Makale / Cihan Roj
Ji roja ku min dest pê kir bi
kurdî berheman binivîsînim, ji wê rojê de, pirsa bi awayê, gelo rewşa parçebûna
kurdan jehr e an penzeher e, gelek caran hat hişê min; wexta pirsê xwe li zemînek sîyasî bida der
berisvên cuda, li ser zemînên edebî, kulturî xwe bida der bersivên cuda şikil
digirtin. Ne wekî lêkolerek, wekî kesek li qada edebî û romanûsek, di
herpêvajoyê de, bersivên nediguherîn û ên diguherîn hebûn; ji bersivên bes
diguherîn jê yek ew bû ku min her ku kurdî bikardianî, li derfetên kurdî ên
rengîn hay dibûm, digihiştim qinet û bersivên xurttir.
Ji alî netewebûn, dewletbûn û
gelek derfetên jiyana modern de, parçebûna di destpêka sedsalê de bo kurdan
qasî warê sîyasî di qadên kultur û edebî de jî bibû kul. Lê meriv li huner,
kultur, ziman û edebîyatê bifikire ê bigihije wê hurgulîyê ku di wan qadan de,
aliyê penzeherî ê parçebûnê ji bo kurdan bûye taqet, bûye xurtkirin û geşkirina
rehên cuda. Heta li pey her têkçûyîna sîyasî, vegera rewşenbîr, sîyasetmedar û
entelektuelan a li qada nivîsevanî, edebîyat û kulturê, wekî hewlek xwe
parastina di kemînê de bûye, alî vejîn û vejinandinê ve, xwe xurtkirin û
pêşvebirin qewimîye.
Di hin nivîs û nirxandinan de min
balê dabû têkiliyên kurdî ên bi ziman û kulturên din ên qedîm re bê ew çawa
bûye sebeb da kurdî ji alî vegotin, mehne û têkiliyên bi jiyanê re xwe spartîye
çîyayên bi heybet ku yek ji delîlê wê
rewşê zengînbûna edebîyata devkî ye ku têkiliyên kurdî, rewşa erdnîgarî,
têkiliyên kulturî ên bi şarîstaniyên qedîm re, rewş û şiklê rêveberiyê a
navxweyî... taybetiyên destan û destanbêjiyê, lîrîzma kurdî, mûzîk û
dengbêjîyê... edebîyatê xemilandin e.
Kitêba bi navê Fransız Edebiyatı
Kulturel Bir Tarih dixwînim. (Nivîskar: Alison Finch, Wergêr: Makbule Oguz,
Weşanên Vb.) Di kitêbê de min ev beş nîşan kir: ”Roland destanı, tarihle
kurulan belirli bir edebi etkileşim modelidir ve bu etkileşim, birçok açıdan
ulusal meselelerin uyanışını, birey ve politika arasındaki hassasiyetin
artışını şekillendirir.” (r.28)
Destana Roland, modela tesîr li
heviya edebî a bi dîrokê re ye û ew tesîr li hevî, ji gelek hêlan ve hişyarbûna
meselên neteweyî, zêdebûna hesasîyeta di navbera takekes û polîtîkayê de bi
şikil dike. [1]
Gelo di nav destanên kurd de
kîjan destan bi awayek Destana Roland dianî bîra min? Bersiva ji sê destanan
pêk dihat; Siyabend û Xecê, Kela Dimdimê û Dewrêşê Evdî. Min wext terxan nekir
bê di nav wan de kîjan jê herî nêz e; çimkî berîya wê, di kitêbê de, min cîyek
din jî destnîşan kiribû ku rasterast bi mijara vê nivîsê ve girêdayî ye û heta
ew beş bûbû sebeb divê ez çend gotinan bi bîr bixim!
“Her milet bölünmüştür ve bölünme
üzerinden ilerleme kayd eder. Fakat Fransa, bu kuralı fazlasıyla iyi yansıtır:
Protestanlar ve Katolikler, Jansenistler ve Cizvitler, maviler ve kırmızılar,
cumhuriyetçiler ve kraliyet yanlıları, sağ ve sol, Dreyfus taraftarları ve Dreyfus karşıtları
olarak konumlananlar, işbirlikçiler ve direnişçiler. Bölünme evin içindedir ve
birlik; bir cepheden, bir üst yapıdan, rüzgardaki bir haykırıştan başka bir şey
değildir.” (Di kitêbê de ew ji Fernand Braudel hatine girtin.)
Her milet parçe bûye, geşedan di
ser parçebûnê de diqewime. Lêbelê
Fransa, wê zagonê zêdetir dide der: Protestanî û Katolîk, Jansenîstî û Cîzvîtî,
şînî û sorî, komarparêz û alîgirên qralîyetê, rastgir û çepgir, ên wekî
alîgirên Dreyfûsê û dijberên Dreyfûsê cî dane xwe, xaîn û berxwedêr. Parçebûn
di nav malê de ye û yekbûyîn; ji enîyekê, ji jorxanekê, ji halana di bayê de ye
ji wê pê ve ne tiştek e.
