|
Yaqob Tilermenî
Li ser rûyê cîhanê ji bo ku dîroka gelek şaristaniyan ji
windabûnê rizgar bibe, bermahiyên ji van şaristaniyan mayî di muzexaneyan de
têne bicihkirin. Taliyê weke pêşangeh pêşkêşî mirovan dibin. Lê gelek
şaristanî bi bajarên zindî ew bixwe muzexane ne û di tu der û cihî de
hilnayên. Yek ji van bajaran jî, bajarê Mêrdînê ye ku li serê çiyayekî weke
muzexaneyek vekirî her dem li hêviya mêvanên xwe ye. Mêrdîna ku di televizyon
û rojnameyan de bûye benîştê ser zimanan, ji hêlekê ve jî bi rêya rêvebirên
pergalê re tê rûçikandin.
Mêrdîna ku xwe weke gerdeniyekê li dora situyê çiyayekî alandiye, bi
bermahiyên xwe agahiyên gelek şaristaniyan pêşkêşî mirovan dike. Li gora
gotegot û destnivîsên berî bi sedûheftê salan navê bajar ‘Mardîn’ xwe dispêre
şaristaniya Farisan. Kurê hikumdarê Farisan, Mardîn ku bi nexweşiyeke bêeman
dikeve, li ser pêşniyara bijîşkan wî digihînin sere çiyayekî bilind ku weke
Çiyayê Qijalkan dihat binavkirin. Mardîn li vî cihî spîsax dibe û bi vê
mebestê navê wî li vî cihî tê kirin. Şûnwarê Mardîn di demeke kurt de dibe
warê mirovên faris ên mecûsî ku ji agir û melekê tawis re hurmetê nîşan
didin. Bi qasî hezar salan li serê vî çiyayî agirê mecûsiyan vêketî dimîne û
desthilatiya farisan didome. Herî dawî kurê Cariş ê bi navê Arsûs ku ji
bajarê Trabzonê ye û rûm e, vî bajarî desteser dike û lê desthilatdariyeke nû
dimeşîne. Kelehekê ava dike û tev li ahliyên xwe di vê kelehê de bi cih
dibin. Heta ku hikumdarên îslamê Mêrdîn bi dest dixin, bajar ji hêla rûman ve
tê birêvebirin.
Helbet gelek rîwayet û çîrok û xeberoşk der barê vî bajarî de têne gotin;
ancax çi ecêb e ku di roja me de pirtûkên ku ji hêla walîtiyê ve têne
amadekirin de navên ahliyên kurd an nayên bilêvkirin an jî bi sayakî di ser
re tê buhurandin. Jixwe mirov ji Mêrdîna îro jî dikare gelek zanîn û agahiyan
bi dest bixe. Meş û geryanên li nava kuçe û kolanên teng, sewtên curbecur ji
gelek zimanan, peristgehên gelek olan û di şeveke sayî de dîmena bajêr a ji şewlan
pêkhatî… Ligel van tiştan gişan jî hezkirina ji bajêr û bengîtiya evîndaran
di şûnwarekî wiha de…
Ger mirov romana nivîskarê pirhêl (helbestvan, çîroknûs û romannûs) Cîhan Roj
a bi navê Gîtara Bê Têl bixwîne, dê hemû bersivên pirsên xwe û du lehengên romantîk
Şadî’yê kurd û Selîn’a ji bajarê Smyrna (Îzmîr) ku bavê wê yewnan, dêya wê
arnawid bi rihetî bibîne. Şadî’yê doktor û Selîn’a hemşîre ji ber seqaya ku
bajar bi mirov dide jiyîn û wan di nava efsûnên xwe de digevizîne, xwe
radestî bengîtiyekê dikin û bi armanca evîneke domdar a li ser bedena vî
bajarî qewlan didin hev. Cîhan Roj leheng û bajar weke benê dû şûjinê
afirandine û destnîşankirina nivîskar Asli Erdoğan çespandiye; “Şûnwar û
leheng weke hêmayên awêneyê hevdu temam dikin” û bi şertê ku dê leheng jiyana
xwe li bajêr bidomînin, wan radestî evîniyekê dike. Ji ber hindê ji bo
nivîskar bajar awêne, leheng teyisîna ser zibeqê ye. Bajarê Mêrdînê ku di
romanê de dibe bajarê evîn û bengîtiyê, bi bermahiyên xwe ku şûnşopên mirovên
ji şaristaniyên cuda dihewîne, weke lehengê sereke yê romanê ye. Jixwe dema
ku mirov romanê bixwîne, dê teqez ji xwe re bibêje, ‘ez ê êdî bi hişmendiyeke
dîtir li vî bajarî bigerim!’.
