ÇÎROKA KURD Û KURMANCÎ*

                              Cîhan Roj

Di vê nivîsê de emê du rastiyan bi bîr bixin ku bi gelemperî sedem in da edebîyata kurd bilikume, bi taybetî çîroka kurdî wekî cûreyek edebîyata nivîskî di nav lêgerînekê de be.

1.Rastiya cografya kurdan a kulturî .

      2.Rastiya kurdan a sîyasî .

Cografya kurdan a kulturî çiqas kûr û dûr be ew qas jî rengîn e. Ziman û çanda kurd bi awayek ji rastiyên mezopotamyayê ne. Têkiliya wê bi çandên Anatolî re jî her hebûye. Ev rastî bûne sedem ku di çanda devkî de afirînerî her hebe. Destan, çîrçîrok, efsane û dengbêjî vî tiştî diselmînin. Ji bo çandên kevnare afirîneriya di mûzîkê de, pîvanek muhîm bûye. Herwiha destan jî wisa ne. Ev herdu ber jî pêşketîbûne.

Ev rastî bûne sedem ku vebêjî şêweyekê bi reng bike. Ew şêweyê kevnare her berdewam bûye.

Wexta ku hêza nivîsê xwe daye der, rastiya kurdan a sîyasî nehiştî ye kurd bi çanda nivîskî xwe der bibin. Zimanê wan, çanda wan, her bi berên çanda devkî re rû bi rû mane. Ji derî wexta kilasîkan, rewşa kambax her berdewam bûye.

Heger em îro ro bala xwe bidinê yek ji hewldanên nivîskaran ew e ku xwe ji şêweya vebêjiya çanda devkî bikin.

Bi rastiya sîyasî a kurdan re di her wextî de însanan nikaribûne xwe ji êşên malbata xwe, civaka xwe, welatê xwe bikin. Çîrok bi awayek xwe li kêliyan digire, bi kitekitên jiyanê û rastiyên takekes re bi şikil dibe. Ji ber rastiyan, kesên kurd her dikaribûn daristanê bibînin, çavên wan bi darekê biketa jî ew dar ne muhîm bû!

Ji ber van egeran, pirî caran, nivîskaran lez kir, di çîroknûsiyê de jî xwestin heyfa bi hezaran salan bigirin; bi lezûbez gelek qonaxan li dû xwe bihêlin. Ev jî bû sedem ji alî vegotin û şêweyê ve texlîdek sayakî xwe bide der lewre bi awayek derûnî nivîskaran çavên xwe li berên hezaran salan girtin. Emê li vir pirsekê bikin; gelo kîjan nivîskarî derfetên derbirînê ê çandên mezopotamya baş lêkola, bi tevî derfetên edebîyata modern û postmodern xwerûbûnekê bi dest xist? Helbet dem ne dema çîrçîrok û efsaneyan e, ne dema dengbêjiyê ye jî lê wekî alternatîfekê edebîyata nivîskî hê jî baş bi cî nebûye. Ji alî edebîyata ceribî ve valahiyek mezin heye.

Em ji efsaneyan re, ji dastanan re, ji kilamên dengbêjan re, nebêjin, “na” lê ji alî teknîk, vegotin û jiyana takekesî ve emê gişkan bidin hêlekê, an jî red bikin!

Li hêlekê texlîda sayakî li alî din jî girêdaneke şidyayî bi awayên çanda devkî re heye, ev her du nêziktêdayîn jî bi xelet in.

Dubarekerina wan bermahiyan xisletê çanda devkî ye, çanda nivîskî cîhanek din e. Hûn dibînin gelek însan hê jî çîrokên dema zarokatiya xwe bi bîr tînin, kêm kes dikarin bêjin ku min filan çîroka modern xwend, ma di dil û hişê min de. Ev ne bi serkeftin an jî ne serkeftina çîroka modern ve raste rast girêdayî ye, hinek jî ji rastiya xwendevan xwe dide der.

Em hê jî ji alî mekan û lehengan ve, ji alî kêliyên jiyanê ve dikarin behsa çîroka zaravayan bikin(bi gelemperî), em nikarin behsa çîroka kurd bikin. Ev jî rasterast bi rastiya sîyasî ve girêdayî ye. Ne behsa ziman dikim, hê jî bakûrîyek baş nikare başûr ji bo berhema xwe bike mekan an jî kêliyek ji jiyana bakûr an jî rojhilat di çîroka xwe de vebêje, berevajî vê rewşê jî heman rastî ye. Wexta behsa kurd, cografya kurd dikim behsa edebîyatekê, çandekê dikim ku dikaribû/e gelek tiştan tevlî edebîyata cîhanê bike. Nîyeta min ne ew tişt e ku bi tenê bi peyva kurd xwe ji her tiştî rizgar bikim, an jî wan navdêrên neteweyî ji bo xwe û nivîsa xwe bikim sîwan da di bin sîwanê de xwe veşêrim.

Heger em bi taybetî behsa çîroka kurmancî bikin, pirî çîrokên kurmancî wekî îstidayekê ne; ev îstida her ku hatibin nivîsîn jî mişt bi awayê vegotina devkî an jî texlîdên sayakî xwe didin der. Tê de ceribên teknîkî kêm in.

