CÎHAN ROJ
1
Destpêkek bi çendî deriyan…
Di wêjeya bakur de salên 2010 an,
bi hin taybetiyên xwe, balkêş in. Destpêka sala îsal, di twîtterê de, min parve
kir ku ez ê bi navê “pêla mihefezekar” nivîsekê lê bikim.
Gotina “pêl” di edebîyata tirkî
de bi mehna peyva “akim” jî tê
bikaranîn, tevger û gavên nû ên xurt jî îfade dike. Di vê nivîsê de, pêlê wekî
pêlên ji ber aşperiya zarokek bi metafor dikim, “nû” bûnê, bi mehna berfireh,
hevdîtinan gelek sekn, fikir û nêzikahiyên mihefezekariyek demokrat, lîberal
bikartînim. Ka ew rewş di çanda kurd de teqabûlê çi dike di vê nivîsê de wê were bîra xwendevan.
Heyamên amadehî û gavên hewldanên
çareserkirina pirsgirêka kurd û “pêvajoya çareserîyê”(ku şibîya daweta gur û
rûvî) de gavên di qada kurdolojîyê de,bi tenê
bi rastiyek xwe bi tenê jî destpêkek nû ya muhîm bû; her çiqas ji ber
mesela TRT Şeşê gelek gengêşî û problem di wê maweyê de qewimîbin jî, di warê
kurdolojiyê de, derheq gav û geşedanên
li zanîngehan mereqek hebû. Bi zemên re, di warê nivîskarî û rewşenbîrîya kurd
de, hêdî hêdî terka seknekê kirin ku ew sekn bi awayek di edebîyat, qadên sîvîl
û nivîsevaniyê de jî li gorî rengê sîyasetê têkiliyên navbera nivîskarî
entelektuelîyê bi şikil dikir, çi hewl û seknên hilweşandina wan seknan hebana
jî bi gelemperî ew sekn bi tesîr bû. Bi geşedan û danûstandina karên qada
kurdolojiyê re ji nêz ve hevnasîn,
esasgirtina kar û hilberînên qadên nivîsevaniyê bêhtir muhîm dihat dîtin. Hewl
û keda warê edebîyat û kulturê de, ên ji salên nodî de dihat dayîn, bi ked û
daneheviya derveyî welêt re, tevî qada akademîk, bi têkilî û hevnasîna ji nêz
ve a fîgûrên qadê re, tablo û gavên nû
dikir mijar.
Ev nivîs her ku bi hewla dîtina
wan taybetiyan be, li ser esasên civakî, felsefî ne bi îdîayên kûr û berfireh
be jî, di çarçoveya xwendin û dîtinan de wê xwe bispêre hin xwendin, pirs,
dîtin û qewimînên karwaniyê, pê re jî derheq têgeha “mihefezekarî” yê de bi
pêşnîyar be, alî paşxaneyê ve bi bîrxistin be, ji salên nodî heya vê demê dîtin
û sekna nivîskarek ji qadê par ve bike çimkî ew pêl ne pêlek yekreng û yekdeng
e, hela hela, pênasekirinên , pêla mihefezekar, dîndariya mihefezekar,
‘rastgirên kurd’(ev jî îcada çepgirên tirk e bo sîyaseta başûr hat gotin ) têr
nakin!
2
Bi mijarê ve girêdayî Nûbihar
meşek muhîm a sî salên dawî ye ku li wî milê fikirdariyê xwedî cî ye! Nav hem
wekî metafor hem jî wekî temsîl û bergeha îfadeyê kelûpelên muhîm in. “Nûbihar”
hem “bihar” û “nû” bûnê wekî metafor û gotineke manîfesto yî ye ku Ehmedê Xanî
bo zarokan wê metafora mihteşem bikaranîye; tê de candarbûn, şînhatin, xweşikî û geşedan heye
hem jî “nû” bûn hatîye bîrxistin ku di esasê xwe de “nû” bûn bo Ehmedê Xanî ji
alî seknê “ ve darblêdanek muhîm e. Navê
“Nûbiharê” li ser şîroveyên wisa, di kovergeriyê de, di dîndariya wê derdorê de
, wekî peyamek xurt jî were xwendin!
