Makale / Cîhan Roj
1
Li gorî
nûçeya Rûdawê1, romana nû ya Helîm Yûsiv bi erebî derketiye, kurdiya
romanê jî wê payîzê were weşandin.
Roja îro, kurdî
azad bûya, statuyek fermî ya kurdan û ya kurdî hebûya wê îcabê vê nivîsê û
gelek pirsan nekira, bi gotinek herî basît, wê hew tercîhek ba û heta alî
pênaseyê ve jî wê wekî nivîskariyek pirzimanî bihata îfadekirin.
Gelo
romanûsên kurd nikarin tercîhên xwe bi awayek azad pêk bînin? An jî nikarin bi
pirzimanî edebîyata xwe bikin? Dewsa li bersiva van pirsan bigerim ez ê sê
romanûsan bi bîr bixim; Mehmed Ûzûn, Helîm Yûsiv û Jan Dost2.
Di
romanûsiya bakûr de, bo Mehmed Ûzûn, ew îdîa hatin kirin ku Ûzûn pêşî romanên
xwe bi tirkî dinivîsîne . Hê jî şik û guman hene ku kesên dîtir jî heman tiştî
dikin. Rastiyek li ber çav heye ew jî ew e ku di metnan de, li ber çav e ku
metin bi tirkî hatiye fikirîn, hevok bi tirkî hatine sazkirin pey re rasterast
li kurdî hatine wergerandin.
Jan Dost li
pey wext û zemanekî, sebeb her çi bin(tercîh be, xitimîn be, lêgerîn be,
kêliyên hilweşîner û hewlên dîtir bin...) dest pê kir berhemên xwe pêşî bi
erebî nivîsîn pey re li kurdî hatin wergerandin.
Îro, min di
Rudawê de xwend ku Helîm Yûsiv jî romana xwe ya nû bi erebî nivîsîye wê kurdiya
wê payîzê derbikeve. Heman sebeb û îhtimal bo Yûsiv jî derbasdar in ku sebebên
“tercîha” wan bo qada lêkoleriyê, bo hersê romanûsan jî pir muhîm e, çimkî bi
lêkoleriya wan sebeban re, wê gelek hûrguliyên romanûsîya kurdî jî werin
gengêşîn, problem, geşedan û pêşeroja romana kurd, bo qada edebî, bibe cîyê
pirs û fikirînê.
Heya îro ew
romanûs li hemberî kurdî di hemî nivîs, karwanî û gengêşîyên xwe de her hesas
tevgeriyane. Hê Dost û Yûsiv wisa nin, helbet ne mumkun e ku mesele xemsarî be,
jê bêhtir arîşeyên qada romanûsiyê an jî armancên dîtir ên edebî-şexsî dibin
îhtimal. Belkî jî sebeb hebin ku van îhtimalan hemîyan berdin nav avê... Baş e,
tam jî li vir, pirs ew e! Gelo sebeb bi tenê dikarin wê “tercîh, azadî an jî
kiryarê“ bidin meriv? Çimkî îronî jî li vir dest pê dike; çi Helîm Yûsiv be çi
jî Jan Dost be, herûher, rexne li sîyaseta bakur digirtin bê çima di karwaniya
sîyasetê de, kurdî ne esas e(rexne gelek li cî bûn helbet). Alîyê sîyasetê ve,
bersiv an jî dengên îndîrekt dihatin bihîstin bê rewşa heyî ya sîyasetê,
perwerdehî...rewş bo wan ne guncaw e.3
Wê pirsên
xwendevana û bîrxistin hebin. Sebeb her çi bin jî, bi wî awayî, ew jî naçin ser
sekn û kiryarên sîyasetê? Çimkî sîyasetê jî bo wan kiryaran xwe dispart
pragmatîzma bo sîyaset û îdeolojiya xwe!
Li vir, bi
nivîsîna vê nivîsê re, hewl didim bi bîra xwendevan bixim çi ji xwendinên xwe
be çi jî ji nivîsîna romanên xwe be, ji cerib û karwaniyên cuda be, bi awayek
fesîh û bêytawîz, dikairm bêjim, belê, bêstatûbûna zimanê me, rewşa me ku em bi
zimanê xwe nehatin perwerdekirin, pêvajoya modernîzebûna kurdî û gelek rastiyên
din di romanûsiyê de dibin sebebê zehmeti û êşan lê gelek derfet û rastiyên
kurdî hene ku di romanûsiyê de kana moralê ne. Bi tevî her halî, mirov bi kurdî
dikare romanên hêja yên modern binivîsîne.
