CÎHAN ROJ
1
Her destan, efsane û çîrçîrok têne
sêwirîn, çi ji aqlê şîrîg be çi jî ji pariya takekes û şexsan bin ew têne
sêwirîn. Ji alî sêwirînê ve, destana Siyaben û Xecê destaneke balkêş e.
Siyaben bi pey felekê ketibû ku
"şerê felekê" bike, ev ji alî her Kurdî ve tê fehm kirin û sebeb
diyar in,lê gelo çima Siyaben ji Silîva bi rê ketibû û heya Bedlîsê hatibû?
Ev ne tesadif e; ew awa sêwirîn
dikare bibe bingeh ji bo gelek pirsan; mîsal meriv dikare li gorî aqlê xwe bêje
ew ber bi rojhilat ve meşiya ye ku roj lê hil tê, belê, gelek fikrên din jî
dikarin werin hişê merivan lê hevdîtina Siyaben û Qedmgêtran hemî texmînan
didin hêlekê û me ber bi birîneke neteweyî ve dibin çimkî di destanê de
Qedêgêtran "aqil" temsîl dike, Siyaben jî 'kesê çavên seriyan
lê tarî, hestiyar û evîndar' temsîl dike...
Em bi bîr bînin ku Farqîn bi awayek
dewletê û Merwaniyan bi bîra me tîne, Bedlîs jî Mîrekiyek xweş
organîzekirî ya ji alî kulturî ve rengîn û kûr e; nivîsevanî, huner, ilim gelek
li pêş bûne.
Qedêgêtran hukum û desthilatiya
Siyaben qebûl dike, dibe birayê piçûk lê ji Siyaben hêviya wî ew e
ku xwe li ya aqil bigire, ew pişt bidin hev da ku bi rihetî karibin şerê
felekê bikin.
Siyaben û Xecê dibin evîndarê
hev, Siyaben diçe Xelatê lê dexesî û şik dikeve dilê wî, ew bi Qedêgêtran bawer
nabe, dibêje, lê ku ez ê biçim Xelatê û Qedêgêtran Xecê ji xwe rebibe, ew şik
dil û aqil bi Siyaben re nahêle, radibe destê Qedêgêtran girê dide. Qedêgêtranê
ku êdî dawiya xwe û Siyaben dibîne, bi neçarî li hemberî “felekê” dest datîne!
Belê, Siyabenê Silîvî û Qedêgêtranê
Bedlîsê xwe li şerê felekê girtine lê “felek” eşqekê dertîne pêşiya
Siyabenê hêtîm yê ku hezkirin nedîtiye, yê ku hînî hezkirinê nebûye, ji ber ku
Siyaben li hemberî hezkirinê, eşqê têk diçe li hemberî felekê jî têk diçe!
Destan me dibe ser wê fikrê ku yên nizanibin, yên nikaribin bi “aqilane” hez
bikin ew ê li hemberî “felek”ê têk biçin!
Destan, bi awayek, bi bîra merivan
dixe ku di hezkirinê de beledî şert e.
Silîva û Bedlîs weke dewlet-mîrekî
ne, yên hewl dane şerê felekê bikin jî Silîvî û Bedlîsî ne, lê Xecê? Belê
malbavanê Xecê ne kesên mîrekiyan in, ew Koçer- eşîr in ku di destanê de ew tu
hurmet li hezkirin û eşqê nagirin, hêriş dibin ser hezkirina Siyaben û Xecê.
Ev bi awayek me dibe dewra mîrekî û
dewletan ku wî wextî pergala eşîrîyê arîşe bûye.Li hêlekê “felek”(qeder) tê
rojevê li alî din jî eşîriya bi navê lêzimtiyê hewl dide dest deyne ser Xecê û
tu hurmet li hezkirinê nayê girtin, yek ji sebebê têkçûyîna eşqê û şerê felekê
jî nêzikahiyên eşîrî yên malbavnê Xecê ne. Qedêgêtranê çanda mîrekî bajariyê
temsîl dike û Siyabenê hêtîm yê li ber destê ap û amojinê mezin bûye, bi pey
dikeve qedera xwe biguhere ku ew “bêkes-bindestekî” Silîvî ye!
Ev destan xalîçeya pergalên
rêveberiyê, kodên sebeban ya jiyana Kurdan e. Destana eşq û trajediya yekitiya
neteweyî ye ku bi van nîşeyan, bi hewla nivîsîna Mala Baz de mi nîyet kir ku ew
destana mihteşem bi hêlên xwe yên wisa muhîm were rojevê.
Heya niha, exlebe, destan ji ber
têkçûyîna eşqê hew weke “şîneke bo eşqê” hatiye rojevê.
Gelek bextewar û kêfxweş im ku min
destanê, bi awayek, kir parçeyek sêwirîna romana Mala Baz, bi wî awayî, di
şevên ker û lal de pirsên ku min ji destanê dikirin, pirsên ku min derheq
dîrokê de ji xewn û xeyalên xwe dikirin ew pirs bûn sebeb ku ez bi çavek din,
bi hişek dîtir li destanê binihêrim.Çi kêfxweş im ku ew pirs bûn sebeb ew
destan di dil û mejiyê min de ciyê xwe yê mihteşem bigire ku wê rojekê Kurd vê
destanê di asta Memê Alan(Mem û Zîn) de bibînin ku her du destan ji
gelek hêlan ve hêjayê berawirdkirinê ne.
2
Ji bo meriv bi hemd karibe xwe
bigihîne edebîyata dunyayê û ji bo ku meriv karibe bi vî zimanî edebîyateke
modern biafirîne, ew kod û xalîçeyên kulturî şert e ku yek bi yek were lêkolîn
û were analîz kirin. Destanên Girekiyan bingeh in ji bo edebîyata modern ya
Ewropayê, ma îcab dike ku meriv van rastiyan bi bîr bixe!
Ji alî nêzikahiyê ve ez haydarî xwe
me û edebîyata dunyayê ji bo min armanc û rêya nêz û dûr e lê meseleya ziman,
meselya afirîneriya bi vî zimanî rastiyeke din e; ji bo ev ziman bi ruh û bi
can be şert e ku were deşîfre kirin, şert e ku rehê wî yên di nav ber û
berhemên mêj de werin dîtin, şert e ku ev ziman bi zimanên din re bikeve
têkiliyê û bi wî awayî, hêlên xwe yên rizyayî biterikîne…
Folklornasî warek gelek muhîm e ku
ew kar jî karek profesyonelî ye, ya ku ez dikim şîrove, not û bertekiyên ji
xwendinê ne ku ji hewla karê edebîyata sêwirînê têne pê, heger ev nîşe û nivîs
ji bo folklornas û kesên bi dîroka edebîyatê re bibe melzeme.
30.01.208,
saet; 05.20
Yorumlar
Yorum Gönder