XEYALÊN AZAD, DÎMENÊ DÎTBARÎYÊ SABÎT ÊN ÇÊKİRÎ*

 


Cihan Roj

 

Di edebîyatê de, hûrgulî, wekî dane û krîterên nayên îhmalkirin têne dîtin; ji bo edebîyateke xwendevanî û asta xwendevaniyê, nêrît û cîyê edebîyatê çiqas serê mirovan pê re mijûl bin jî, carna, xweserî edebîyatên niştecihî û ên li pey geşedanên “lezgîn”in hûrgulî gelek mehneyan didin der ku meriv mijar û rewşên karwaniyê de bike meselên serêşê.

Dibe ku, were gotin bê edebîyat, ji alî hin mijaran ve, bi her halê xwe pirhêl e, pirreng e, pirdeng e, bi alternatîf, serkeftin û têkçûyînan re xweserî xwe ye ku bo her edebîyatê, bi awayek, heqîqetek e.

Bêyî mijarê bikşînim qada lêkolerî an jî pisporiyê, wekî ji rastî û dîmenên rojane ên edebîyata kurd a bakûr, ez ê hewl bidim bi bîr bixim ku bê hin kiryar hem alî edebîyata dunayê ve hem jî bo edebîyata me, bi xisar in, ji gelek sebeban biqewimin jî, di encamê de, hêjayê gengêşiyan in ku divê were rojevê, were gengêşîn û li pey, helbet êdî wê bibin mesela tercîhan, kê çi kiribe, bike jî ew ê, bi zemên re, bibe xwedî fikrekê bê ka li ser rastiyê bûye an na!

Bi pirsekê re, ez ê mijara vê nivîsê bînim ziman; gelo çima divê em Mem û Zîn, Îlyada û Odîseya tenê bi “gotinan” bihêlin? An jî pirsê bi awayek din bikim; gelo ma durist e ku em ji bo fîgûrên mîtolojîk an jî kevnar, ji bo destan an jî hin metnan resiman çêkin, bi derfetên dîjîtal dîmen û vîdyoyan çêbikin? Ev kiryar, nîyet her çi be, bi rastî kiryareke ji rêzê ye an afirînerî û hunerî ye?

Serî de bêjim, pirsgirêkek gelek kûr û muhîm a li merîyetê ye: Gava em destanên mezin ên wekî Îlyada, Odîseya, Mem û Zînê dixwînin, di hişê me de wêneyekî bêhempa, şexsî û(li gorî feraseta xeyalan) zindî çê dibe. Ew wêne ne sabit e, ne jî yekreng e; bi her xwînerî, bi her guhdarî û bi her xwendinê re, em dîsa li destanan vedigerin, ew wêne(wêneyê peyv û gotinan yê di serê me de şikilgirtî) diguhere, mezin dibe, kûrtir dibe.

Lê gava tu wî wêneyê “sabît” bikî (bi resmek, bi fîlmek, bi vîdyoyekê...), tu wê sira xwezayî, wê meraqa bêdawî û wê azadiya xeyalî dikujî. Ev ne tenê mijareke estetîk e, ev mijareke bingehîn a huner û edebiyatê ye: Xeyalên mirov yên herî azad û bêsînor di nav gotinan de dijîn, ne di wêneyên çêkirî de. Çima em bi destê xwe bibin sebeb wêne û vîdyo xeyalên me biçewisînin? Gotin ne “wêne” ne, ew “çêkerê wêneyan” in.

Mem û Zîn yek ji mîrata Kurdî ya herî mezin e. Mem ne “ciwanekî li ser xwe yê alûs” e, ew di hişê me de bûye sembola evîna safîzelal, ya bêdawî, ya ku ji mirinê jî xurtir e. Zîn ne “delaleke bedew a delalan e”, ew bûye sembola azadiya jinê, ya berxwedana eşq û hezkirinê.

Lê li ser berga pirtûkeke li ser Memê Alan tu wêneyek xêzkirî bisêwirî, tu midaxeleyê sêwirîn û xeyala xwendevanan a derheq destanê de dikî, ger metin, li hêlekê, bi her xwendevanî re li xwe zêde bike, were sêwirîn, karekter, şikl û şemal û gelek taybetiyên wan jî ji bo sêwirîn û xeyalên xwendevan muhîm in û gerek bimîne bo wan!

