NOT Û NÎŞEYÊN EMÎNÊ BOTÎ ÊN DERHEQ ŞEŞAQIL DE

 

 

Emînê Botî:

Min Şeşaqil dixwend, bi sebr û hêdî hêdî...

Ez hatim beşa pazdehê rûpelê heştê û pê de hestek giran ez girtim, dilê min bi Şem û dêûbavê wî şewitî...

Min devê pirtûkê girt, hizirîm, ponijîm... 

Ma gelo wêje çi ye, kêrî çi tê?

Bersivên van pirsan bi salan e gelek canik û camêrên pispor dane û didin.

Bersiva min "hest"e, eger metnek bikare hesta jiyana rasteqîn bide mirov ew metin ya baş e, wê erka xwe anîye cih. 

Wekî din jî mirov dikare zehf tiştan lê zêde bike, lê ne hewce ye.

Yorumlar