Fergîn Melakî Aykoç,
https://www.facebook.com/ferginame.ferginame
Ji romana Cihan Roj
"SERKÊŞ"
"Bi xweziya rihê min di xewê de bi bask be,.min serî avêt xewê...
Li wê erdnigariyê, însan her bi xewê re diaxive, bi
avê re, bi tava hîvê re, bi tariyê re, bi keviran re, bi daran re, bi hewran
re, bi piliyên berfê re...
Rihê însan bahr e, dikare her germahiyê
vehewîne..."
Te jî ev Roman xwend?
09.04.2015
‘SERKÊŞ’A CİHAN ROJ
Fêrgîn Melîk Aykoç
"Romana
Kurdî“ jî êdî rengîn dibe. Ji mijareyên jiyana gund bigire ta jiyana bûrjûva ya
bajaran, ji jiyana welêt bigire ta Ewropê, ji Tekoşîna Rizgariya Netewî bigire
ta jiyana zevengê (erotik) berfireh dibe. Lê mixabin ku hê xwinêrên Romana
Kurdî negihîştiye wê pîleya tê payîn.
Cihan
Roj yek ji wan nivîskaran e ku bê westan bi fedekarî dinivîse. Wî hem di romana
xwe ya "Perde“ de hem jî di romana xwe ya "Serkêş“ de kurdên ji gund
qetyayî û di metropolan de derfetên di nava refên burjûvaziya dewlemend de
cihgirtine, wek mijar hilbijartiye. Ew li aliyekê jiyana wan a parçebûyî, li
aliyê din guman û tevliheviya derûniya wan li ber çavan radixîne.
Mijara
romana Serkêş:
"Îkram
beg xwendiye, bûye parêzerekî serkeftî, di nava dad û burjuvaziya Îzmîrê de
cihekî giring girtiye. Keça wî Suna nû bûye parêzer. Têkiliyên Îkram û hevjîna
wî gelek sar û di navbera têgîhîştina gundî û bûrjuvaziyê de ye. Wan
pirsgirêkên xwe yên derûnî her di xwe de fetistandine, nexebitîne ku çareser
bikin, lê bandora wê li keça wan Sunayê jî dibe. Suna dixebite ku rastiya
nakokiyên bav û diya xwe lêbikole. Dema ji gera xwe ya yekemîn ya li welêt
vedigere, dibîne ku bav û diya wî bi kêran hatine qetilkirin. Vê carê jî li pey
kujêrên bav û diya xwe dikeve. Kujêr hevalekê xebatkarên wan Filît e. Lê
fermandêrê vê kujeriyê di dawiya romanê de xuya dibe.“
Çend
gotinan li ser romana
"Serkêş“:
Karektera
sereke çirokbêjê romanê ye û di forma "ez“ yanê kesayetiya yekem de romanê
vedibêje, ev awayê vegotinê bi devê Serdar jî tê domandin.
Nivîskar
di vekirina derûniya karekteran de gelek hewldaye, di vî warî de hetanî
radeyekê serkeftî ye. Nivîskar zimaneke rojane bikaraniye. Devok bi giranî ya
devera Gimgimê ye, ev di axaftina hemû karekter û fîgûran de derdikeve pêş.
Divê
di romanan de şirove û axaftinên kesên xwende bi zimanê sade û standart bin,
tenê yê karekterên ji rêzê dikane herêmî bin. Gelek caran ev li ber çav
nehatiye girtin.
Li
gel van tiştên teknîkî jî roman di ware ziman, herikbarî û derûnasî de gelek
serkeftî ye û mirov dikane heta dawiyê bi kelecan bixwîne. Bi taybet jî
derûniya kesên di navbera jiyana bûrjivazî û gundîtiyê de tên û diçin, baş
veristiye.
Çend
hevokên balkêş ji romanê: "... ji bo çi keşîfkirin, insan ê çi keşîf
bikin? Tirsê an serkeftinê? (rû;16)“
"...ew
ditirsiya, lewra jina ku di halê diya min de dev j mêrê xwe berdida, bêtir bi
jiyaneke xedartir re rûburû dima. (rû; 27)“
"Ji
bo hevalên min eşq weke kincekî bû, piştî lixwekirinê jê aciz dibûn, ew kinc
diguherîn. Rû; 33“
"...lixwekirinê
xwe serbest bûn, tu car serbestiya rih bi dest nexistibûn. Rû; 42“
"...
hişê însên di teslîmbûnê de dişibiya çerxeke bi jeng. Rû; 75“
"-jiyan
dişibe kêrê, rihê însên parçe dike. Rû; 107“
"bi
xweziya ruhê min di xewê de bi bask be, min serî avêt xewê. Rû; 120“
"-
Rihê însên bahr e, dikare her germahiyê vehewîne. Rû; 134“
3
Şub 2016, Ozgur Politika


Yorumlar
Yorum Gönder