Divê xem
neyê xwarin an jî xeyalên xwendevanên qada populer neşkê û bila nivîskar welew
romanûs bi her ayawî xwe biceribînin an jî tercîhên xwe bikin, dawiya dawî em
behsa edebîyat û romanûsiya ziman û welatekî dikin; pêşkeftin, rê û
dirbin nû pirî caran jî li ser xitimîn, ceribîn, têkçûyîn an jî nakokiyan şîn
tê.
Di vê mijarê
de jî wê pirsên cuda werin pê; gelo kesên qada kurdî de pir populer
bûbûn, nivîsîna wan a bi zimanek din alî moralê ve çi li kurdî û xwendevanên
kurd zêde dike an jî jê dikuje? Gelo alî edebî ve ew tercîh û lêgerîn wê li
kurdî zêde bike an jê bikuje? Bersivên pirsên wisa hem di romanûsiya kurd de
hem jî di rewşa sîyaseta bakur a li hemberî ziman de di karwaniyê de wê her
cuda û bi polemîk bin...
2
Heger hin
rewş û gav ji rewşa kurdî ya heyî be, gelo meriv dikare behsa sêwîbûna kurdî ya
di edebîyatê de bike? Her pêvajo, rewş, seknên edebî... di edebîyatên din
de jî hatine jiyîn, wê ya me de jî were jiyîn... Qasî serkeftinan, têkçûyîn,
xitimîn, lêgerîn, kifşa rê û dirbên nû, nifş û gavên nû.... wê her bibin
mijar... Wekî kesek qada romanûsîyê de, hem dijîm hem jî ji salên nodî de
şahidiyê dikim bê romanûsîya kurdî meseleyek edebî ya xweserî xwe ye.
Gelek zehmetî û êş hatin û têne jiyîn. Kedeke bêhempa dixwaze romanûsiya kurd.
Roman beriya her tiştî, meseleyek afirînerîyê û estetîkê ye. Tenê hestên
neteweyî têr nake. Tenê coşa civakê an jî xwendevaniya hin wext û zemanan têrî
hin terîf û analîzan nake.
Di destana
Memê Alan de tê gotin, “te radikin ser darê, di bin te da dibirin gulîyê daran
e.” Edebîyatên wekî edebîyata me de, bi gelemperî ya dunya sêyem de, ew rewş
talûkeyek herî mezin e ku îhtimal e her li pêş nivîskariyê be, di wê de
tenê ne para civak û xwendevanan ya qada edebî ya bi coş ji “coşa nivîskaran”
jî diqewime... Beriya çendekê Umran Aran li xwe mukir dihat ku tenê bi berhemên
kesên kifş re eleqedar e û digot, rastî ew e ku em kanona xwe berfireh
bikin. Min herûher, bi bîr xist bê, lêkoler û rexnegirên li bakur jê pir û pir,
her xwe li navên populer ên medaytîk digirin, bi wî awayî, dixwazin destnîşan
bikin bê ew çi karek cidî dikin an jî çiqas serkeftî ne! (Pir dibim şahid, di
hin mijaran de kesin nivîs dinivîsînin û ne ji rêzê ne jî wexta serî li metnan
didin an jî jêgirtinan dikin teqez kesên medyatîk mînak didin an jî bibîr
dixin! Her dibişirim kêliyên wisa de çimkî derheq mijara wan de nivîsin min
hene têra xwe tê de şahdî û detay hene xwe lê nakin xwedî çimkî tirsên veşarî
jî mijar in.)
Baş e, cîyê
kêfxweşîyê ye ew sekn bi lixwemukirhatina Aran re wê bo hêjayên dîtir jî bibe
sebebê pirsê. Çima ew qas bi detay û mijarên derî nivîsê jî ketime nav hewlê?
