Dİ DESTANA MEMÊ ALAN DE Bİ DİLAN TÊ SONDKİRİN

 


                               

                                                                         CÎHAN ROJ

            Sî û çar sal beriya niha bû;berfa pêşî ketibû.Êvareke ker û lal.Bavê min kîloyek pûrteqal anî bû.Min pûrteqala ku pariya min ketibû kir paşila xwe û serî da riya mala dapîra ku ji me re çîrok vedigot.Em pênc zarok bûn.Destek min li ser pûrteqala di paşila min de bû destê dî jî di kerika guhde guhdarê çîroka Memê Alan bûm.Tişta ku hîç ji bîra min neçû ev e ku di ronahiya  lampeyê de min buhuştek didît ku Mem û Zîn tê de du çivîkên çolê bûn,di araviya sobeyê de jî Beko û Mîr bi hawar bûn.Dil li min dikeliya.Di şeva wê şevê de hevalên min,dapîr her diçû li ber çavên min şêrîn dibûn.Ji hêlek ve jî axîn bi ser axînê de  diherikî ji dil de.Kêliyekê destê min yê li ser pûrteqalê bala dapîrê vekişand.Li ser pirsa wê, min pûrteqal derxist û da dest wê.Kevçîka çay girt û pûrteqal kir pênc par.Li me belav kir.’’De bixwin Memên min,hêvî dikim ji Rebê xwe ku deşt,çiya,newal,av û gelî li ber we bibin deng û pêlên hezkirinê…’’Heya bîst saliya min jî û hê jî wextê li sıruştê bi tenê dimînim her tişt bi min dibe dengê hezkirinê.

            Ji bo her kurdê ku  Memê Alan guhdarî kiriye,ev dastan pira di navbera wan û huner,wêje,felsefe,estetîk û ûtopyayê de ye.Memê Alan di serê her kesekî de bi dehan berhemên mîna xwe afirandiye lê mixabin hew di dilan û di hişan de sergirtî maye.

Piştî ku min xwest ez derbarê vê dastanê de xwe bigihînim xebatên heyî   min  di motora lêgerînê ya elektronîkî ‘Google’ de Memê Alan nivisî û ez mam li bendê.Encam xemgînî û diltengî!Yekî kurd bernavkê Memê Alan li xwe kiriye bêyî vê tu agahî û nivîs derbarê vê dastanê de nîn in bi kurdî  heya bi tirkî!

            Memê Alan û Mem û Zîn  du berhemên ku kurd bi her hawî xwe tê de dibînin,xem jan,hêvî û xeyalên xwe pê re diherikînin.Jêderka Mem û Zîn  dastana Memê Alan e.Ehmedê Xanî  bi nivîskî cara yekem çirayê pêxisti ye.’’Schîller,melzemeyê Wîllîam Tell,Shakespeare jî melzemeyê Kral Lear  li ber dest,amade dîtin.Lê dû re mohra jîrektiya xwe li van berheman dan.  Û van lîstikan niha wekî berhemên wan têne dîtin.’’(Julîus KROHN-Kaarle KROHN)Belê Ehmedê Xanî ku ji alî  Celadet Bedirxan ve wekî pêxember hatiye dîtin jî  wekî  Schîller û Shaskespeare mohra xwe li berhemeke li ber dest daye.Lê ji ber hin sedeman û cûdatiyan  berhemên me bi tevî hêlên hevpar ji hev cûda ne jî.Her du berhem mîna du çavkaniyên di zinaran de derbûyî ne.Wextê însan basa berhemekê dike bi gelemperî berhema dî jî cî dide xwe lê dîsa jî hewlên me ev in ku em ya di derbarê Memê Alan de careke ji caran bi bîr bînin.

Hin xal hene ku me divê em bi bîr bînin,ne wanî be rastiya dastanê xwe nade der.Wekî gel dîsa ji sedemên dîrokî  em ne xwedî xeyalên kûr û dûr in.Hêza me ya ramanî refleksî ye.Bi hevokên herî kin em diaxivin.Jiyana me bi du peyvan re diherike,’erê’ û ‘na’.Hingiya em bi zimanê xwe biyan mane pirî caran em ,bi zimanê bedenê ,xwe der dikin.Ji tama estetîkê em dûr ketine.Di berhemên niviskî yên roja îro de  hêla herî lawaz ev e.Ya herî bi êş jî ev e ku em hê jî vê pirsê ji xwe nakin;çi an jî kîjan berhem ji wêjeya me ya modern re bûye bingeh ?Me çavên xwe li dîrokê girtiye.Ev jî rê dide texlîdê.Helbet wêjeyek modern.Lê ne texlîdMe hay jê heye ku bingeha wêjeya Ewropa berhemên Homeros in.Bi bawerim me hew xwe li temayek di dastana Memê Alan bigirta heya niha di wêjeya modern de dê berhemên giranbiha bihatana afirandin.Mînak di dastanê de temayek jî jê ev e ku însan wextê kûr û ji dil hez dike dibe însan,însanek ji însanên bi per û bask.

            Memê Alan  ji  alî ûtopyayêve pir balkêş e;wekî Roger Lescot jî gotiye di dastanê de bajarek xeyalî hatiye afirandin.Ev wek destpêkek xwe dide der;di vê destpêkê de jiyaneke nû tê hêvîkirin.Di ûtopyayê de havênê jiyanê  evîn e.Cara pêşîn em di vê dastanê de pêrgî ûtopyayek ev qas berfireh û bi bandor dibin.