Pirs û bersivên gerînendeyê
Nûbiharê Suleyman Çevik wekî kurteya mîsyon û vîzyona Nûbiharê ne:
( “1) Pirs: Em dikarin bêjin Nûbihar deriyê
xwe ji hemû rengên Kurdewariyê re vekiriye?
Bersiv: Belê, di serî de jî
misyona Nûbiharê ev bûye. Yanî her çiqas em kovareke xwedî bawerî bin jî yên ku
di kovarê de dixebitin mirovên dîndar bin jî; Nûbihar tenê xîtabî dîndaran nake.
Mesela pîvana me, em bêjin nivîsên li bawerîyan heqaret bikin, ne tenê baweriya
Îslamê, hemû bawerîyan, nivîsên bi wî şiklî me neweşandine û em tu carî
naweşînin.”
Suleyman Çevik, twitter,
25.08.2023)
Wekî bîrxistinekê em wexta behsa
sekn û kultura medreseyê dikin wê rastiyê tînîn bîrê ku dîn ji tesîra
desthilatiyê gelek bi mesafe ye û ji berjewendiyan pir dûr e û a herî muhîm ji
alî kulturî û civakî ve hemî rengên dînî kulturî ên qedîm tesîr li teşegiritna
karkateran kirîye, bêhnfirehiyek mihteşem heye çimkî ciyê ku dîn lê ji alî
sîyasî ve pere dike dînên din xirab têne nîşandayîn, bi çavên dijminahiyê lê tê
nihêrîn. Suleyman Çevîk ku gotîye, nivîsên ku tê de heqaret lê dînên din hebe
em ti carî naweşînin!
3
“Bi şoreşa Fransayê re em dikairn
bêjin du nêzikahî, bîrdoziyên derheq nasnameya mîlî a Fransiyan de derketine
holê. Ji wan jê yek nêrîta komarger e, a din jî a rastgir an jî mihefezekar e,
bi wî awayî dikare were binavkirin. Nêrîta komarger miletê Fransî wisa pênase
dike ku civakek sîyasî a li ser nirxên hevpar pêk hatîye. Ji bo nêrîta rastgir,
milet di çarçova pergala fikirînê a li
hember şoreşê ya Jıseph de Maistre ve Louis de Bonald de tê fehmkirin. Li gorî
nêrîta duyem a neteweperwer miletê Fransî bi Katolîkbûyînê re hevhem e.(peyva
hevhemê bi destûra zimanzanan, diafirînim, cara pêşî ye di vê nivîsê de
bikartînim ku bo peyva “ozdeş” e) û ji ber wê sebebê divê Katolîkbûyîn bibe
hîmê nasnameya milî a Fransîyan.” (Zana Çıtak, Doğu Batı, sayı: 38, 2006)
Derheq ‘mihefezekarî’ an jî sekna
kurdan a di karwaniyê de meriv bi rihetî dikare darblêdan li têgeha “nirx” an
bike! Têgehê di çarçoveya “însanî-edebî, kulturî heta sîyasî” de bi mehna herî
berfireh li be rçav bigire û pê re hin pirsan jî îhmal neke!
Ji coşa neteweperwerîyê, ji
tesîra îslama sîyasî a li rojhilata navîn wê, neteweperwerî bi îslambûna sîyasî
re bibe yek an ji kodên kulturî, rastsiyên tarîxî,sekna medreseyan,bawerî wê
neteweperwerîyek li ser “nirxên hevpar”
cî bigire?
Nûbihar û bo hin seknên dîndar ên
qada edebî, fikrî a nivîsevaniyê de,
hewl û qîmeta li nirxên hevpar tê dîtin!
4
“Ernest Renan, di nivîseke xwe a
sala 1854 an de nivîsîye, dibêje Fransa dişibe Rebeka ya di Ahîta Kevn de cî
girtîye; di rihma Rebekayê de du dergûş
hene û destên wan li qirika hev in.”
(Zana Çitak, Doğu Batı, sayı:38,
2006)
Rewşa sîyaseta kurd a
desthilatîyê şibîya ye, dişibe rewşa Rebekayê! Heke nêzikahiyên li miletbûna
kurdan, ji tesîra mihefezekariya rastgir a bi îslama sîyasî a xwe dispêre
berjewendîyên desthilatiyê, ber bi wê ve şikil bigire, ji alî fikrî, sîyasî û
edebî ve wê çi rewş biqewimin? Israra di nirxan de ku ji tehemûl, tolere û
empatîya li hemberî ‘ên din’ ku wekî kodên çandî, edebî, tarîxî, zimanî ne bi
havên be ger bidome û israr tê de hebe wê di demên pêş de encamên çawa bide
der, hêjayê pirs û mereqan e!