Ji bo ku nivîskarek di binyata pêşaniya xwe de bajarekî bi zexmî bi cih bike,
jiyandina li wî bajarî hêmana sereke ye. Nivîskarê romanê jî bi dan jiyandina
şûnwarekî, ev rastiya xwe ya jiyandina li bajêr weke xalîçeyekê li ber xwîner
raxistiye. Weke J. P. Sartre gotiye, “Nivîskar li her derê li zanebûna xwe,
li daxwazên xwe, serqise li xwe rast tê. Tim xweseriya xwe dipelîne, kirdeya
ku afirandiye li cihekî ku dest nagihîjê ye.”. Yanî cihên ku berê nivîskar lê
jiyaye, bajar û kîtekît bi awayekî di çîrokan de cih digirin. Ji ber hindê
mirov qada komarê, deriyê babisorê, muzexaneya bajêr, cihê kebabfiroş rido,
sûka ga û qehweya bilaliyan ligel medreseya zincîriye û dêra zaferanê weke li
wan deran di geryanê de be, di hişê xwe de saz dike. Û mirov xeyal dike ku
nivîskar şûnşopa xwe li van deran gişan hiştiye.
Şûnwarên ku heta niha di berhemên wêjeya kurdî de hatibûn bicihkirin, bêtir
weke şûnwarên di nava qerqeşûna şer û pevçûnan de derdiket pêşiya mirov. An
nivîskar bêyî ku navê bajar bidin, hemû kîtekîtên bajarên kurdan ên nas di
binyata pêşaniyên xwe de bi cih dikirin ango bajar bi hin direwşên siyasî
dixemilandin û pêşkêş dikirin. Di Gîtara Bê Têl de ligel ku hikumê
desthilatdarên pergalê li her derê bajarê Mêrdînê xwe bi mirov dide hîskirin
jî, hikumê hezkirin û evîndariyê hîna bêtir li pêş e. Mirov tê digihîje ku
bêyî evîn jiyîna li vê derê ne gengaz e ango bêyî bajar mirov ji evînê jî
bêpar dimîne. Bi van sedeman dema ku leheng Şadî dest bi pêwendiya evînê
dike, weke şertê domandinê bicihbûna li Mêrdînê datîne ber Selîn. Selîna ku
di nava raza bajêr de bûye bengiyê Şadî weke keseke serxweş û xilmaşê jiyanê
daxwaza Şadî di cih de dipejirîne. Dema ku girêk li benê têkîliyê dikevin û
çîrokên rabirdûyê li deriyê wan dixin, ew xilmaşî û serxweşî ji holê radibin
û bûhran dest pê dikin. Ji destpêka romanê ve benê navbera bajar û lehengan
bi zexmî hatiye ristin û xwîner bi serê ben digire û xwe digihîne heta seriyê
din ê ben.