                        Piştî van derbirînan em dikarin  çend deriyê dastanê li xwe vebikin.Dastan honakî ne.Ji alî honakê ve berhem xwedî taybetiyek e;bi sembolên evsaneyî vegotin xwe beredide nav jiyana rojane û rasteqîn.Hilberîna xeyalî  berhemê û vegotinê bedewtirîn kiriye.

            Ziman nazdar e,şîrîn e,hêza xeyalê û coş di her hevokê de bi ser rûyê ruh dikeve.Ziman zimanê bengîtiyê ye.Ziman deriyé ruh li me vedike.Ev vegotina helbestî bi her rista xwe dişibe guliyên dara bi bar û bi ber.Bi ziman û şayesan dastan  li nik berhemên Homeros cî dide xwe.Kûrahiya felsefîk,teqla di bin baskên peyvan de bi ser ziman dikeve,peyam û afirîneriya hunerî dastanê li asteke bilind bi cî dike.Çend mînak ji şayes , form û metaforên dastanê :

Mem runiştibû li ser textê çarling,mîna rojê ko nuh hiltê li çiyan e/ji hesinê birûskê çêkirine ji bo dev û diranan e/xew dijminê mirovan e û şev keliha mêran e/serê mêrê çê daîm mij û dûman e/çirka çirka serê qeleman e/gî xortên sivik in di guhên wan de guharên zêrîn in/were,guh bide me,mekeve ber bayê xewneke şevan e/min nedî ko kes birînê riman bi ava gula da kewan e/ditirsim ji gola xwîniyan e/bejin ziravo mîna şiva bê kelemo/emrê çûyî venagere li xwediyan e/tu hildayî ser darê û di bin te da dikin bibirin guliyan e/ez tî mame di navbera du çeman e/rûne,di cihê xwe da giran be mîna kevirê koşan e’

            Ev evîn,roj bi roj  bi ser dilan de heliya ye,mîna benîştê li ser kokê daran e.Di vê evsaneyê de her tişt mîna hebê tizbiyan tê gotin.Ev  evîneke wisa ye bahr bi Bozê Rewan  bi hawara  her du dildaran ve çûye.Perî,tav,heyv û stêr bi xweziya  bedewiya  her  du  evîndaran bûye.

Mem,ew kes e,’’Mîna rojê ku nuh hiltê li çiyan e.’’Bejinzirav e mîna şiva bê kelem.Kesek hişk e,karekterek dijwar e heya dibe evîndarê Zîn.Li dû evîndariyê  ew êdî av e.Di çardeh saliya xwe de arê evînê bi dilê wî dikeve.Di şexsiyeta Mem de pevçûneke bêhempa tê jiyîn.Mem î destpêkê û yê dawiyê ne yek e,bi berdewamî şexsiyet veguheriye.Ev guherîn bi hezkirinê û bi nasîna Zin re pêktê.Beko,Hesen û şexsiyetên weke Stî li ser nirxên civakî şax dane.wekî Mem ,Çeko û Mîr di nav guherîn û veguherînekê de ne.Ev taybetî ango guherîna di şexsiyetan de taybetiya berhemên modern ya herî girîng e.

Zîn ,xwediya xewna şevan,ne cin e,ne perî ye,esil beşer û însan e.Heya pozê kaxezê wekî îşareta miriyan tê şewitandin ew çira Mem e.

Hesen di vê dastanê de ji bo ku Mîr li Mem û Zîn neyê xezebê  bi destê lawê xwe digire û diavêje nav ar  da ku Mîr neçe Mem û Zîn li nik hevudu nebîne.’’Mîna nîşana rûmetê ye.’’Hesen.

            Dawiya  hesreta xewna şevê;mirin!Destê her du evîndaran piştî dimirin di xakê de dibin henase.Û Beko heye .Wextê ji bo bêbextiyê tê kuştin dilopek ji xwîna wî di navbera  destê her du dildaran de  wekî strî şîn tê.Ango ewantî  li vê evînê hatiye çandin.

            Di vê dastanê de tê gotin ku,

*Serê mêrê çê daîm mij û dûman e

*Fedî ne karê mêran e

*Riya çetin riya mêra û egîtane

            Dîsa di vê  evsaneyê de bi hesreta dilan tê sond kirin. Ji peyva herî kuvî  heya bi gotina herî tîr û tûj her tişt dihele û ji gerdeniya jiyanê re dibe moriyên  şîn.

            ‘’Dido hene ,yek qîz e,yek xort e,

            Bi çelengiyê kesek nagihê wan e

            Yek kurê Mîrê Mixribiyan e

            Ew mîr padîşahê kurdan e,

            Ya din ,bavê wê waliyê bajarê Cizîra Botan e

            Keça Mîr Zengîn,Zîn Zêdan e.’’

            Mem û Zîn,di heman cîwar û erdnîgariyê de  şîrê pêşîn yê evîn û evîndariyê ye.Çîroka gul û striyan e.Dengek bi ser me dixe,bila evîn bi ber bayê xewna şevan nekeve...

            Bi navê Grîfon ajalek mîtolojîk hebûye.Tê gotin  Mîttaniyan berê zayînê bi du hezaran ev ajal anîne  Mezopotamyayê.Ev ajal bi bask bûye.Bi serî çivîk  bûye û bi gewde şêr…Rastiya însanên vê erdnîgariyê  ev rastî bi xwe bûye…Mem,Zîn serî ne, ango çivîk in,Hesen,Stî  gewde ne,  ango şêr in di dastanê de…

 

 

* Kovaraw hejmar 11 hate weşandin..

Yorumlar