Warê sîvîl, civak û sekneke têra xwe sîvîl bo
kurdî, nivîsevanî û edebîyata kurd têra xwe hewes û armancek muhîm e.
Ku di salên 2010 an de, li bakur,
wexta ji her derên dunyayê akademîsyen, pispor, entelektuel, rewşenbîr do
xebatên qada kurdolojiyê hatin û çûyîna wan a welêt çêbû, têkilî qewimîn, kesên
qada kultur, ziman û edebî, bi awayek berfireh ketin nav tevgerê, berhem û
xebatên hev xwendin, akademîsyenên bi pisporîya xwe li zanîngehên li vî welatî
dixebitîn enerjî û zanîna xwe, hewl dan , bo qada kurdolojiyê de bikarbînin,
mîrate û karwaniyên germ ên ji salên nodî de û gelek rastiyên din ji hev sûd
girtin, bêyî tabûyên sîyasî û xetên sor, têkilî , pê re jî nirxên qadê derketin
pêş. Ew pêvajo hê jî dewam e ka ji alî têgehên civakî, sîyasî, edbeî ve biçe li
ku çawa şikil bigire wê were dîtin!
Li vir cî ye meriv li Nûbiharê
vegere û gotinên Suleyman Çevîk balkêş bibîne:
“Nûbihar bi kovar û bi weşanên
xwe muhafezekar e, yan modern e?
Nikarim tarîfeke weha bikim.
Lingek me li berê ye, yek jî li
îro ye.
Jixwe ji kovar û ji pirtûkên me
ev tişt diyar e.
Em ji doh qut nabin, lê xitabî
îro jî dikin.”
Suleyman Çevik, (@SilemanCevik,
20 Tem, 2023)
“Pirs: Em dikarin bêjin Nûbihar
deriyê xwe ji hemû rengên Kurdewariyê re vekiriye?
Bersiv: Belê, di serî de jî
misyona Nûbiharê ev bûye. Yanî her çiqas em kovareke xwedî bawerî bin jî yên ku
di kovarê de dixebitin mirovên dîndar bin jî; Nûbihar tenê xîtabî dîndaran
nake. Mesela pîvana me, em bêjin nivîsên li bawerîyan heqaret bikin, ne tenê
baweriya Îslamê, hemû bawerîyan, nivîsên bi wî şiklî me neweşandine û em tu
carî naweşînin.”
Suleyman Çeviki twitter,
25.08.2023
“Em ji doh qut nabin lê xîtabî
îro jî dikin.” Meriv dikare vê hevokê bi îfadeya ,xîtabkirina îro re wekî
seknek modern, xwequtnekirina ji doh jî wekî seknek bijare a nêzikahiya li
nirxan bixwîne! Ev ew îfade ye baş were dîtin û xwendin.
Nûbihar bi esasgirtina nirxan re
mihefezekarîyek modern,lîberal tîne hişê meriv; şopa medrseyan dişopîne ku
medreseyên kurdî ji baxnazîyê dûr bûne, di nav jîyanê de derdorek bi gengeşe bi
tehemûl û sîngvekirîbûne. Nirxên însanî, serbestbûneke fikrî a her hêlî ve jîya
ne.
5
Mehnegirtina têgehan a di zimanan
de pir muhîm e. Wexta têgeh tê afirandin an jî bi awayek xuya di metnan d ecî
dide xwe ger mehneyên têgehê, îfade û bîrxistinên têgehê karibe di zimên de
şaxê xwe rihet berde ew ziman bi zenginiya îfade û vegotinê bi tesîrtir dibe.
Ji vê hêlê ve kurdî pir balkêş e û li vir pirsekê dikim; gelo tesîra zimanan a
li ser seknên fikrî û nêzikahiyên li bîr û baweriyan li jiyan çiqas heye? Mîsal
zimanekî rê bide ku meriv karibe bi rihetî peyv û têgehan biafirîne, zimanekî
bi pirzaravayî, ji alî devokan ve pir zengîn û rengîn be, ji alî tehemûl,
renginiya fikrî ve tesîrek erênî li civakan dike an na?