Dema mirov cihê jiyîna nivîskar a berê (Mêrdîn) û ya niha (Îzmîr) dide ber
hev, tê digihîje ku bajar tu carî destê xwe ji pêxîla wî bernade. Ji ber
hindê bajarê xwe yê berê (Mêrdîn) di rihe leheng Şadî de, bajarê xwe yê niha
(Îzmîr) jî di rihê Selîn de dide der. Bi van sedeman mirov tê digihîje ku
şûnwar çiqasî di navendê de cih girtiye û honaka romanê xurt kiriye. Îcar
kesên ku dibêjin di wêjeya kurdî de rihê şûnwarên xweser nayên dîtin, dikarin
ji hevoka serî “Di bin hukmê germê de meş li xweşiya wî diçû. Çiqas xwêdan
dida, beden ew qasî bi wî sivik dibû. Bi nav xeyalan diket. Rengê zeferanê yê
li dîwarên xêniyên dîrokî dil li wî xweş dikir…” dest bi xwendineke nû bikin.
* * *
BERÎ KU KELA SER BIFÛRE
Gîtara Bê Têl ku bi hemû hêlên xwe romaneke serketî ya wêjeya kurdî ye, ji
ber hin şaşîtiyên edîtoriyê mirov di dema xwendinê de zîvêr dike. Hin hevokên
şikestî ku nehatine serastkirin; hin peyvên ku di kurdî de bersivên wan hene,
lê bi tirkiya wan hatine nivîsandin (nexweşiya kilsê= kireçlenme, aîdî= ait,
rûnê zeytûnan= zeytinyağı, Çarşî= Çarşı, Ocaxa tenduristiyê= sağlık ocağı,…);
navê leheng Şadî ku li sê cihan weke Zeynal hatiye nivîsandin; dawiya romanê
ku du caran hatiye nivîsandin û ku nayê famkirin bê roman bi çi awayî diqede…
Hêvîdar im ku dê roman ji teref xwendevanên wêjeya kurdî di demeke kurt de
were sitendin û di çapa duyemîn de şaşîtiyên wê werin
serastkirin.
Ji Azadiya Welat hatiye
girtin
****************************************************************************************************************************************
ZARÊ KEVIRÎ FERATÊ DENGIZÎ Herê, Kevir jî dipeyîvin. Dibin evîndar, evîna zaferanî; û evînan, destanan, çîrok û
jiyanan vedibêjin. Herê ev der warekî, efsûnî ye… Tenê ku tu ji zarê wî fêhm bikî. Xweyaye ku birêz Cîhan Roj ji vî zarî, jî vî zimanî fêhmkiriye. Carinan dil kevirin, lê kevir jî bi dil in. Kevirê bêdil kêm
in. Evînê gelek kevir helandine, mehandine. Meseleyek dîrokî ye, ev pirs. Gelo, war ku ye? Bersiv jî
curbecur lê dil rehet nakin. Nakokî didome. Bibêje jî G. Sandêyî û bi vir ve,
belkî jî hê kevintir. “Ciyê ku zikê min lê
têr dibe warê min e” yan jî “War, ax e, xak e, ciyê ku rehên te xwedî
dikin bi xwêdan û xwîn û evînê, yanî war, welat e.” Belê ev nîqaş didome û birêz Roj, di romana xwe ya “Gîtara
Bê têl” de van bersivan dixe pêşbirkê. Bi ya min, bersiveke dîrokî tê de heye û
xweş hatiye hûnandin, tenê hest nayên derkirin tê de! Gund, bajar û axa ku
dihat gotin “gumgumok jê direvin” çawa dibe, çawa bûye warê evînê. Lê çi bikim
li welatê me, li sere axa me heskirin hatiye kuştin. Evîn, dilînî dilkevir e,
dilkevirî ye, dilê me bûye kevir, kevir e. Lê kevir ji hesdike, dihele ji bo
