KONFERANSA NIVÎSKARAN YA LI ÎZMÎRÊ

 


CÎHAN ROJ

 

Di 21 û 22 yê tîrmeha 2001’ê de li Îzmîrê bi navê “Konferansa Nivîskaran” konferansek hatibû lidarxistin. Nivîseke Azad Zal bû sebeb ez agahiyekê lê bikim. Li dû agahiyê min wekî notekê destnîşan kir ku derbarê wê konferansê de divê nirxandin bêne kirin. Cemil Oguz got, “Ew konferans muhîm bû, xwezî te nivîsekê lêbikira.” Ev nivîs jî bi vî awayî hat ber destê we.

Belê, hin gav û qewimîn ji bo edebiyatê muhîm in; mafê xwendevan û nivîskarên pêşerojê heye ku derbarê wan qewimînan de bibin xwedî agahî.

Piştî konferansê min nîşe lêkiribûn. Di vê nivîsê de ez ê wan nîşeyan jî lê bikim. Yek ji wan nîşeyan ev e:

“Du roj, bi awayek demî, li me buhurîn lê bi bawer im bi naverok û gava xwe dê gelek salan bi bandor be. Ev gav, di encama civînê de, wekî gaveke dîrokî hate derkirin; nivîskarên kurd li hev civiyan, hev nas kirin, kul û birînên xwe derkirin, rewş dan ber bê, peyamên xwe gihandin hev û saziyan. Careke din li rastiya xwe, rewşa çand û hunera xwe bi awayek bi rêkûpêk, kûr bûn.”

Bersiva pirsek bi vî awayî şert e; Ji bo çi konferansek wisa?

Ne bi awayek fermî be jî, li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) şaxa Îzmîrê bi helbestvana hêja Ayten Çaçan û kedkar û mamosteyê kurmancî Loqman Ehmed re ez jî di Lijneya Kovara Rewşen –Jiyana Rewşen a şaxê de dixebitîm. Der barê problemên nivîskariyê de, qeyranên ku li kovarê diqewimîn dibûn sebeb em bi gengêşin. Her nivîskar bi awayek ji rewşa heyî bi gazin bû.

Ji nîşeyan yeka din:

“Berî civînê di sohbetan de der bû ku gelek alozî, bêagahî, bêtêkilî, rexneyên ne li rê, rexneyên di cî de...di serê kesan de hene. Civîn bû sedema hêviyek gelek xurt.”

Rojekê min pêşniyar li Ayten û Loqman kir ku em hemî nivîskaran li Îzmîrê li NÇM’ê bînin ba hev. Ayten û Loqman li pêşniyarê xwedî derketin. Pirsa gelo wê sazî qebûl bike xem dixist dilê me. Loqman bi awayek ji xwe bawer got, “Wê rêveberî qebûl bike.”

Rêveberiyê qebûl kiribû. Em li ser naveroka civînê û vexwendnameyê fikirîn. Problemên sereke jê yek bêtêkiliya nivîskaran, tunebûna organîzasyonek nivîskaran bû, ya din jî rewşa kovarê bû. Di vexwendnameyê de jî ew problem bi tevî hin armancên din hatin lêkirin. Bi keda Ayten û Loqman hemî nivîskarên ku hatin li malên nas û dostan bûn mêvan. (Pêşniyar ya min be jî, bi çavên serê xwe bûm şahidê ked û heyecana Ayten Çaçan û Loqman Ehmed ji lewre rûmet ya wan e. Herwiha me divê em bi bîr bînin ku wî wextî Azadiya Welat bi heman heyecanê qedir li konferansê girt, civînê wekî manşet bi xwendevanên xwe re par ve kir.)

Ji ber ku yek bi yek navê beşdaran bi bîra min nayê ez ê serî li agahiyên rojnameyê bidim ku navê 38 kesan di rojnamê de hatibûn nivîsîn. Lê mirov dikare bêje li dor 40 kesî beşdar bûbûn.

