FILORTÊN EDEBÎ Û ŞÎROVE

 

 


Cîhan Roj / Peyv û Pêsîr

 

 

Şîrove bingeh û deriyê rexne û rexnegiriyê ye. Ger edeba edebiyatê bi derfetên şîroveyê re bi cih bibin wê çaxê rê û rêçikên zanîstî baştir xwe didin der. Ev jî rê li zanista rexneyê vedike. Heya niha hin kesan hewl didan da hêza şîroveyê bi cih bikin. Ev demeke gelek kes di her warî de xwe li şîroveyê digirin. A, gava pîştî vê hewlên saziya rexneyê ye. Ev jî heceyan û coşê dide me bi navê edebiyata me.

Ev di heman demê de serobinokirina hişmendiya kevnare, têgihîştina teng, elimînên sayakî û berteng e. Bi şîroveyê re alternatîf xwe didin der. Piştî şîroveyê lêgerîn jî xwe dide der. Tişta ku nehatibe şîrovekirin û neyê şîrovekirin dikeve qalibekî dogmatîk. Dogmatîzm bi tenê ne ji bo desthilatiyan e, carna em bi xwe di nêzîktêdayîn, hişmendî, bîr û baweriyên xwe de xelekan xêz dikin, warên qedexe ava dikin! Xisara vê tewrê ev e ku hêla me ya rewşenbîrî lawaz dihêle.

Ger şîrove hebin sing û dil berfireh dibin, hezkirina kûr xwe dide der. Wexta em bê şîrove bin wê tewr û elimînên me ên berteng me dîl bigirin. Wexta em şîrove bikin emê bibînin ku da ji bilî me jî însan hene, afirandin hene, dinyayek heye. Wê çaxê emê bi kêfxweşî ji behredarî û afirîneriya her kesî sûd werbigirin.

Li vî welatî em di heman demê de xwendevanê wêjeya tirkî ne. Ger em bala xwe bidinê piştî şîroveyên bi salan  gavên girîng hatine avêtin. Tiştek din jî heye ew bi dilrehetî filortên edebî dikin; ev dibe sedem ku ew piştgirî bidin hev, pêşî li hev vebikin. Ez behsa rexneyê nakim lewre melzemeyê rexnegir deq e. Ne nivîskar û helbestvan e.

Filorta edebî tiştek din e; hûn hest û dilfirehiya xwe ji ‘bo ên’ din estetîze dikin bi vî awayî ji bo wî/wê dibin hêz û qewet. Filortên edebî jî bêtir an di danasîna berheman de an jî bi riya derbirîna bîranînan xwe dide der, na ev ne ew tişt e da hûn tiştên ne rast bibêjin hew hûn hêlên kesên din ên serkeftî esas digirin ji ber ku hûn rexnegirî nakin hûn hinek bi halê vehewîner tevdigerin. Ev gelek baş e; bi vî awayî berî her kesî derdorên nivîskaran di xîtab û şêweyên xwe de derbirîneke şerbetî bi dest dixin. Gere em ji bîr nekin ku şêwe û têkiliya toreya nivîskaran a di nav hev de çi be şêweya xwendevan û nivîskaran jî hinek wanî ye!

Em bi hesret in ku di nivîsevaniya  kurdî û kurmancî de filortên edebî bibînin; ji bo edebiyatekê mînakek û deh mînak ne bes in, gere êdî bibe toreyek. Gelo nivîskar û helbestvan jî ne însan in, dilek wan jî nîn e, wexta ew çend gotinên xweş bibihîze wê çi be, bila kes xem nexwe tu tişt nabe, bi wan gotinên xweş ne cih li kesan fireh dibe ne jî teng dibe. Dîrok û xwendevan deq û berhem layiqî çi cihî bin wê li wî cihî bi cih bikin.

Helbet ji bo gotinên xweş gere hîseke kûr bi we re hebe. Dilek we yê romantîk û humanîst hebe. Hûn ji xwe bi bawer bin. Ha, ez behsa hewlên otorîteyî nakim, ev jî tiştek din e, hûn kirasê otorîteyê li xwe kin û behsa berhem û kesan bikin ev jî mijarek din e, ez bêhtir behsa gotinên xwe ji dil didin der, ên kêliyan dikim. Mînaka nivîskî ya babeta me hestên Ehmed Huseynî yên di der barê Janya Rênas de bû. Dîsa min di gelek nivîsên Berken Bereh de ev tişt hîs kiriye. Rik û banga Kawa Nemir a li Kejo Bajar û Rodî mînak e. Nivîsa Helîm Yûsiv a di der barê Menaf Osman de nivîseke wanî ye. Banga Salihê Kevirbirî ya li S.Dilpolo bangeke wanî ye. Di van demên dawî de dengê Arjen ê ji bo Osman Mihemed heman tişt e. Nivîsa Jan Dost û nêziktêdayîna Dawid Rêbiwar a di der barê helbestên Arjen de heman tişt in…Ev gişt ne rexne ne û xwe li ser rêgezên rexnegiriyê xwe nedane der, gişt filort in û hêviya me ev e da ev tişt bêhtir bi cih bibe.

Edebiyata bê şîrove û bê filort hinek dişibe siyaseta bê sosyolojî, berteng dimîne, di nav qaliban de dimîne, ji modernîzmê bêhtir xwî û xisletên kevnare yên teng bandor li dil û şêweyan dikin.

 .www.diyarname.com 

21.07.2008

Yorumlar