evînê, tenê ku tu zarê wî bizanibî, zarê kevir, zarê kevirî…Hilbet ku dil ne
kevir be, dil û ûjdan hebe, wek berriya Mêrdînê ji Keleha Mêrdînê xweya dike
rastî… Ax, warê min î efsûnî… Ax, axa min î dilkeser î bêkes û sêwî. Lê wê
qedrê te bêzanîn mîna qehweya te ya bêhnxweş î di taya rihanê de, wek herikîna
reyhaniyê… Cîhan Roj, dest û hest û hesteyê te her hebin… Derbarê teknîka romanê de zêde nikarim tiştekî bibêjim lê
dixwazim ji aliyê zimanî hinek tiştan, ku li gorî min kêmanî ne, li gor ku ez
dizanim, par ve bikim: -
Li xweşiya wî
diçû / rp.7 ; bi ya min, “lê xweş dihat” an jî “pê xweş dihat” bêhtir li
gorî mantiqa kurdî-kurmancî ye. -
Bin av xeyalan
diket / rp. 7; bi ya min “diket nav xeyalan” wê çêtir bûna. -
Teeen sodayê,
teeen kolayê (Sodayê bîne… Kolayê bîne…) / rp. 10; bi erebî ev “werin
Sodayê, Werin Kolayê” ye. Ji bo bibêje “Sodayê bîne” divê bigota “Cîbil sodayê”
û ji bo kolayê jî bigota “Cîbil Kolayê”. -
Em her tim ne bi
aîdî xwe ne, ne wanî ye Şadî? / rp.76-78; bi ya min ‘bi’ li vira zêde ye.
“Em her tim ne ayidî xwe ne, na wanî ye Şadî?” wê rastir be. -
Ji Heskîf li wî
digeriya / rp.84 – Taxa Kotek /
rp.87 – di bin dara behîv de rûniştin / rp.89; tewag kêm e. Divê ‘Ji Heskîfê li wî digeriya’ - ‘Taxa Kotekê’ – ‘li bin dara behîvê
rûniştin’ bûnan. -
Rih geh çû wextek
li Izmîr geh hat Mêrdîn / rp.155; ‘geh çû wextek li Izmîr’ qels e. Divê,
“rih geh çû Izmîr geh hat Mêrdîn” an jî “rih geh çû wextekî Izmîr geh hat
Mêrdîn” bûna. -
Bi dû re em
hincas dixwar / rp.156; nabe,
divê, “di dû re me hincas dixwar” bûna. -
… tiriyê Zinar
dixwarin / rp.196; tewang tuneye, nabe. Divê, “…. Tiriyê Zinarê dixwarin”
bûna. -
Gîtarekî bê têl,
an jî ‘nameyekî…’ / rp.196; amûrên mûzîkê tev ‘mê’ ne, li gorî rêzimanê kurmancî, ‘name’ jî wisa; divê, “gîtareke
bê têl” û “nameyeke…” bûnan. Wekî din, ji aliyê çapê dîzayn hebikî zeîf e. Xweska berg ne
reş bûna. Reş, bûye wek sembola me kurdan, hêviyê qut dike. Lê hêviya me xurt
e. Dîsa mîzanpaj qels e, germî û herikîna xwendine sist dike. . Gîtara Bê Têl- Roman- Cîhan Roj- Weşanên Do- Çapa yekem:
Adar; 2009- 222 rp. Wek gotina dawî; Bêhna Mêrdînê jê difûre. Ez dibêjim bêhn
bikin, bêyî vê nemînin. Hezkirên vî warî û hezkirên vî zimanî; evîna kevir, evîna
kevirî li heviya we ye… Bi hêviya gelek berhemên wiha kurdewarî… Kovara W
30.09.2009 - Amed *********************************************************************** Îsmail Memiş
ROMANA CÎHAN ROJ!
Romana “Gîtara Bê Têl” ji alî Cîhan Roj ve hatîye
nivîsandin. Ev roman bingeha xwe ji eşq û evîna keç û xortekî digre. Ew
peywirdarê fermî yên dewletêne, peywirdarên me ango lehengê romana me lawik
bijujke, keç jî hemşîre ye.