Li NÇM’ê gotina kek Berken a wekî, “Cara pêşî ye ku ez xwe wekî nivîskarekî hîs dikim” em dilxweş kirin. Qîmeta gava ku hatibû avêtin dida der ku Berken Bereh ne wê rojê, di Kovara Tîrêj de dest bi nivîsînê kiribû lê cara pêşî bû hîsek wisa dijiya. Wî rastiyekê der dibir lewre bi awayek dostane di sohbetên edebî de me gelekan ji xwe dipirsî, ji hev dipirsî; bira bira em nivîskar in?

Ji bo dîwanê Ayten Çaçan, Berken Bereh û Osman Ozcelik hatin bijartin. Li dû destpêka axaftina Osman Ozçelik, Loqman Ehmed dest pê kir ku wî, piştî bixêrhatinê, sebebên civînê par ve kirin.  Wekî kesên axaftvan Arjen Arî, Cîhan Roj, Îrfan Amîda, Kawa Nemir, Rênas Jiyan… axivîn.

Ji nîşeyên piştî konferansê jê yeka din:

“Hin nivîskaran ji rexne û pêşniyaran bêtir giringiya çand û ziman dan pêş. Hinan jê têgeh derxistin pêş. Hinan kovar û sazî kirin navend. Dîsa hin kes li ser rewşa têkiliyên zarava û wêjeya Çar Parçeyan rawestiyan. Dîsa pirsgirêkên perwerdehî, weşangerî, têkiliyên siyaset û wêjeyê, rewşa nivîskaran, têkiliyên nivîskar û saziyan, nivîskar û civakê, nivîskar û siyasetê, berpirsiyariyên nivîskar jî di nav axaftinan de hate derkirin. Dîsa hin kesên ku di saziyan de berî niha xebitîbûn têkiliyên di saziyan de rexne kirin. Bi taybetî û bi tundî hate rexnekirin ku kesên di saziyan de bi zimanê xwe nadiaxivin.

Ne di civînê de be jî hin rexneyên wan kesan jî hatin rexnekirin ku çima di wexta wextê de rexneyên xwe dernekirine, piştî ji saziyê vediqetin dest bi rexneyan tê kirin.”

Rehmetî Arjen Arî, wekî di vexwendnameyê de hatibû destnîşan kirin, banga avakirina yekîtiyekê kir. Pêşniyarek din a  Arjen hebû ku divê em wê pêşniyarê bi bîr bînin. Kek Arjen got, wext hatiye ku em kovarekê derînin ku ne di bin baskê saziyê de be, serbixwe be. Wî wextî, bi tevî Arjen Arî gelek kes difikirîn ku ji sebebên xitimînê jê yek ew e ku sazî hikumdarên kovarê ne lewre karê kovargeriyê pêş ve naçe.

Di encama civînê de ew pêşniyar nehat qebûl kirin; hate gotin ku bila dîsa Jiyana Rewşen were weşandin lê hewl bête dayîn ku kovar bi rêk û pêk û bi naverokeke têrtije derê.  Banga avakirina yekîtiyekê, bi awayê kek Arjen gotî, bi yekdengî hate herê kirin.

Di civînê de ez kurt axivîm:“Di salên nodî de, bi awayek tesadif min di kovarekê de ev gotin xwendin, ‘divê însan xwe bike şerbet û bide vexwarin’. Ew gotin dê heta mirinê ji bîra min neçe… Belê li vir em li ser gelek tiştan axivîn û sekinîn lê ka jana çar parçeyan?...”

Wextê min pirsa dawî kir kesekî bi tevgerên serî gotinên min herê dikirin, min li wî kesî nihêrî, Meşal Temo bû ku min wêneyên wî di qada înternetê de dîtibûn. Min dil kir ku li dû civînê wî binasim, pê re sohbet bikim.