Vê pirsê bo dera hanê li cî
dihêlim, li ser van rastiyan dixwazim bo peyva “mihefezekar” têgeha
“hemetkarî”yê pêşnîyar bikim û di vê nivîsê de peyva hemetkerîyê bikar bînim
çimkî ferq an jî nuasnek pir muhîm di navbera têgeha mihefezeka rû hemetkar de
heye ku pêşnîyar dikim em di dewsa mihefezekar de hemetkar bêjin! Bo tutuculuk
ê hevzkarîyê pêşnîyar dikim.
Meriv li sekn û kodên kulturî,
bawerîyê, têkiliyên rengîn û cuda miqate dibe qada entelektuelî, rewşenbîrî a
kurd bi hemetkarîyek pêşverû tevgerîya
ye. Bi tevî di bin hukmên mihefezekarîyek otorîter de her mane jî di nava jî
yanê de xwe ji mihefezekarîya pêşverû nekirine.
Hin îfadeyên di zimanê rojane de
têne bikarnîn:
“Tu çima nikarî tiştek hemet
bikî.
Meriv xwe ji fikrên xirab hemet
bike baş e.
Qedrê tiştan bizanibe, hemet
bike.
Te xweş hemet kirîye, ev aniha di
destê kesî de tune.
Hevza xwe jê bike.”
HEVZKARÎ : Tutuculuk
HEVZKAR: Tutucu
Bi van mehneyan di kurdî de
bêhtir cîyê xwe dibîne. Li gorî TDK yê peyva “mihefezekar”:
“Peyv di erebî de ji koka h-f-z
şîn tê û tê mehna paratsvan, girtinê.”
Vikipedi de wisa hatîye nvisîn:
“ Mihefezekarî an jî hevzkarî
felsefeyek polîtîk û civakî ye ku êtkarên nêrîtî û civakî desteg dike.”
Peyva mihefezekar di warên dîtir
de, di zimanê tirkî de mehne û îfadeyên sert jî tîne bîra meriv wekî îfadeyên “
Alaya mihafiz.” Di qada leşkerîyê de jî cî digire.
Kurdî de navbera parastin û
hemtkirinê de alî mehneyê ve cudahi heyeÛ hemetkirin li ser lazimbûn,
zarûrîyetê şikil digire, tişta lazim be tê hemetkirin û bo qadên leşkerî an jî
mehneyên sert nayne hişê meriv ku ji alî kodên kulturî ên kurdî ve jî cîyek
xweş dibîne.
Têgeh di warê civakî, felsefî û
sîyasî de mehneyên gelemperî îfade bikin jî di karwaniyê de azadiya zimanan û a
tercîhên têgehan ew derfet e xweş were bikaranîn da ku ew ziman karibe bi rengê
xwe û hişmendîya xwe ew mehneyên berfireh ên qadên ilmî zengîntir bike an jî
şibakeyên din lê vebike.
Wexta dîndar-mihefezekar tê gotin
aliyê sîyasî ê dîn , ê kulturî û ê sekna sîyasî tê pê. Peyva mihefezekar di
kurdî de valahiyên bi kitûmat dihêle.
Gerek di bikaranîna têgehan de ji
alî mehneyê ve valahî nemînîn; mihefezekirin hem jî alî îdeolojî û mehneyek sîyasî ve hem ji alî peyvên wekî
“mihafiz” ve jî alî parastinek sert bi înad ve dûrî mehneyên di kurdî de
dimîne.
Hemetkirin wê peyvê dide der ku
tişta muhîm e, alavek teqez kêrhatî meriv hemet dike, tiştên ne kêrhatî nayên
hemetkirin ku meriv bikşîne qada fikrî her tişt nayê hemetkirin tiştek neyê
hemetkirin û tiştek din bikeve dewsa wê tê bikaranîn, ji nûbûnê re vekirîye. Di
heman demê de îfadeya “mihefezekariya demokrat jî” dihewîne.