Takekes ne bi xwe re, bi kêliyên jiyana xwe re, bi azadiya xwe re, bi eşqên xwe re mijûl e; ew hê jî bi êşên civaka xwe re, bi êşên welatê xwe, bi êşên nas û dostên xwe re mijûl e, ev çi bi xwestek be çi jî ji bêhemdiyê be rastiya nivîskaran e, helbet gelek nivîskar haydarî vê rastiyê ne, lê çiqas dikarin xwe ji vî halî bikin, çîrokê wekî çêjeke edebî bikin xem, ev rastiyek din e. Helbet ê edebîyat û çîrok êşan vebêjin, lê kes bi qasî me kurdan behsa êşan nake, mixabin berhemên ku bûne sedem da em êşan hîs bikin gelek kêm in. Ev jî rê dide ku ji alî afirînerî honak, ziman û vebêjiyê ve hê problemên bingehîn nehatine çareserkirin.*

Çîroka ku maye di bin bandora awayê vegotina dastan, efsane, çîrçîrokan de, nikare xwe ji derbirînên kilîşeyî bike, gotin tê de qure, qube û diruşmeyî ne. Xwendevanên rojhilatî hînî çîrokên têkçûyînan, hînî çîrokên mirovên lawaz nebûne! Lê em dizanin edebîyata modern bêtir çîroka mirovên têkçûyî û bi tenê ne ye. Li vir me divê em çîroka “Eyloyê Pîr” bi bîr bînin ku ew çîrok  gelek tiştên di vê nivîsê de bi awayek erênî diselmîne.

Çi ecêb e ev gelê ku ew qas bobelat bi serî de hatiye hê jî di edebîyata xwe de ne hakimê çîrokên kêlî û takekesan e; “enfal” tê gotin lê nayê vegotin!

 Çîrok şeran vedibêje lê gere zimanê şeran venebijêre, bi awayê şeran venebêje. Carna jî heman karesat dibin hawar û lavahî, nabin çîrok ji alî tevn, vegotin û teknîkî ve. Di rastiya jiyanê de çawa em dev lî kê vebikin ê halê girî xwe bide der di edebîyatê de jî bi awayek kes di vî halî de ne. Ev bêçaretî ye, ger di warên din de hinek bêçaretî hebe jî edebîyat gere rê nede bêçaretiyê, ji bêçaretiyê nefret bike.

Kêlî û çîrokên takekesan ji bo edebîyatê muhîm in. Gelo mirovek ku wexta di enfalê de mir çavên wê/î ji bo çi vekirî man? Wê rojê çi pîlan û pûşnameyên wê/wî hebûn. Wî ê wê rojê çi xeyal bikira?

Bi sedan çîrok hene ku bi babetên xwe roman in lê bi şiklê xwe çîrok in. Ev ne ji bo rexneyê ye, ji ber zêdebûna melzemeyan e pirî caran.

Ji bo em karibin sedemên li jor nehêlin li meydanê, xeyalkirina jiyanên nû me divê. Ji alî tevn û honakê ve ji alî tehmê ve edebîyat karibe jiyanekê pêşkêş bike ê gelek gavên hêja bêne avêtin. Hin gav li dû man;

Ji bo hînkirinê vegotinên çîroka me henin, ji bo vebêjiyê vegotinên çîrokên edebîyata me henin, ji bo binavkirinê vegotinên çîrokên me henin, ji bo selmandinê vegotinên çîrokên me henin, vegotinên lîrîk û epîk jî ne kêm in, lê vegotinên mîzahî û ên fantastîk û çîrokî ne zêde ne.

Ji alî jiyan û mekanan ve kurd û nivîskariya kurd çiqas rengîn û dewlemend e lê ji alî vegotinê ve em nikarin behsa heman dewlemendiyê bikin. Ev gere bi berfirehî bête gengêşîn. Îro bi dehan nivîskarên kurd li dehan welatan dijîn lê hûn nikarin çîroka takekesên kurd a li wan welatan bixwînin.

Ji ber ku hêza nivîskariyê kêm bû nikaribûn ji jiyana kurdan a heya niha kêliyên edebî bihonin, ên honandin jî bi awayek stûr ne bi zimanekî edebî honandin. Niha em dibînin gelek kesan wan deriyan dadan e!

Wekî gotina dawî, çîrok ne ew cûre ye ku bibe hola helbest û romanê. Ji dema kilasîkan heya niha çîroka kurmancî ma di bin siya helbestê de îro ro jî em dibînin çîrok di bin siya romanê de dimîne.

 

* Ezê li vir îdaya ku gelek caran hatiye derbirîn dîsa bi bîr bixim; hin berhemên ku ji alî xwendevanan ve îro ro baş têne dîtin di hişê nivîskaran de pêşî bi zimanekî din hatiye fikirîn, nivîsandin hê li kurmancî hatiye wergerandin. Ev ne îdayek ji rêzê ye, emê karibin bi gelek berheman biselmînin jî. Ji ber ku raste rast eleqeya wê bi nivîsa me re nîn e bila niha bimîne li dera ha. Ev îda ji bo kesên bi tirkî dizanin rastiyek e, ez nizanim nivîkarên bi erebî dizanin jî vî tiştî dikin an na!

*Kovara peyv hej:58 

Yorumlar