Romana “Gîtara Bê Têl” ji alî Cîhan Roj ve hatîye
nivîsandin. Ev roman bingeha xwe ji eşq û evîna keç û xortekî digre. Ew peywirdarê
fermî yên dewletêne, peywirdarên me ango lehengê romana me lawik bijujke, keç
jî hemşîre ye. Ev peywirdarên me bi eşq û evîneke hişk û her wiha bê qusûr bi
hev re dimeşînin. Nivîskarê vê romana me ya Birêz Cîhan Roj bi hevkarîya biwêj
û peyvên xweş, hevokên xwe xurt kirine, ev peyv û galgalên xwe têr tije anîne
ziman. Em karin bibêjin wî jî bi eşq û evîne ke xurt roman bi zimanekî şahîk û
herikbar hûnaye. Dîsa em karin bibêjin ji hêlkê de eşq û evîna du xortê nû hatî
û ciwan bi hevokên efsûnbazî tîne ziman, ji hêla dinê de bajarê dîrokî yên ku
lê dijîn bi peyvên xûrt û têr tije dide pênasekirin. Ji ber van hevok û peyvên
xweş mirov tahm û çêje ke xweş ji xwendina romanê digre. Di gellek mijarên di
romanê ji mirov re pêşkêş dike, herkesê ku dixwîne dibêje qey ez vê bûyerê
dijîm.
Li ser eşq û evîna Şadî û Selîn’ê li gora ku di romanê de
mirov dibîne û dixwîne Selîn keçeke Tirke û bijujk jî, ji welatê Serhedê ye,
yanî herdu evîndar jî, ne ji wî bajarê ku lê peywirdarin. Em karin bibêjin
bûyer û pêkhatinê di romanê de derbas dibin, di navbera herdu evîndaran re
derbas dibe. Îja piştî van herdû evîndaran du heb evîndarên din beşdarî naverok
û mijara romanê dibin, yek jê Hadî ye, ya din Beyza ye. Tiştê ku mirov tê
digihêje lehengên ewil Şadî û Selîn’e, ev herduyên din piştî wê dikevine nava
romanê. Tabî beşdarîya herduyên din ya roman û hûnandina romanê mirov li hinek
deverên dinê jî digerîne, ev jî xwendina romanê xweştir û bi çêjtir dike. Di
vir de ez dixwazim behsa wan û diyaloga di nava wan de bikim. Dildara wî Selîn
ku dibêje; “Mîrza doktor,” dibêje û dixwaze pirsna ji dildarê xwe bike. Ew jî
jê re dibêje ne hewceye tu peyva mîrza bikar bîne, bi navê min bakg min bike wê
hîn çêtir be. Ka em binerin bê çi diyalog di nabêyna herduyan re derbas dibe.
“Ne hewceye hûn peyva mîrza bi kar bînin. Wexta ez dilşad bûm, ew demên gelek
hindik, wan çaxan jî ez bi dû sohbetê herî sivik diketim. Min li asîman li
rengê asîman. Derfet hebûna diçûm li morîyan dinêhrî. Bi devê çemekî diketim,
min guhdarîya herikîna dengê avê dikir. Li vî bajarî jî sikak bi sikak digerim.