6
Her ku ew pêl tê bîra meriv pê re
dîtinên ji karwaniyê û deriyên dîtir li meriv
vedibin. Salên 2010 şûn ve ên ku xwe li hin rastiyên kurdî negirtin, bi
klasîk û başûr ve negirtin, xwe li entelektuelî, lîberalîzmek mihefezekar girtin. Qismek jî ji derî çarçoveyên
rêxsitinî û partîtîyê, li ser dijkolonyalîzmê cî dan xwe. Heya aniha jî di
îtirazan de, qada girseyî de heta di ,îfadeyên hin lêkolîneran de, îtiraz bi
seknek bi bertekî dihat kirin! Bi gengêşî û xebatên derheq kolonyalîzm û
dijkolonyalîzmê de ew îfadeyên klîşeyî ên bi bertekî û durişmeyî hêdî hêdî têne
terk kirin. Alyên dîtina detayan dertê pêş. Ew jî dibe sebeb di mesela
mihefezekarî û gelek ratsiyên dîtir de mirov bo gelek seknan ji nû ve kumê xwe
daynin ber xwe. Dîsa hewl û xebatên tên kirin bo qada sîyasî, edebîyata
îdeolojîk jî dibin şîyarî, dibin sebebê pirsan.
Ji nêzikahiyên fikrî, ji rastiyên
mihefezekar-modern bêhtir, berjewendîyên zimên, zindîlkirin û zengînkirina
zimên li pêş e, li ser wî esasî her berhem, aniha bi wê taybetiya xwe tê dîtin.
Redkirina klasîkan, edebîyateke
nû a xweserî qelemên xwe , rastiyên mihefezekarî û modernbûnê zêdetir
qeydkirin, derxistina meydanê a metnan, mîrateyek edebîyata devkî û a klasîkan
muhîm e ku zemînek zimên û îfadeyê were çêkirin û avakirin. Derûniya xwe
piçûkdîtinê hêdî hêdî hildiweşe. Qasî seknên nû û cuda meriv bi xweşî dibîne
taqeta metnan, hukmê awayê îfadeyê, rengînbûn û cudabûna metnên hin qeleman ku
şêwaza xwe bala me dikşîne wê derheq mijar an jî mijarên pir û cuda ên vê
nivîsê de jî moral û rêyên nû li ber me dixe. Fikrên wan ên sîyasî li dera
hanê, bi şêwaz û fewlemendî, taqeta xwe metnên Firat Aydinkaya û ên kesên mîna
Ekrem Malbat mînak in ji vegêranên rijî û klîşeyî dûr in, alî îfadeyê ve
derfetên edebî, kelûpelên qada edebî û kulturî, îstifadeyên ji nivîsevaniya
dunyayê …dibin sebeb metnên wan şibake û derîyên nû, metnên nû pêşkêşî
xwendevaniya kurd bike ku warê mihefezekarî û ên din de xwendevan bhtir bi
tercîh û bi bijare tevbigere heta pirên cuda ji xwe bikin.
Qelemên wisa bi haydarîya
muhîmbûna kurdî û derfetên kurdî re wê nûbûnê li metnên sîyasî civakî felsefî
dikin. Ew dibe sebeb edebîyat û warên din ên ilmî bêhtir li hev zêde bikin.Û ji
salên 2000 î şûn ve muhîmbûna edebîyatê û edebîyatvanan jî ket rojeva sîyaseta
kurd jî!
7
Destpêka sedsala 20 an de
neteweparêzî, refleksên parastin û lêxwedîderketina nirxên neteweyî pir
derketine pêş. Hewla çandeke nivîskî, bi destxistina hin saziyên modern bûye
qada têkoşînê. HAWAR li ser hemn
pirêzeyê dewam kirîye. Hewla zindîkirn û şîyarkirinê wekî armancê hewl daye
bixe hewla hemî qeleman.
Edebîyata kurd ya li Kafkasyayê
bi kesên mîna Ereb Şemo hewla qeydkirina jîyana kurd di ser romanê re ji xwe re
kirîye kar, Hecîyê Cindî (ji derî pesn û îfadeyên derheq îdeolojîya sovyetê de
ku cîyê lêkolînê ye bi neçar maye an bira bira ew qas bi îdeolojiyê ve girêdayî
bûye) exlebe ji alî şêwaz, şikil û ziman ve Hawarîyê dîyarî romanûsîya kurdî kiriye.
Bi zimanekî zengî û hunerî. Derî mijarê meriv dikare bêje alî estetîk û
bikaranîna zimên ve Hawarî berhema herî bi qîmet e.