Lê heke tu îro here YouTubê û vîdyoyeke “Mem û Zîn” ya bi lîstikvanan bibînî, tu ê çi bibînî? Du lîstikvanên navdar, bi cil û bergên nûjen, bi makyajeke giran û bi dîyalogên xirab. Û ew wêneyê li ser Mem û Zîna di hişê me de bo sêwirînê li ciyê xwe dicemide.

Ev ne tenê “adaptasyon” e, ev qirkirineke xeyalî ye, xesandina sêwirînê ye.

Mînak, gava Gregor Samsa şiyar dibe û dibîne ku bûye kêzik, Kafka tu carî nabêje “çi cûre kêzik e”. Çima? Ji ber ku ew dixwaze tu bi xwe bifikirî, bi xwe bitirsî, bi xwe şaş bimînî. Lê heke tu fîlmekê çê bikî, divê tu kêzikekê hilbijêrî. Û bi vî awayî, tu sira wê ya herî mezin dikujî. Dev ji fîlmê berdin, tu rabî bi hişê çêkirî kêzikekê bidî çêkirin û wekî kêzika Kafka bikarbînî li wir êdî dejenere bûn û qirkirinek dibe mijar.

Aliyê hunerî û felsefîk ê hunera herî bilind ew e ku tu xwîner/guhdar bikî hevkarê xwe. Dema Ehmedê Xanî Mem û Zîn dinivîse, ew ne tenê çîrokekê vedibêje, ew ji te re dibêje: “Va ye ev çîrok, niha tu jî têna ser, tu jî wê di hişê xwe de ji nû ve ava bike.” Ev ne tenê çîrok e, ev ayîneke hevbeş e.Wêneyên sabit (resim, fîlm, vîdyo) wê ayînê qels dikin. Ev bi tenê ne windakirina xeyalê ye, têkbirina azadiyê ye.

Divê em Îlyada, Odîseya, Mem û Zîn, Gîlgamêş, Şahname û hemû destanên mezin tenê bi gotinan bihêlin. Fîgûran bi halê xwe bihêlin; îcab nake em Wêneyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran çêbikin, îcab nake em Evdalê zeynikê, bi mehereta hişê çêkirî wekî bilûrvanekî, dengbêjekî li şevbuhurkan saz bikin û resmê wî çêbikin an jî xêz bikin, dibe midaxele! Bila ew di nav rûpelan de bijîn, di nav dengê dayikan de bijîn, di nav xeyalên me de bijîn. Bila her xwînerê nû Memekî nû, Zînekî nû, Akhilleusêkî nû, Odîseusekî nû biafirîne. Çimkî gava tu wî Memî dikî wêneyekî sabît, tu ne tenê wî dikujî, tu parçeyekî ji xeyala me ya kolektîf û takekesî asteng dikî belkî bibî sebebê kuştinê jî. Bila ew di hişê me de bijîn, bêsînor, bêwêne, bêdawî.

2

Ev nêrîn ne nêrîneke nû ye, ne jî tenê ya me Kurdan e. Di dîroka edebiyata cîhanê de gelek nivîskarên mezin bi tundî li dijî wênekirina berhemên xwe derketine. Hinan heta di wesiyetên xwe de qedexeya fîlm û wêneyan danîne!

Em dîsa Franz Kafka bi bîr bixin tê destnîşnakirin ku wî di nameyên xwe de ji weşanxaneya xwe re bi eşkereyî nivîsîye:

“Tişta ku li ser berga pirtûkê be, bila ne kêzikek be. Ez naxwazim mirov Gregor wekî kêzikekê bibînin. Ez nexwazim wî bi wêneyekê sînordar bikin.”

Ehmedê Xanî (1650–1707)Di Mem û Zînê de, Xanî bi xwe dibêje :

“Ev çîrok ne ya min e, ya dilê we ye/Her kesê ku guhdarî dike, ew ê bibe xwediyê wê”

Ev ne tenê gotineke helbestvanî ye, ev felsefeya wî ye: Çîrok ne ya nivîskar e, ya guhdar e. Yanî wî bi xwe jî qebûl dikir ku Mem û Zîn di hişê her guhdarî de cuda ye.

