BÎ DÎZKA BEHLÛL*


Binyata vê gotinê dibêjin mirovekê got êkê: Heke to îşev li vê gola avê da bimînî heta siharê ez ê keça xwe bidim te; belê bi şertê to neçî li ber çi agira û çi agira jî ne înî ber xwe. Mêrik li gola avê da ma. Ji nîva şevê pêda av lê bî qeşa û qerisî. 

Roja paşî heta nêzîkî nîvro bi kotekî jê derket;pişfî hat der got babê keçê: "De vêca keça xwe li min mehir bike." Babê keçê got: Baş e, belê tê sond bixûy to şevê dî ne çûyî li ber çi agira û yan çi agir te ne anîne li ba xwe? Mêrikê li golê da sond xwar ez şevê dî ji gola avê da derneketime û min çi agir jî nanîne li ba xwe û te bi xwe dît çawa ew av li min bibî qeşa heta nêzîkî nîvro. Min ne karî ez jê derkevim! Bavê keçê got: De sond bixwe te şevê dî agir bi çavê xwe ne dîtîye? Mêrik sond xwar min şevê dî agir bi çavê xwe ne dîye, ji bilî agrê şivana li quntara çîyayî bi qonaxekê ji min dûr. Babê keçê got: Ez qebûlnakim to bi wî agirî germ dibî.

Mêrik got: Em ê rabin li ba Behlul şer'îet, çaxê çûn doza xwe gotin; Behlul got: Ez ê firavînê ji hewe ra çêkim, firavîna xwe bixwim paşî ez ê doza hewe safî bikim. Behlul rabî dîzik danî li ser devê rojnê -rojin ew kuna li ser banî ye li semta tifika agirî, çunkî berê sope pirêmiz nebîn agir li tifkê da xweş kir, rûniştin xwarê - paşê çendekê babê keçikê got: Li me dereng e, em ê rabin. Behlul got: Bila firavîn çêbit paşî. Û dîsa xwe kerrkirin. Bî nêzîkî nîvro bavê keçikê got: Em ê rabin çaxê me nema! Behlul got: Heta hon firavînê nexwin hon ranabin. Bavê keçikê got: Pa ne em nîşanê firavînê nabînin? Behlul got: Belêêê.. wa dîzik li ser devê rojnê ye û eve ez ê agirî xweş dikim, heta firavîn çêbît.

Babê keçikê got : De mal ava xelik dibêjin behlul dîne, em dibêjin herê çima hon we dibêjin! Deka to bi Xuda dînatî ji vê mezintir heye? Dîzik li ser devê rojnê û agir li tifikê da wê ji me ra firavînê çêkit! Behlul got: Çima ma agir nexweş e? 

Babê keçê got: Tiredîno dîzik dûr e agir têhnê lê nakit.

Behlul got: Baş e, pa ya wijdan madem to dizanî agir têhnê li dîzika li ser banî nakit û hemî dîzik deh pîyaji agir ne dûr e, pa şawa agirê şivana bi şevê têhîn daye mirovê li gola avê û qunaxekê jê dûr? De rabe here keça xwe bidê heyne ez ê senî menîya bi serê te bînim.

*Ji xebata Mele Mehmûd Dêrşewî a bi navê "Ji Gotinê Pêşîya"

Yorumlar