Bi qeydkirin û berhevkarîya
folklorê re(ku folklor herî zengîn a herêma serhedê ye exlebe ku ji ber şeş
mehên zivistanê ew herêm wekî welatê deng û folklorê ye) re zemîn û melzemeyên
mihteşem pêşkêşî edebîyata nivîskî kirine. Hêza îfade û çavkaniyên îfade û
vegotinê bi berhemên edebî zengîn kirine. Bi hesreta welatê xwe re, bi hezkirin
û lîrîzma kurdî re Kesên mîna Fêrîkê Ûsiv şîyîrên delal afirandine.Li ser
bêrîkirin û sîrgûnê.
Bi koç û sirgûniyê re, exlebe
dawiya salên heftê û pey re, li Swêdê hewlên edebî gur bûne. Edebîyata naveroka
xwe ji nostaljî, bêrîkirinê û pesnê welêt bijartîye li alî din jî, li pey
wextan bi pey ketîye bi têkiliyên navbera beşên welêt re bi çavek
dîtir li edebîyata kurd binihêre, têkilî bi çavkaniyên cuda re dayne. Fîgûrên
wekî kesên sîyasî çûne wir, li wir xwe dane edebîyatê. Danehev û tecrûbeyên
qada sîyasî re bi pey bersivên gelek pirsan ketine.
Edebîyata li bakur a Salên Nodî
her ku ji alî hin kesan ve wekî edebîyata binerd hatibe pênasekirin jî
hewcedarî pê heye ew pênasekirinwere gengêşîn. Di wê edebîyatê de îrade, înadek
miheteşm hebû derheq ziman û edebîaytê de. Çavkaniyên nivîskî hema bêje tunebû.
Çavkaniya her kesî tarîxa wî a şexsî bû. Bîranîn û bîr bû. Li vir cî hatîye
karibim taybetîyek hevpar a edebîyata li Kafkasyayê a kurd û edebîyata salên
nodî a li bakur bînim zimên; a li kafkasyayê ji jaan sirgûnê û bi hîskirineke
mihteşem, bi hewl û samîmîyeteke neteweyî a bêy berjewendî berhemên mihteşem
pêşkêş kirîye. Edebîyata Salên Nodî de jî ew hîsên xas û xweser, ji êş û
tesîra şer, bûne sebebê karên hêja. Heya
destpêka 2000 î jî kesî hê jî nikaribû navê nivîskarîyê li xwe bikira. Ew înad
û israra saf û bi rik bû sebebê gelek gavan.
Bo edebîyata wan salan îtiraz,
vejandin, berhevkirin û serkêşî û serbilindî ew peyvên bi yekcarî têne bîra
meriv.
Destpêka salên 2000 î de
bêhndayîn û rihetîyekê xwe di nav fîgûrên edebîyata kurd a salên nodî de dida
der. Li alî din bi eleqeyekê re di medya tirkî de gengêşî û pirsên ecêb,
eletewş, bi zimanekî rênîşander û dîdaktîk û bi pozbilondî dihat dîtin; gotinên
wekî, kurdî heye an tune ye, pirsa gelo bi kurdî edebîyat tê kirin, pey re pirsa, gelo bi
kurdî roman tê nivîsîn, ketibûn rojevê!
Rewş ji alî polîtîk ve hinek sist
bû. Qada dîjîtal de derfet çêbûbûn. Li her devera dunyayê malper dihatin
vekirin.
Bi tevî kafkasya û dîasporayê şeş
parçe hay ji hev çêdibûn ew di warê ziman, kultur, folklor û îfadeyê de dibû
derfetek pir mezin. Kesên li dîasporayê dihaitn diçûn. Medya tirk a navendî
eleqe rê ziman û edbeîyata kurd dida. Li derdora romanûsîya Mehmed Uzun
edebîyata kurd dihat gengêşîn. Pey re pêvajoya çareserîyê.