Pirs li ser pirsê dihat min:
Ji alî rêveberî, sîyasî, kulturî,
hunerî û edebî ve Konfederasyona Eşîretan, Mîrektî ji alî parçebûnê ve çi îfade
dike? Ew rastî çi tesîra xwe li sîyasetê û li qadên kulturî, hunerî, edebî
hiştî ye? Di navbera parçekirina sîyasî a destpêka sedsalê de û awayên
rêveberiyên dîrokî de helbet ferqên mezin mijar in, lê hêja ye ku mijar bibe
parçebûn, ne bi çavek, bi çavên cuda mijar were rojevê çimkî parçebûn li hêlekê
bo kurdan bûye jehr, ji alî din ve jî bûye penzeher ku alî kulturî, edebî,
hunerî û derfetên zimên ve rengînî zengînî hatine pê. Helbet di wan qadan de jî
rîsk û neyînî qewimîne. (wekî têkiliyên devok û zaravayan û rastiyên zaravayan,
man û nemana zaravayan a di jiyanê de)
Bo pirsên cuda bînim bîra xwe,
min halê parîbûyî ê kurdan jê hinan rêz kirin di hişê xwe de: parîbûnên li ser
rastiyên mîrektî û eşîrtîyê ku di nav xwe de bûne sebebê parîbûnê (ku her
eşîrek wekî hukmek li ser taybetiyên xwe bûye), alîgirên Osmaniyan û ên
Safewiyan, parîbûnên qada bawerî û dînan de, (Zerduşt, Êzdatî, Cihutî,
Xirîstiaynî, Bisilmantî), axatî û reayatî, axa û kurmanc, alîgiriya axatî, şêxtî, terîqetî û tekyayî û dijberiya
wan, destpêka sedsalê de, Xelîfegir û Komarparêz, ratsgirî û çepgirî, seknên
hizbî, alîgirên zordariyê û berxwedêr...
Wekî Fernand Braudel destnîşan
kirîye, parçebûn û parîbûn di nav malê de bûye (parçekirina destpêka sedsalê ne
tê de) lê ger em li roja îro binihêrin meriv dikare bêje bi parçebûnê re
parîbûnek heye ku ew parîbûn her ku ji nav malê dest pê kiribe jî, ji mercên
îro ên rastiyên navdewletî alîyê parîbûne ji malê derketîye derî malê.
Bêyî dirêj bikim, ji nîyeta
bîrxistinê zêde dûr bikevim, li ser rastiyên îro ên kulturî, edebî, hunerî hewl
didim bi bîr bixim ku di wan qadan de, parçebûn û parîbûn penzeher e, helbet
îcab nake em bêjin kêmanî û rîskên parçebûn û parîbûnê ji alî neyînî ve jî bi
tesîr bûne.
Hûn jî wekî min ji devê gelek
sîyasetmedaran dibihîzin bê kêmar û ên din... ên bi kurdan re dijîn çawa dikarin
bi rihetî û serbestî tevbigerin. Yek ji zemîn û sebeba wê rastiyê her ku ji
tesîra seknek sîyasî jî bibe cî bigire jî ew ji halê parîbûyî ê kurdan jî para
xwe digire; ji têkiliyên kulturî û însanî ên derî malê re ye, ji zengînbûn û
renginiya parîbûna ji alî bawerî û dînan ve ye...
Berîya salan (li pey şerê li Sûrê
û di pêvajoya aşitî û çareserîyê de) min di nivîseke xwe de (dîsa min xwe
spartibû parîbûn, parçebûn û têkiliyên dîrokî
ên qedîm ên bi şaristanîyan re) sekularbûna kurdan bi bîr xistibû bê ew
halê wan di Rojhilata Navîn de avantajek mezin e. Li pey wê, ew mijar di medya
kurd û a navendî a tirk de ketibû rojevê.
Wekî dawiya gotinê; moral,
hînbûn, elimîn, qalib, klîşe û ezber ji bo qadên edebî, kulturî, hunerî de ew
têgîn her li berçav bin ku meriv karibe bi nirxandin bin da ku karibin xwe ji
coş, qalib, ezber, klîşeyan bike.
Di vê navberê de, wekî li jor di
nav kevanê de hatî bîrxistin, parîbûna di destpêka sedsalê de, derî malê ye, bi
destê zorê qewimîye û pê re, ne ew parçebûn e ku meriv karibin tesîr û encamên
wê ên sotîner ji bîr bikin, li hêlekê bihêlin ku em wê parçekirinê jî wekî
jahrê dibînin...
A ku min xwest bi biwêjî îfade
bikim ew e ku jahr û jahrdadayîbûn hebe a muhîm û lezgîn ew e bê penzeher hebe,
meriv bê penzeher bimîne mirin dibe mijar. Di dîroka kurdan de, jahrên lewitîne
jîyanê zêde û bi çîrok in, êş û janên wan etine ser zar û zimanan. Di vê heyam
û demê de, wekî romanûsek, her li bîra xwe dihêlim û jê feyz û teqetê digirim
penzeher, karwanî, çavkanî û ratsiyên penzeherî ne. Çi ziman be, çi jî gav û
afirîneriyên edebî ên modern û hemdem bin bi tevî sêwirîn û îfşakirinên
jahriyan bîrxistina penzeherê jî elzem e.
Jêrenot:
[1]Wekî kevanekê divê destnîşan
bikim ku di her xwendinên xwe de, çerxek hişê xwe bo rûberkirina metnan, ji
bertekiyên xwendinê, pirsîna pirsan ji dîrok, kultur, huner û edebîyata kurdî
çalak dihêlim. Ne zor e em texmîn bikin ew hal bêhtir halê xwendina pispor û
lêkoleran e ku ew awa xwendin dibin kana not û nîşeyan. Pisporî û lêkolerî li
dera han lê ji ber ku di romanên xwe de
bîrxistin û têkiliyan pir muhîm dibînim ew not û nîşe, ew halê xwendinê bo min
wekî zemanê xebatek bi rêkûpêk e di heman demê de.
https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-343
2024-12-08
Yorumlar
Yorum Gönder