EV Çİ HAL E!*

                                                                    

CÎHAN ROJ

 

Xwendevanên hêja, hûn dê îronîyekê bixwînin ez  wekî îronîyekê binav bikim lewre ger ne îronî be wê çaxê hûn dê haydarî ‘nîyeta ciwamêrekî’bin ev jî êşek e!Îronî ev e ku helbestvanekî nikare nivîseke bi kurmancî têbigihije ,ne min got ezê wanî binav bikim!Wê nivîs hinek dirêj be bi hêviya bêhnfirehiya we ,bila hinek wanî be !

Beriya demekê min di malpera Dîyarname de bi sernavê,’’Filortên Edebî Û Şîrove’’nivîsekê nivîsî.

Hûn dê nivîsa ku min nivîsîbû li jêr bixwînin. Ciwamêrekî nivîsa min kir hincet û bi şêweyek ne şêwe nivîsekê di heman malperê de weşand.Bi riya hin gotinên pêşiyan ku ne tu gotin in heqaret kir.Edîtoriya malperê an ew nivîs nexwend an jî ‘normal’dît!

Ev e, Azadiya Welat jî nivîsa ciwamêr a bi sernavê,’’Florttîstî an Forttîstî’’weşand!Helbet em dizanin xwendevanên rojnameyê bi hezaran in û helbet mafê we heye hûn nivîsa min jî bixwînin û helbet mafê min heye ez a di dilê xwe de bi we re par ve bikim û helbet em dizanin her tişt dawiya dawî di dil û hişê we de binav dibe û hel dibe.

Di nivîsa xwe de min dilşadiya xwe bi xwendevanan re par ve kiribû.Dilşadiya min jî ew bû ku gelek nivîskar û helbestvanên me bi dilfirehî û dilşadî behsa berhemên kesên din dikin.Ciwamêr mîna ku min wan bi pesinandinê ‘recim’kiribe têgihişt!De îja!Xwendevanên hêja helbet hûn kesên mîna Ehmedê Huseynî,Helîm Yûsiv,Jan Dost û gelek nivîskar û helbestvanên me ji nêz ve dinasin.Gelo çi hewcedariya van kesan heye ku bi riya pesnê xwe bi kesan bidin erêkirin û bi wateya teng xwe bi wan bidin şîrînkirin?Ma mantiqeke wanî dibe?Min ew kes wekî mînak dabûn ku da toreyekê di edebîyata me de bi cî dikin.Serî li min bilind bûbû da helbestên Rênas dil li Ehmedê Huseynî kiribû mîna av.Ez dilşad bûbûm da Helîm Yûsiv romana Menaf Osman û Menaf Osman bi bîra me gişkan xistibû,ji xwendevanên xwe re digot  we hay ji Osman Menaf hebe.Salih Kevirbirî deng li S.Dilpolo dikir ku li ku ye da li nivîsê vegere.Gelo ev ne nîşana gewrebûna wan kesan e ku bêyî kompleks pêşdeketin û sekeftina berhemên bi kurdî dibînin û der dikin?Gelo Ev ne henûnîya wan e?

Xwendevanên delal, helbet hûn ji me hêviya polemîkên teng nakin helbet hûn hêvî dikin da em edebîyatê bikin ,em analîzan bikin,em tameke edebî pêk bînin,em bi halê we re eleqedar bin ne ‘bi xwe’re.Em bi edebîyata cîhanê re eleqeder bin,em bigengêşin,em xewn û xeyalên xwe û ên we berfireh bikin.

Na,ciwamêr di nivîsa xwe de gelek tişt gotine lê rexneyek wî jî heye.Rexneya wî jî ev e ku min li pêş navan birêz,hêja hwd bikarneanîye!Bi ser de jî vê bi ‘edebê’ve girê daye!Her xwendevan dizane ku navê nivîskaran bi tena serê xwe ‘îmze’ne(ev derbirîna hevalekî ye),hurmetê vedihewînin.Heya niha bi sedan nivîs di derbarê Ehmedê Xanî,Cîgerxwîn,Melayê Cizîrî,Kafka,Ehmedê Huseynî,Helîm Yûsiv,Jan Dost,Şêrko Bêkes…de hatine nivîsîn.Baş e,ji ber ku peyva birêz li pêş wan nehatiye nivîsîn ma ev tê wateya bêhurmetiyê?

Me got dawiya dawî wê her tişt di dil û hişê xwendevanan de binav bibe...

*Di azadiya welat de hate weşandin04.09.2008

Yorumlar