8
Pêla mihefezekar û têkiliya bi
nêrîtê re; meriv nikare beje ew pêl bi awayek normal ê herikîna edebî re, li
ser zemîn û têkiliyên bi nêrîtê re ên bi hemd hate pê, tevlîhevî û pirhêlî di
wê pêlê de têne dîtin. Pirsa ku ka mumkin bû bikaribûya destpêk bo herikîn
welew nifşekê pirsek ne belesev e, wekî
gelek pirsen dîtir ku ez ê aniha bi pey bersiva wan nekevim. Têkiliya qismek li
navendê heta navenda pêlê , li ser têkiliya bi klasîkan re reng digirt. Alîyê akademik li bîra klasîkan
miqate bû, lêkolîn û agahiyên balkêş dihatin bi destxistin. Li wî alîyê
mihefezekarîya dindar bi awayek vekirî
reng digirt li alî din jî kesin têkiliya modernîzmê û klasîkan, rastîyên
modern li ser seknên neteweyî muhîm didîtin, lêkolîn dikirin hebûn. Yek ji wan
kesan Remezan Alan bû bi awayek balkêş pey re ew ji kar hate dûrxistin. Gav û
pratîkên wisa dibin sebeb meriv lê bifikire, çi hikumet û dewlet bin çi jî
partî û sîyasetên kurd bin, tifaq û rastîyên xwe bi awayek nuxamtî be jî her
esas girtin.
“Meriv li Kudûsê be, meşrû ye meriv bi darblêdan bêje, civakên
dînî û bixwendinû bi nivîsîn ti wextê bi temamî ne nêrîtanene.” (J.G. A.Pocock)
Vê jêgirtinê li vir datînim. Û bi jêgirtinek ji Agnes Heller(Türkiye’de
Sekülarizm ve Modernlik ,Andrew Davison eserinden alıntı) pê de diçim:
“Nûbûna dewra me, berîya her
tiştî,ji pêşvekirîbûna asoya me û ji pirbûna îroveyên derheq îro û rabirduyê de
ye.” Wexta meriv li gengêşîyên dawî ên qada kurdolojiyê û nivîsevaniya kurd de
dinihêre gotinên Davison bi meriv nêz tên. Bandora şîroveyên pirwer di metnên
bi taqet de, metnên xwe dûrî klîşe û durişmeyan digirin de hêlek din a muhîm e.
9
Salên 2010 an beşên kurdolojîyê
vebûbûn. Derdorên mihefezekar li zanîngehê bi awayek ilmî li klasîkên kurd tîr
bûbûn. Tez dihatin nivîsîn. Mafê dersa bijare hebû. Bo kurdî bazarek qismî,
rengînbûnek dîtir çêbûbû. Exlebe kesên
di qada edebîyata tirk de aktîv bûn, li zanîngehan di warên cuda ên ilmî de
akademîsyen, pispor bûn bala xwe didan xwe û zimanê xwe, diketin nav liv û
tevgerê.
Qada mûzîkê de û di gelek qanalên
qada dîjîtal de bername çêbûn.Hin berhemên qada
mûzîka tirkî ên ku newa bi kurdî bû peyvên tirkî jê re hatibûn çêkirin ,
ew mûzîk cardin bi kurdî li pîyasê bû. Peyderpey hat dîtin mesele ne tenê bi
awayek serbest strandine, klamgotin e. Ew “pêl” her dewam be jî eleqeya hêvî
dikirin nedîtin. Aliyê meselê ê berfireh û kûr her tê dîtin. Qewimîn û
karwaniyên bi heytehol di wan deman de her ku pir populer be û di medya civakî
de balê bikşîne jî rastiyên kûr ên çand û kultura miletekî dibe sebeb ew kes,
sazî û derdor jî rastiyan bi çavên serê xwe bibînin bê alyên dîtir hene!
Pey re bi rewşa sîyasî re ku
pêvajoya çareserîyê jî nemeşîya bû,
mamosteyên kurd nehatin tayînkirin. Li şaredarîyan tabelayên bi kurdî dihatin
rakirin. Ew hêvî û dîtinên bi teys ên hin kes û derdorên ketibûn qadên kulturî û hunerî dişkestin,
şikestin!
Li alî din ji derdora mihefezekar
bigire heya kesên ku di qada sîyasî de cî nedabûn xwe ya xwendevanên ne ji rêzê
bûn an jî eleqedarên kulturê bûn ew jî tevlî pêvajoya edebîyata kurd bûn, bi
tevlîhevî, kêmanî û serkeftinan re pirs zêde bû. Zêdebûna pirsan di merîyetê de
her ku zor xuya bike jî baş bû.
