rewş di heman demê de, hukum li raman û fikrên însan jî nake? Hukum li kesayetiyê nake? Kesayetiyek wanî dê çiqas bi kêrî xwe were, çiqas bi kêrî her kesî were?
Ev ziman çi ziman e?
Zimanê Şîlo! Ger bi tirkî nav lazim be ne zor e; beredayî dil!

 Û mixabin ew hal ji bêystatûbûna Kurdî û ji bandorên asîmîlasyonê qewimîye/diqewime. 

  2007

Yorumlar