Bi vî înyad û islûba xwe li hemberî klîşeyên rojane îtirazkar im; hewl didim
her tespît, dîtin û şahidiyên ji jiyanê bibin sebebê xwendevan hinek klîşe û
qebûlan bide be rêpirsînê. Helbet min ê jî qasî aqlê xwe kariba li ser şertû
şûrtên nivîsên akademîk, tenê li mijarê miqateba ma, min ê ji xebatên akademîk
jî jêgirtin bikira û li dawiya nivîsa xwe navên çavkaniyan rêzkirina lê nakim
çimkî di xwendevaniya xwe de her pê şad û serkeftî bûm bê nivîsên ji cerib û
karwaniya edebîyatê têne pê çiqas ber li merivan fireh dikin ma ne wisa be wê
çima xwendevanek edebîyata kurd vê nivîsê bixwîne wê biçe Nabokov bixwîne,
Umberto Eco bixwîne... bixwîne... Erê wî! Lê wan kesan jî bala me dane cerib û
hûrguliyên xweserî ziman, kultur û edebîyata mijara gotinan e!
Welhasilî
kelam, her çi be bo romanûsiya me, em ne dikarin xwe bêhêvî bihêlin ne jî
îcabê coşek mezin dike; roman ew cûre ye di derfetên herî zor de jî rê û
deriyan li merivan vedike, tenê ked, tenê afirînerî, tenê hêza qelemê...
Mînakek mihteşem heye, “Hewarî”ya Heciyê Cindî; alî naverokê ve(ji rewşa
sovyetê ya wê wextê belkî jî ji sekna Cindî ya îdeolojîk) meriv di hin alîyan
de rexnedar be jî alî ziman, estetîk û îfadeyê ve romana kurd a herî balkêş e!
Cindî hêza xwe ji ku girtî ye? Ji taqeta îfadeya kurdî û ji romanûsiya cîhanê
exlebe jî ji romanûsiya welatê Tolstoy û Dostoyevskî...
Di
romanûsiya kurdî de heya radeyekê normal be jî hin romanûsan her hewl dan xwe
bi meylên civakê yên cuda xwe înşa bikin, bi populerbûnê ve îhtimal
e jixwerazîbûn qeleman têxin xewnên tiraliyê û pirsan ji xwe nekin? Her
çi be, lêgerînên qeleman heqîqet in, tercîh jî wisa. Zeman û encamên lêgerînan
bi awayek di edebîyatê de cî û rengê xwe digirin, çi erênî çi jî neyînî.
Kêmaniya
edebîyata me ew e nifşê nû rexneya nifşên beriya xwe li ber çav nagire, wê
taqetê ji ber gelek sebeban di xwe de nabîne!
Neyê
jibîrkirin ku ger xitimîn an jî likumînên edebî hebin tê de para xwendevanan,
exlebe ya rexnegir û lêkoleran ji ya nivîskaran ne kêmtir e! Wekî nîşeyek
li vê nivîsê beloq bimîne jî mijara edebî her çi be jî peyvên hestiyarî û coşê
her bi min xuya dimînin4...
Jêrenot
1.“Hewlêr
(Rûdaw) - Romana nû ya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv " di çapa xwe ya yekem a
sala 2025an de ji aliyê Dar El-Zeman ve ji bo çapkirin, weşandin û belavkirinê
li Şamê hat weşandin....
Çapa
kurdî ya romanê wê vê payîzê derkeve.”27.05.2025
- Li vir mijarê bi nivîsîna bi
zimanên din re bi sînor dikim, ev nivîs bi gelmeperî romanûsiya hersêyan
nake mijar.
- Mijara me ne ew e lewma ew sebeb
û hincet çiqas li cî ne an jî ew sekn bo kurdî bû sebebê çixisaran ew
mijarên dîtir in...
- Bi coş û hestiyarîyê re û
pîrozwerî jî ew rewş e were rexnekirin; beriya çendekê li Amedê, nav û
gotinên navdarên edebîyata me li keviran hat nivîsîn. Em bûn şahid bê
nîyet her çi be jî çawa pêşî li nû bûn û rexneyê tê girtin ku bi nîyetek
herî baş ji hestên herî safî, wekî pîrozwer bin hat lansekiirn. Baş e,
rewşek wsia de wê kê karibe cesaret bike rexneyan bîne ziman?
. 2025-06-01
https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-383
Yorumlar
Yorum Gönder