Helbet tesîra ji rabêj û seknên
li ser berjewendîyan ne kêm bûn. Ew sekn carna ji derdorên cuda dihatin pê ku wê berfireh bûnê
hezim nedikirin. Bêîtibarkirin , hêrişên îndîrekt jî hebûn….
Ji derî sîyaset û fermîyetê ,
derdorên teng tevdigerîyan kêm be jî kes in hebûn li pey azadîya edebîyatê bûn,
ew bi meş bûn. Rewşeke geş bo wan tunebû. Ne îzolekirinek qestî be jî ew kes di
nav tenêtîyek edebî de bûn.
Bi her halê xwe ji gelek hêlan ve
di qada nivîsevanî, edebî , hunerî, kulturî de deng û atmosferek pirhêl mijar
bû.
10
Di nav fîgûrên wê pêlê de, ji kes û derdoran hinin kes in, li bakur, ji alî sîyasî ve war û cîyê
wan teng bû, nedişibîyan mihefezekarên li beş û dîasporayê. Li dîasporayê,
derfet û konforek hebû bo wan. Ên li welêt li hêlekê dibûn şahidê êşê, pirs
û xeyalên wan, hebûn, dixwestin tiştek bikin!
Ew kes di wê pêvajoyê de li ser hevparî û hevtayîya kurdolojiyê de gihaştin
hev. Ji beşên dîtir akademisyen dihatin diketin dersan. Ji ewropayê jî
lêkolîner û fîgûrên qada kurdolojîyê, ziman û kultura kurd dihatin, bakur. Ne wekî pêlek edebî, civakî
be jî meriv dikare behsa tehemûl, hezimkirinek a xwezîya her kesî bû bike a
herî muhîm sînerjiyek diafirî.
Li xalê sîya wan kesan xuya dikir
ku ew kes û derdor li pey bûn qada kurdolojiyê de tiştek bikin,
deng bi xwe bixin, werin ba hev! Ew detay muhîm in. Heke meriv bi çavek din li
meselê binihêre ji derî têgeh û seknên sîyasî wekî xwestek û gavên qad û seknên
sîvîl bêhtir reng digirt.
Heya wê wextê exlebe qadên sîyasî
de fîgûrên ji beşên cuda ên welêt li ser xetên sîyasî têkiliyên xurt saz
kiribûn, li dîasporayê di qada sîyasî de gihaştibûn hev. A di wê maweyê de
qewimî bû ew bû, her ku hukmê rastîyên sîyasî hebin jî, li bakur têkiliyeke
edebî, akademîk a li welêt û li qadê bû ku ji her derdorê sîyasî dikaribûn li
qadên sîvîl û kurdolojiyê bigihijin hev…
Mixabin li pey qewimînên sîyasî û
têkçûyîna gavên çareserîya pirsgirêka kurd,di qada kurdolojiyê de li zanîngehan
midaxeleyan dest pê kir û gelek kes ji kar avêtin. Alîyê hiqûqî û mafên însan
ên demokratîk li dera han, bi wê kiryarê re ew sînerjî, hevnasîn û têkiliya di
navbera entelektuelî û nivîsevaniyê de jî bi awayek xisarê dît! Dewlet bû sebeb
ew derdor jî vegerin pirsa ji xwe û ji derdorê bikin heta hin îtham jî hatin
kirin ku ên ji kar nehatine dûrxistin wekî kesên nêzî desthilatdarîyê hatin
îthamkirin!
Detay û qewimînên dîtir, sekna dewletê
û gavavêtinên paşpaşkî ên derheq kurdolojîyê û kurdî de bûn sebeb kesên ber
bayê ketibûn belawela bin. Çemê bi coş bi halê xwe ê normal biherike.
Wekî encam bi derketina derî
klîşeyan û rewşa heyî ve girêdayî çi gav, pêl(çawanî û detay her çi bin, bi çi
hukmî be) biqewimin ji warê fikrî bigirin heya qada edebî bo şîrove û analîzan
derfetên nû tînin. Bo dema hemdem a edebîyat û qada kulturî a kurd ew rewş çi
şîlo be çi zelal be, herikîna terîfa nûbûnê ye. Ceribîn û şaxvedanên cuda ye ku
edebîyata kurd, rewşa fikirdariyê ji
zincîrên derve û hundur dike, qaliban serobino dike.
. (Kovara Nûbihar, Payîz 2023)
Yorumlar
Yorum Gönder