Wan dizanibû ku hunera gotinê di azadiya xeyalê de ye. Gava tu wê xeyalê digirî, bi zincîra wêneyên sabit, tu ne tenê berhemê, tu ruhê wê yê herî bilind jî dikujî. Ji ber vê yekê em Kurd, ku xwediyê yek ji wan destanên herî bilind ên cîhanê ne, divê em bi taybetî hişyar bin.

Bila Mem û Zîn her tim di devê dayikan de, di xwendevanên ciwan de, di dengê stranbêjan de bijîn–lê ne di fîlmekê de, ne di dîzîyekê de, ne di wêneyekê de. Çimkî gava tu Memê xwe didî destê lîstikvanekî, tu Memê xwe winda dikî.

Û gava tu Zîna xwe didî destê stûdyoyekê, tu Zîna xwe winda dikî. Bila ew di dilê me de bimînin, bê wêne, bê sînor, bê mirin.

Û tu fîgûr û azadê dewra xwe yî ku li gorî sêwirîn û xeyalên vê dewrê her melzeme, sekn û nêzikahiyê li ser esasê vê dewrê bigengêşî, çêkî, xan bikî û an jî gelek seknan xirab bikî. Li ser navê dewra xwe, huner û edebîyata xwe saz bikî.

Ne mafê te ye tu fîgûrên wan dewran bo mexsedên xwe yên nîyetbaş û ên bi nîyeta bazarê rastgele bi kar bînî!

3

Gunehê herî mezin ê edebî û hunerî ye resmê jinê li kêleka şîyîrê be! Û niha em werin ser gunehekî din ê ku dilê min diêşîne, gunehekî ku her roj di medyaya civakî de tê kirin û bi lez belav dibe.

Bifikirin ku hûn şîyîrekê lê dikin, pey re diçin resmê jinekê li kêlek şîyîra xwe diweşînin! Ev rasterast ne bi wê mijarê ve girêdayî be jî ew jî arîşeyek mezin e ku bi heman bêxemîyê tê kirin, wekî berdewamiya nivîsê em wê kiryarê jî bi bîr bixin, xisarên wê destnîşan bikin.

Tu şîîrekê dinivîsî… dilê te diherike, xeyalê te diçirûsîne, ruhê te bi evînê tijî dibe.

Û paşê…

Tu dikevî înternetê, resmê jineke bedew a bi çavên şîn û lêvên sor dibînî (resmeke Hişê Çêkirî çê kiriye, an jî ya modelekê ya nenas, an jî ji kartpostalan û ji xebatên wênesazên meşhûr)

Û tu wê li kêleka şîyîra xwe diweşînî! Ev ne tenê xeletiyekê estetîk e. Ev ne tenê bêhurmetiyek e. Ev êrişeke rasterast e li ser ruhê şîyîrê ye! Çima? Ma şîyîr poster e!

Gava tu resmê jineke bedew li kêleka şîyîrê diweşînî, tu şîyîra xwe dikî “kincê wê jinê”.

Xwendevan êdî şîyîrê nabîne; lêvên wê yên sor, çavên wê yên şîn, stûyê wê yê spî... dibîne. Û şîyîr te dimire di bin wê bedewiya sexte de. Tu jinê dikişînî nav şîyîra xwe bê destûra wê! Heqê me heye em li vir lê bikevin şikê ku tu jî ji şîyîra xwe ne beled î, hurmet li şayîrtiya xwe nagirî, bo te tenê navûdengê rojane an jî ê qada sanal muhîm e! Meriv çawa ew şayîrên ku şîyîra xwe bike qurbana her mexsedê? Meriv şayîr be û azadiya şîyîra xwe, hebûna şîyîra xwe neke egera serbilindiyê wê şîyîr çi navî li me dayne? Esasê xwe de, durişme, gotinên bi mexsed ên qîreqîr jî dişibin wê rastiyê ku kesên bêyferaset hewl didin li ser bedena jinê xwe tatmîn bikin, wekî dengê tenekê, di nav girseyan de deng bidin!

Na, qelemdaro na!

Şîyîr ne hewceyê resmê jinê ye. Şîyîr ne hewceyê çavên şîn e. Şîyîr ne hewceyê coş û jixweçûyînên bi mexsed in ku dengê çepikê girseyan bigihîne me û em jî zikê rebeniya xwe têr bikin, deşarj bin. Halbukî xwendevanekî jêhatî dikare gelek şayîrên wisa ji bêrîka qelema xwe derîne!