Rengê kevirê dîrokî, kevir, germin bi rêwîtî dikin.” rûpel (38) Dildarê wê yê
doktor, jê daxwaz dike ku fermîyet di nava wan de tunebe. Dixwaze bi peyvek
rehetî ji hevre bipeyîvin û tim diyalogeg germ di nabêna wan de hebe. Bi raya
min nivîskar nerîna morîya hevkarî û yekîtîya di nava gel de wê çawa xurtîyê bi
xwe re bîne pêşniyar dike. Bi daketina devê çemekî re û guhdarîkirina herikîna
dengê avê dildarîya Feqîyê Teyran ya evîndarîya wî ya bi avê re tîne bîra
mirovan. Gera sikak bi sikak li nava bajêr jî û nerîna li dîwarên keviran
dîrokîbûna vî bajarê qedîm ku ew lê peywirdarin tîne bîra mirovan, em karin
vêya li peyva xwe zêde bikin. Xwendevanên hêja bi zimanekî hostayî bajarê
dîrokî bi me dide nasîn. Her wiha pirtûk bi xurtkirina peyv û hevokên naverok
tije berdewam dike. Ez bawerim kesê ku xwendibe wê bi min re di heman nerînê de
bin. Ev pey û galgalên di nava Doktor Şadî û Parezer Hadî de derbas dibin peyva
minî li jorê ku min gotîye dicesibîne. Ka em binêrin bê di nava wan herdu
hêjayan de çi hatîye gotin; “Ez bibêjim mûme, tu bibêje fanos, ez bibêjim fanos
tu bibêje heyva çarde şevî ye. Îca ma dilê wê; ez bibêjim ave tu bibêje ava
belekîyên berfê, ez bibêjim teyre, tu bibêje çûçika çolê ye.” Rûpel. (78)
Van peyvên ku Doktor Şadî li jor tîne ziman, mîna çîrokek ji çîrokê mehên
zivistanîne ku hatîye ziman. Li ser bingeha romanê û hûnandina wê hinek mijarên
din jî hene yek jê Hadî’ye ya din Beyza’ye mirov kare tiştna li ser wan jî bîne
ziman lê ez naxwazim dû dirêj li ser bisekinim, ji bo nasandina romanê tişta
min anî ziman, ez dibêm wê bes be.
Di her roman û pexşanan de çîrokên Kurdî ku hatine
nivîsandin pirrê lehengên wan, dawîya wan bi trajedî xelas dibe ango miradên
wan bi hev nabe. Ez nizanim! ji ber çîye? Ka ji ber çarenûsa Kurda ye, ji ber
çîye ez jî pê nizanim. di dawîya romanê de Selîn û Şadî qezaya trafiqê derbas
dikin bijûjk Şadî bi brîndarîyek sivik xelas dibe, lê Selîn’ê jiyana xwe
ji dest dide. Peyva Şadî ya dawîyê yawalîya ( lavakirina) wî ya ji xweda ye û
dua dike, dibêje; ya rebbî “ Tu Selîn ji min nestîne.” Selin jî hewl dide ku
bikenne. Lê peyva wê ya dawî yê! Ev bû. “Masî mas…” bu. Rûpel (265) Lê roman bi
lewnek din bi dawî dibe ne cenazê Selîn dibin mala bavê û ne kesek ji malbata
Selîn’ê tê ji bo wê qeza ku derbas kirîye. Ev jî di romanê de kêm hatîye
nivîsandin ango nayê xwuya kirin. Ev jî, ji layanî min de rexne ye, li ser
mijara romanê… Lê tevî hemi tiştî jî, roman hêja ye ku bê xwendin…
www.kiziltepepost.com Rebendan 2015 ************************************************************************ KITÊBA “SADI”YSTANÊ BÊ GUNEH Ehmed Belek
Edebîyata kurdî bi lez û bez berhemên xwe zêde dike. Lê ya balkêş ev e
ku em bûnin wek mirovên ji ber xelayê hatibin. Loma jî em dixwazin zû zû vê
valahiyê tijî bikin. Dema em helbestekê, stranekê, romanekê ango tenê hevokekê
jî diafirînin, em dixwazin hemû êş û elemên xwe bidewisînin hindurê vê
berhemê. Ev jî nivîskarê kurd dikişîne kilîşeyan û edebîyatê qels dike. “Gîtara
Bê Têl” jî bi metaforek pirr xurt û helbestî hatiye honandin. Navê wê meraq,
hêvî û her wiha heyecanekê bi xwînêr re çêdike; lê sed mixabin ew jî ketiye
kemîna vê kilîşeyê. Kilîşeya ez bahsa wê dikim ev e; yekî kurd û yeka
biyanî(pirayî tirk e) ji hev hez dikin lê ji ber ku ciwanê me, yê kurd welatparêzekî
hêja’ye, nikare dev ji welêt û doza xwe berde; wek we jî fêm kir, dev ji
”evîna“ xwe berdide. Her çiqas wisa be jî ”Gîtara Bê Têl“ çîroka ”evînek“ nerm e û dilê
xwînêr germ dike. ”Gîtara Bê Têl“ di
destê Cîhan Roj de, bi dirûşmeya zagonê hezkirinê deng dide. Ka werin em li vê
rîtmê guhdar bikin.
