ŞÊWRA ENSTITUYA KURDÎ A STOCKHOLMÊ, NIVÎS Û NIRXANDINÊN DERHEQ "MALA BAZ" DE

 


Leyla Aynûr Aras:

Mala Baz Stîleke nû ye. Ji min ra serî de gellek zehmet bû. Mala Baz bêhnfirehî dixwaze. Hinekî bar xistiye stuyê xwendevan.”

Lehengê xwe ji alî serûber ve teswîr nekirîye.

Virada min qedrê jinê dît!

Ji alî jihevcudabûna zimanê fîgûran ve nivîskar serkeftî ye.

Emîn Aksu:

“Navê kitêvê gere Mala Bazî ba. Karakterê romanê îdealîst in. Mend dikare tiştên  xirab jî bîne hişê xwe lê em nabînin. Çîrok bi hev ve nehatine girêdan.”

Miradê Miradan:

“Tişkî beredayî ankeve romanê helbet1Roman û şaîra Murathan Mungan ji hin hêlan v edişibiyan hev. Çîrok bigihiştana hev.Ceribanek baş bû. Karakterê vê romanê kî bû. Karakter tunebû.”

Huseyin Çalişçi:

“Navê karakteran bi olna ve bû, xweş bû.Dem parîkî abş bû lê qels bû. Mekan qels e.” Bûyer mekan teswîr dikin. Xeyalên xweş tê de hebûn. Çîrokên xweş û girêdana wan mînakên xweş bûn.”

Hecî Remzîye:

“Meriv dibêje qey ne qelema Cîhan Roj e. Romaneke cuda ye. Ez qet nediketim nav romanê.Min pir neeciband. Li gorî min ne qelema Cîhan Roj bû.”

Şoreş reşî:

“Min dixwest dîmenek xweş ji Bedlîsê bida. Cil û berg bidan.”

Hesîb Yanliç:

“ Heya beşa pêncan min go va çî ye. Min pirtûk wek daweta cinan dît.Terzeke cuda bû. Ne mecbûr ba min ê pirtûk daniya. Divê encamek hebûya.”

Azad zal:

“Cîhan terza xwe guhart. “

Ednan –Swêd:

“ Stîleke nû. Pirtûkeke cuda bû. Pirtûkeke wisa bi nirx, bi kurmancî xweş, hatiye nivîsîn. Ne romaneke jirêzê bû.”

Dilo-Dildar:

“Stîleke cuda bû. Xweş bû. Tu diçû serî dihatî binî. Mijar parçe parçe bûn. Zimanekî abş bû, rihet bû.”

Meseleyên êzidiyan lawaz mab»n. Hîsên Evdal Xan baş nehatibûn nivîsîn.

Gotinên naf xweş tê de hatibûn rêzkirin.

Hesen Kinyaniş:

Naverokeke baş bû. Ev pirtûk bo min wekî gûzeke kor e. Zor e meriv kail derbixe.Roman weke destanekê ye.

Ehmed Kanî:

Xwestîye romanê û folklorê bigihîn ehev.

Kamîran Simo Hedilî:

“Mala Baz heta sî û sî û pênc rûpelan meriv nizane çi dibê, meriv nakişîne nava xwe, di sîya  tiştên piçûk d etiştên meizn wenda bûne. Roman li ser bûyerekê bûya.

Sevgul:

“ Min tehm negirt.

Ji ber çîrok kêm bûn min jê fehm nekir. Çarpênc çîrokên têrûtijebûna baştir bû. Metafor gelek xweş bûn.Hoak gelek xweş bû.Çîrok temam nedibûn. Min begem nekir. Herî tiştê piçûk te tehm digirt te digot berdewam be.

Rûşen:

“Taswîrkiirna romanê qels e. Tehm di devê me d ema.Alyê jinê de qels dimînin romana kurd de.Nav romanê d egelek mijarên cuda hebûn.

 

Ar-Da:

“Min ji şêwaza pirtûkê hez kir. Erê fehmkiirn zor e. Evîn hinek zêde xurt ba bo zimanê romanê nerm ba.

Hêmaya çav pir balkêş bû. Baş bû.

Mîrhem Yîgît:

“Teknik; Roman hinek fregment tîne bîra meriv. Parçe ne, xelek in. Xelek tçra xwe kûr in, dewlemend in. Roman n eli rûyekê xuya dibe. Rê bi hevraz e, fetlanek e. Ddaikeve jêr derdikeve jor. Ji ber wê li ser vê rê kudandina romanê zor e. Roman hinekî jî agahdarieyk nisbî dixwaze. Roman behsa du dinya dike, yek a ratsî ye. Qûle cîhana edebî sembolîze dike. Di romanê de hesûdî zehf e, evîn bi problem e.”

