LI SER "ŞEŞAQIL"A CÎHAN ROJ HEFT REXNE,HEFT PESIN


Îhsan Bîrgul

Romana nivîskarê serhedî Cîhan Roj ya bi navê "Şžeşaqil" di sala 2021'an de ji Weşanxaneya Lîs'ê derçûye. Nivîskar berî ku dest bi mijarê bike, gotineke pir xweş daniye pêşiya me.

"Însan teyrê emrê xwe ye; a herî zor û trajîk ew e, wexta ku rê û dirb lê namînin û li lêvên zinarekî asê ye, wê kêliyê hay dibe ku ew jî "teyrê bêbask e"..

Ev gotin û rêzik esasinde şîfreya naveroka romanê dide destê meriv. Jixwe piştî meriv hinekî ber bi navê diçe qanih dibe çiqas tiştên rind û kêrhatî tê de hene. Wekî tê zanîn di nava berhemên edebî de yên herî zêde ziman

xurt dikin roman in. Çimkî nivîskar ji bilî hûnandina romanê bi dehan biwêj û gotinên resen jî metna xwe dixemilînin. Nivîskar Roj jî ev tişt ji bo zimanê kurdî jî kiriye, ji bo devoka Serhedê ango kurmanciya Serhedê jî.

Gelek gotinên di zarokatiyê de bîra me de mane û niha gelek kesan ew ji bîr kirine di romanê de cihê xwe girtine.

Helbet ligel van xweşiyan kêmasî jî hene. Jixwe min di serenava nivîsê de jî diyar kiriye. Wê çaxê em ewil qala kêmasiyan bikin, paşê jî werin ser pêyvên resen yên di nava devok û civaka Serhedî de.

1- "Qisûr nedixistin hurmetê" ev biwêj "saygida kusur etmemek"a tirkî tîne bîra meriv. Bi min "tu kêmasî ne nedixistin xizmetê" çêtir dibû.

2- "Terikiyên xwe derxist" Rastiya wê hevokê "terikê xwe derxist" e. Çimkî tenê terikekî mêran heye.

3-"Hinekan nebaş şirove bikira" Ez dibêjim "hinekan gotinên nebaş bigotana" bêhtir li mantiqa kurdî tê.

4- "Gotinên wî bûn sebeb cîgera min mezin be" Eger şaş nizanibin di vê biwêjê ciger na "pişik" tê gotin.

5- "Te parçeyên bêtonê dîtine, li ku ye ê bi ser însanan de bikevin" Bi min hevoka rast "hema lê ye ser însanan de were/ bikeve" ye.

- "Bi çêr û dijûn emir kir" Emir tê dayîn, nayê kirin. Divê ev hevok "bi çêr û dijûn emir da" bûya.

7- "Doh ez bi ser çekan ketim" Min hêj neditiye jinekê gotiye ez bi ser çekan ketime. Gotina rast "ez ketime kincan e" an jî "ez ketime bênimêjiyan".

Di çend beşan de gelek peyvên ji tirkî derbasî nava zimanê kurdî hene. Lê ev ne kêmasî ne. Çimkî nivîskar ev bi hostatî û cih de bikar anîne. Ev jî rê li pêşiya rexneyan digire û kêfa xwendinê ya xwîner xirab nake.

Em îcar vegerin dora peyvên bêhtir di kurmanciya Serhedê de cih digirin. Ango peyvên xas û resen.

1- "Pirsgirek nîn e, talaşan neke" Peyva "talaş" şûna "xeman nexwe, guh nedê" ye. Bi xêra vê berhemê careke din hate bîra me.

2- "Xwe hemet bikim" "Hemet" xweparastin, mihafizekirin û miqatebûn e. Peyvek ji peyvên resen yê di nava devê civakê de ye.

3- "Wisa secîh be". "Secîh" ji bo kesên xwedîferaset û jîr tê gotin. Peyveke êdî li bajaran nayê bikar anîn e.

4- "Biba fizildûman". "Fizildûman" ango fisildûman tê wateya bayê gur, bayê tund yê bi berf û xweliyê her derê dorpêç dike û rê nade çav çavan bibîne.

5- "Îşlikekî "tîrevîre" yê cixebelek bi ser de li xwe kir". "Tîrevîre" caw ango qumaşekî hinekî stûr û gulgulî, rengîn e. Wexta ew peyv ber çavên min ket; hemû nivînên reng bi reng û jinên kurmanc yên li ser pişta hespan, di rêya zozanan de bi dêreyên tîrevîre dimilmilîn hatin ber çavên min

6- "Wexta kêfa bavê min li ci bûya lingên xwe di pêşoyê de dişûşt". "Pêşo" teşta biçûk a bi taybetî ji bo dest û pêşûştinê tê bikar anîn. Ango ji bo destnimêjê.

7- "Wisa pîlan kiribû, meriv çi wextê bixwesta dikarî ew odeya mezin vebiriya bikira du ode". "Vebirîn" ango navbir dubeşkirina xan û mana ye. Him ji bo ode û eywanan him jî ji bo gom û tewleyan tê gotin

 

Gotina dawîn; her çiqas him bêhna kuçe û kolanên bajaran û nanê tenûrê û penêrê malan jê were jî, bêhna sing û berê Seherê zêdetir ji romanê tê.

 

30.01.2023 Agirî


https://diyarname.com/news.php?Idx=56040

Dîrok : 31 01 2023 





Yorumlar