Di wê navberê de daketim qata jêr. Rêberek ji xebatkarek saziyê re, giş karmend in, li cil û bergên wan binihêre, zor e ku karibin encam bi dest bixin, got. Ez keniyam, bi awayek hêvî şkestî çûm jor. Belê saziyê fikir erê kiribû lê dû re, poşmaniyekê xwe dabû der, heta ji ber ku bi destê wan çalakî nehatibû lidarxistin poşmaniyek jî hebû.

Wexta çûm jor, min Meşal Temo li wir nedît.

Di dawiya civînê de Arjen Arî, Berken Bereh, Cîhan Roj, Îrfan Amîda, Salihê Kevirbirî wekî lijne, (Mustafa Borak jî wekî temsîlkarê saziyê) hatin bijartin ku dê xebata yekîtiyê bimeşandina her wiha bo ji nû ve derxistina Jiyana Rewşen têkilî bihata sazkirin.

Piştî wextekê ez û birêz Mustafa Borak ji Îzmîrê, Berken Bereh jî ji Semsûrê em çûn Stenbolê. Bi berpirsiyarê saziyê re, Kawa Nemir, Salihê Kevirbirî jî tevlî civînê bûn. Di civînê de em haydar bûn ku sazî xwe ji wê xebatê bi dûr digire.

Min û kek Berken me nirxandinek kurt kir; rastiyên saziyê hene, ew jî tercîha wan e, em hatin vir, qet nebe me dît ku dawî li karê lijneyê hat!

Li vir însan mafdar in ku pirsekê bikin; baş e, sazî sist tevgeriya an jî li gorî polîtîkaya xwe tevgeriya lê lijne ji bo çi serbixwe tevnegeriya an jî wek di konferansê de hatibû pêşniyar kirin çima ji bo çareyek din tevnegeriya?

Wekî me got qerarek konferansê bû ku gere Jiyana Rewşen bihata derxistin. A din jî ji alî bîr û boçûnên ramyarî ve kesên beşdar bi piranî an  alî sîyasî ve an jî ji alî hest ve nêzî saziyê bû. Ji alî ramyarî ve em nikarin bes behsa pirdengiyê bikin an jî gavê wek gaveke neteweyî bi nav bikin. Wî wextî û beriya wî wextî nêziktêdayînek hebû(îro wek xeletî bête dîtin jî rastiyek wê qonaxê bû) ger însan bibana şahidê hin kêmanî û xeletiyan jî, bi navê qonaxan û hesasîyetên sîyasî yên qonaxan, însanan çavên xwe digirtin. Li gorî min, sedemek din jî hebû ku bi hêza rewşenbîrî, entelektuelî a kesan ve girêdayî bû ku em nikarin ji bo wî wextî behsa hêzeke wisa bikin ku kariba serbixwe tevgeriya û bimeşiya; li hêlekê êşên dihatin jiyîn em zevt dikirin, ev jî dibû sedem da çav her li şop û riyên sîyasetê bin; selmandina vê ne zor e, nivîskar bi xwe jî ji edebîyatê bêtir di sohbetan de sîyasetê û pêşveçûnan digengêşîn. (Belkî ji ber wê rewşê bû Rênas di axaftina xwe de balê da ser têgehan û pêşniyar kir ku derbarê têgehan de bête fikirîn) Di wê aloziya di rih û hiş de li hêlekê jî hişê me em aciz dikirin ku ji bo çi me serê xwe bi karê xwe re nediêşand. Ev tespîta dawî ku wek tespîtek şexsî bête dîtin jî ez weke rastiyekê derdibim ku pirêzeya nivîskariya Kurmancî ya heya wî wextî wisa bû. Li dîasporayê jî heman tişt bi awayek diqewimî. 

Axaftinên di civînê de, têkiliya siyasetê û edebiyatê, meselên din mijar in ji bo nivîsên cuda. Piştî ji Stenbolê vegeriyam, derbarê xwe û nivîskariya xwe de, têkiliya xwe û siyasetê de carek din fikirîm, min ê qerarekê bida, qerara min wiha bû; “Ji vir bi şûn de bi tenê edebiyat!”