*******************************************************************************

Kitêb : Mala Baz

Nivîskar :Cîhan Roj

 SEYFÎ

 

Çîroka Mend û Sarînê

Evdal Xan û Melek Ahmet paşa..

Di vê çîrokê de serleheng ki ye nediyare..  Ji ber evîna xwe ya nû vedije Mend e ku ew jî ne li ser vê evînê lê ji ber dexesî , hesûdî û rika hevalên xwe tê kuştin û yê ku ew î dikuje eşref e, eşref jî piştê ku adîs dimire bi yêmlîxanê re dizewice an Evdal xanê ku bi zorê ji xanê Milazgîrê bac û dirbê digre û pişt re dikeve ber rika Melek Ehmed Paşa..

Evdal Xan... Xanê Bedlîsê ku ji alî ilim û hinerê ve jî şarezaye.. ku nivîskar jî vî dibêje.. çima bacê ji xanê milazgirê digre ev jî cihê gumanê .. Evdalxan çi qas xanekî bi aqile.. gelo vî nade ber çavê xwe..? Ev çîroka demekî an .. çîrçîroka şevekî ye?

Sîyabend û Felek( heftbira) Qedêgêtran.. ji bo ku bedlîs silîva bigihên hev ? çi têkilî di vir de heye.

Sîyabend nîyet hebû tiştek wisa bike , Dijminê siyabend kurd in yan paşa ne ?

Ev çîroka demekî an .. çîrçîroka şevekî ye?

Versîyonên vê çîrokê gelekî zêde ne ji ber wî hişê min bi van pirsan li hev ket..


.....

Gava ku min xwend di nava kesayet û bûyeran de min têkilî nikaribû çêkira.

Bûyer û mirov her wekî ku di Jiyan û gerdûneke efsûnî de bin ..

Lehengên tê de cih digrin li dijî Çan'da xwe qerase ne ji ber ku kurd in dibe ku çavê min wisa qerase dibîne. Çima qerase dibêjim ev gotin tenê ji bo roja îro ye.. .Ku em dibêjin ev tişt li vî kesê nay lê dîsa xwe wisa nîşan dide.

Lê nizanim eynî bi vî şiklî ewqas bi tûjikî tiştek balkêş e di van çîrokan de kesên ku cih digrin milahîm in di eşqê de di hezkirinê de û di hevaltiyê de...

Her wisa bi rastî jî em hewceyê wî hevaltî, hezkirin û milahîmtîya wê demê ne...

Mirov ji bo evîna xwe serê kesekî bişkîn e...

Bi rastî kevir di kuştinê de hêmayekî ne berçav e ku bê bi kar anîn...

Hezkirinekî basît û dilbijîn xuyaye di navbera wan de...

Evdal Xan mîrê ku qîmetê dide qelem û xwendin û kitêban. Îro em dilniya ne ji bo tiştên wisa wê demê bi rastî jî Mîrekî wisa hebû..? Xwezîya mirov jî tê her wisa.

Ji ber ku min raste rast çîroka Siyamend nexwendiye û baş tênegihiştime dibe ku fêmkirina min a ji bo romanê bi qisûr be.

Û her wiha ez Siyabenda Xecê û Siyamend an jî Siyahmedê ku te qalkirî çawa ji hev derbixim. Ji min re çîrok qet nay berhevdû û di nav de çi têkilî hene nizanim.. ( Bibore Ustad Cîhan ev tev arîşeyên ku di mejiyê min de bûn)

 Pir zûdeye min romana we ya Mala Baz xwendibû. Tiştên ku wê çaxê seridîn mejiyê min tenê 2 paragrafên jor in.  Bi mantixekî kûr nehatine nivisîn. Yên din min îro nivisiye. Yê min jî tiştek wisa ye ji bo tiştên ku min xwendiye di hişê xwe de biparzinim demekî dirêj lazim dike. Ji bo nivisandinê jî demekî din.

Bi fikrîneke wisa fitilîm ser romana we. Min ji xwe pirsî; ev roman û ev lehengên ku tê de cih digrin dibe ku îskeletên romanekî an jî ansîklopediyeke mezin bin bê ku ez bi tiştekî din zanibim vê xwe li goşeyê mejiyê min da. Her wiha ji bo vê gotinek din heye ku em bibêjin bermahiyên xerabeyekî kavil.. Ji bo vê we berê xwe da bedlîsa qedîm, bajarê kevnar û hun ketin pey şopa Mala Baz. Ev mekan hê jî heye tuneye nizanim..