Şîyîr hewceyê dilê te ye, şîyîr hewceyê azadiya xwe ye lê tu rabî şîyîrê bikî qurban û pey re şîyîrên eşqê binivîsînî, di serî de, wê kîjan xwendevanên dildar, hezkirinê bi te û bi baweriya te ya bi hunerê, ya bi şîyîrê û bi hezkirinê beled bin?

Îcabê dirêjkirinê nake; tu diçî pirtûka Memê Alan dikirî. Li bergê dinihêrî wêneyê Mem û Zînê hatiye çêkirin, wê kêlîkê de, tu dikevî nav şîroveya hunerî a derheq wê xêzkirin an jî resmê de...

Ew bi tenê jî dikare têkiliya te û berhemê, xeyalên te û texeyûlên te manîpûle bike.

Hadê em bêjin, te guh li heqîqetên wisa nekir îja derdê ser derda ger tu ne hunerm-mendek afirîner bî, ger hunera te ya resimkirin, xêzkirinê lawaz be an jî tu bi “cesareteke mezin” bêyî berpirsiyarî û bêyî bifikirî, bi fîgûrên dîjîtal bidî çêkirin ku tu nikaribî şîrove bikî bê ew çêkerî çiqas dikare destanekê welew fîgûrekê temsîl bike, a wê wextê me teze safî kir!

Wekî encam, hûrgulî yek ji neynikên herî muhîm in ku meriv karibe tê de xwe û gelek rastiyên edebî bibîne, lê bi me hûrguliyên wisa wekî mîsala daweta gur û rûvî be, meriv tenê kare bêje, helal be ji we re, qey aqilê we bêhtir dibire!

4

Têkiliyên bi hişên çêkirî re, bikarhêneriya hişê çêkirî, a alî hunerî û nivîsînê ve jî ew dîyarde ne, bibin mijara gengêşiyê ku min hewl da ez bi kurtî, meselê wekî bîrxistin li berdewamiya vê nivîsê zêde bikim ku di akrawaniyê de meriv pêrgî hin hûrgulî û qewimînan tê ku ew jî mijarên serêşê ne!

Ger alî ilmî, hunerî û edebî ve tu realîteya hişê çêkirî nizanibî, tu nikairibî bi kar bînî, tuyê piştî deman bikevî rewşeke wisa ku tuyê bi xwe ji xwe û ji nivîsakriya xwe aciz bî!

Rast e, hişê çêkirî gelek derfetan dide dest û qada hunerî û edebî de jî êdî parçeyek ji wê heqîqetê ye. Lê divê em tu carî ji bîr nekin ew bêhîs e, bêhest e... ji lewre qada edebî û nivîsê de, alî afirînerî ve nikare gelek tiştan wekî însan bisêwirîne.

Ew li ser analîza daneyan diafirîne û saz dike. Wextekê kesên pir zengîn an jî meşhûr(ji ber ku hêza wan a nivîskarî û afirîneriyê tunebû, pere didan nivîskarên kêrhatî serpêhatî an jî bîranînên xwe didan nivîsîn an jî jiyana xwe bi destê wan dikirin roman!

Bifikirin, ji wan kesan yek jê jî alî nivîsê ve xwedî feraset bûye, afirîner bûye lê ji pirtûkên derheq nivîskariyê û ji nivîskarek meşhûr agahî girtiye, pê şêwiriye û romana xwe bi destê xwe nivîsîye.

Li yekî din bifikirin, tu afirînerî û feraset pê re tunebûye, tenê perê wî hebûye, bûyer û xalên jiyana xwe ji nivîskar re gotibe, sîparîş kiribe...

Esas, di nivîs û nivîskariyê de jî heman tişt bi awayek din diqewime; meriv bêferaset û ji afirîneryê dûr be jî di dewsa pere de, derfet heye meriv sîparîş bide hişê çêkirî ew jî binivîse, meriv tatmînekê bijî!

Li alî din ferasetên meriv hebin, alyê meriv ê afirînerî û hunerî be lê meriv di gelek hêl û mijaran de ji hişê çêkirî sûd û derfet bigire, nivîsa xwe, bi destê xwe binivîsîne!

 

*2025-12-01 www.kurdaraştirmalari.com

 

Yorumlar