Hin nîşeyên din:

“Ji ber ku rojev negihîştibû destê çend kesan ev hate rexnekirin. Dîsa lijneya organîzeyê bi awayek xweser li benda hemî şaxên Jiyana Rewşen bû lê hin ji wan hevalan ji ber ku vexwendname neçûbû ji wan re tevlî civînê nebûn…

Lijneyê ji alî vexwendinê ve nivîskar nejimartibûn lê bi awayek ji ber ku ji xalên rojevê jê yek Jiyana Rewşen bû,bêtir kesên nivîsên wan di kovarê de hatibûn weşandin hatin vexwendin. Ji alî rengînbûn û temsîliyeta hemî kovar û weşanan ve em nikarin behsa pirdengiyê bikin. Bi tevî vê jî gerek bê destnîşankirin ku bi awayekî serbest rexne hatin kirin….

Piştî civînê biryar hat wergirtin ku di demek pêş de civînek hê bi naveroktir bê li darxistin. Bi bawerim di wê civînê de wê rexne û kêmaniyên di vî warî de li ber çav bêne girtin….

Kesên wekî Feqî Huseyîn, Samî Berbang, Hesen Zinar, Zana Farqînî tevlî civînê nebûn. Ku di civîna pêş de tevlî civînê bin wê hê watedartir be, an jî li ser xal û biryarên civînê dîtin û nêrînên xwe ji xwendevanan re eşkere bikin wê hê rê li gelek tiştan vebike; van kesan bi gelemperî hemî kesên nikaribûn tevlî civînê bin dîtinên xwe par ve bikin wê kûrahî bide biryar û nêrînan.

Civînê moralek xurt da nivîskaran. Ji bo gelek kesan ji hêla derûnî ve bû selmandinek ku ew nivîskar e lewre ji ber hin sedeman gelek kes nebûne xwedî berhem. Wekî xêzek zirav ezê nîşeyek jî qeyd bikim; nivîskarek bi eslê xwe kurd bi berhemên xwe tirk jî di civînê de bû. Ew li hember biryara wekî ku divê nivîskarên li Bakur bi rêk û pêk bixebitin derket.

Tiştek din jî derket holê ku divê em berhemên nivîskar nekin qurbana gotin û hin tewrên nivîskar lê herkes bi taybetî civak xwedî maf e ku nivîskar rexne bike, jê hêviyan bike...

Civîn bû sedem ku ezê hê demek dirêj li ser gelek hêlên xwe, têkilyên xwe û berhemên xwe bisekinim. Dîsa dilsozî û dilgermiya hemî kesan hêvî û moral da me ku wê di warê çand û wêjeyêde jî gavên bedew bêne avêtin. Bes em ji bîr ve nekin ku em hê jî di destpêkê de ne, gerek êşên destpêkê me zîvêr nekin.

Derket holê ku her kes li ser kovarê xwedî maf e û divê her kes xwedî lê derê, hem rexneyên xwe lê bigire hem jî keda xwe tevlî bike. Herçiqas hin xeletiyên kitekîtî bi aîdê rêvebir û lijneyan be jî wekî di civînê de hate gotin ev kêmanî ji rastiya nivîskaran û civakê jî dertê.

Her çiqas wênesaz, sînemager û şanoger hebûn jî kes ji wan derneket û pirsgirêk û pêşniyarên van waran dernekir. Ev jî kêmaniyek bû. Ji ber ku civînên wanî riya çareseriyê ya herî kin e.”

Agahiyek: Piştî wextekê bi ser saziyê ve tê girtin û dest datînin ser vîdyo û dîmenên civînê. Belgeyên derbarê civînê de dibin.

(kovara Diwar 2013)

 

 

 

Yorumlar