Û hineke din bi ser de kûr çûm. Min xwe da hiş,  heke ev îskeletên romanekî bin û we bi cehda xwe vê qasê ewqas derxistibe pêşberî xwendeyan, dibêm roj hebe, hişekî wafiq û xwedî tesewur dê karibe ji van xerabeyan hûrgiliyên firehtir, zelaltir derbixe holê.

Mebesta we bi nivisandinê çi bû baş nizanim lê we hişt ku di serê mirov de pirseşanek vebibe û wiha bibêjim her wekî ku we xerîteyek li pêş çavê xwendeyan raxistibe.. Mekan, bûyer, kesayet tev diyar in mîna hêlîna dehfikê ya pîrhevokan. Dimîne kesê ku Van li gor qinyeta xwe bi kar bîne û jê çîrok û çîrçîrokên bêhempa derbixe holê. Helbet ev tişt tev di çarçoveya hişî de divê bên kirin..

Ji ber ku qelema we li gor hinekan qewîtir e ev tişt zêdetir dimîne li ser we..

Di edebiyatê dibêjin fictif(lihevanîn) ev tişt aydê nivîskar e. Dema ku bixweze dikare tesewurek mezin çêbike. Ji bo van bûyerên ku di Mala Baz de derbas dibin jî tesewurên cûrbecûrtir elbet hene û dê çêbin.

Çawa ku Uzun ji ji kavilan destpêkiriye bi vejandinek dîrokê li pêş me zelal kiriye.. berê me daye şûnwarên qedîm. Di eynî demê de ev ji Mala Baz, Kelha Bedlîsê û Evdal Xan jî re lazim e. Dema ku dîrok hebe, kavil hebe tesewur dimîne di destê nivîskar de.. Em jî dikarin guhê xwe bidin dengbêj û berê xwe bidin dîrokê.. Ka çi dibêje ji me re û em çi jê derdixin..

Mîna ku dengbêj dibêjin were em destên xwe li kilamê qedîm xin..

 Divê nivîskar jî bi vî hawî destê xwe li şûnwarên qedîm bixin û tesewurên pak û paktir jê derbixin...

***************************************************************************

 

'ÇÎROKA MALA BAZ‘ li benda we ye

Ridwan Xelîl               

 

“Mala Baz” navê romeneke nû ye li romanên kurdî zêde bûye. Çîroka Mala Baz jî li ser Bedlîsa ku dema di bin mîrekiya kurdan de bû.

Em qala romana nivîskar Cîhan Roj dikin. Cihan Roj piştî gelek pirtûkên din din niha yeka din li ser zêde kir. Roj romana xwe ya nû bi navê “Mala Baz” pêşkêşî kurdîhezan kir. Pirtûka ku ji Weşanên J&J’yê derketiye berê xwendevan dide Bedlîsê.

Cîhan Roj ji sala 1993’yan ve bi kurdî dinivÎse, yekem pirtûka wî bi navê “Ratîka” di sala 2002’yan de derketibû.Paşê pirtûkên çîrokan, dûre roman. Ev 7’emîn romana wî ye. “Meşa Moriyan”, “Perde”, “Serkêş” , “Hurcahil”, “Reş”, “Gîtara Bêtêl” û niha jî “Mala Baz.”

Mala Baz çîroka Evdal Xanê Bedlîsê tîne ziman lê raste rast naçe ser Evdal Xan. Bi ser gelek çîrokan re, bi ser gelek lehengan re, bi honakek cuda xwendevan dibe Bedlîsê, dibe pirtûkxaneya Evdal Xan. Zilamê her şev xewnan dibîne lê şevek tenê nabîne ku ev dibe sedema pirsgirêkan, Keleşê Dîn, Adîsê kujerê rêbiran û gelek leheng û çîrok… Belê romana “Mala Baz” di nav romanên kurdî de cih girt û wisa diyar e dê cihek baş bigire jî.


 

Mala Baz

Cîhan Roj

Weşanên J&J

Roman

149 rûpel

2018


http://candname.com/ciroka-mala-baz-li-benda-we-ye/

09/08/2018 

**************************************************************************


"Cîhan Roj ew kes e ku hem ji aliyê dil ve hem jî ji aliyê giyan ve serê xwe bo Kurdî diêşîne."
                                                                                  Leyla Polat


 



Yorumlar