Naveroka pirtûkê, bi meşa doktor Şadî dest pê dike. Ji xwe dema hûn
bixwînin hûn ê Mêrdîn pir baş nas bikin bi van meşên Şadî re. Ew dildarekî
Mêrdînê’ye û kolan bi kolan li kuçeyên Mêrdîn digere û cihên dîrokî, bi
çavdêriya Şadî û vegotinên balkêş tên danasandin. Tê fêm kirin ku nivîskar bi
xwe jî dildarê Mêrdînê ye. Lehengê me yê sereke Şadî, doktorekî hêja ye û ji
aliyê derdorê ve pirr tê hez kirin. Ev mirovê balkêş bala hemşîra xwe jî dikişîne.
Hemşîre Selîn, keçek Îzmîrî ye. Ev nêzîkahiya wan di wexteke kin de vediguhêze têkiliyeke
germ. Diltenikbûna nivîskêr di vir de xwe derdixe holê û vê têkiliyê bi metaforên
balkêş dihûne. Bi vî awayî, pirtûk mîna xeyalek nerm diherike. Wek mînak; mistdana
porr ê li ser çongan, xwendina çav û keviran, bêhnkirina qehweyê û meşên dirêj,
di nav dîroka Mêrdîn de. Di van meşan de, lehengê me bi bêhna qehweyê û bi
dîrokek balkêş, sermest dibin; ev sermestî her car dibe sebeba şevên dirêj û
erotîk. Erotîzma Roj, mîna şanoya Trajediyayê, di paş perdeyê de ye û xwînêr
aciz nake. Ev germahiya, ”heta kêlîka biryarên ji bo pêşerojê têne girtin,“ bi
awayekî fantastîk didome. Lê edî gere biryarekê bidin. Her du jî evîndarên
kevirên welatên xwe nin; li aliyekî Îzmîr, Agora, bexçeyê Yezdan û li aliyê din
Mêrdîn a bêhna dîrokê ji barana wê tê. Di vê miçiqandinê de, Selîn biryarek
radiqal distîne, lê serkeftî nabe. Têkçûna wê dibe têkçûna evînê, a Şadî, a
pirtûkê û her wiha a nivîskêr bi xwe.
Li ser şêwaz û zimanê nivîskêr tiştên em dikarin bibêjin ev in; nivîskar
bi hay -ango bê hay- pirr ketiye feqa dubarekirinê. Tiştek tê gotin, çend
hevokên din dîsa tê dubare kirin. Dîsa ji çavnebarî, wek min di serê nivîsê de
jî got, hemû pirsgirêkên civatê dewisandiye ser hev; ji pirsgirêka jinê heta
Aleviyan, cerdevanî, xebatên cemaetan, şewitandina gundan û pirsgirêkên
koçkirinê…hwd. Van hewldanan nivîskar xistiye nava vegotinan û vegotinan,
tevlihevî û acizî bi xwe re aniye.
Di nirxandinê de, mijara herî balkêş jî îdealîzekirina lehengan’in.
Nivîskar, bi hestiyarî nêzî lehengan bûye, ev jî pirtûkê ji rastiyê dûr dixe û dixe
riyek fantastîk. Mesela Şadî; doktorê hêja, hevalê dilsoz, cîranê perwer…hwd.
Çiqas tiştên baş û qenc hene daxilî takekesiya wî kiriyê, lê qet şeytan venehewandiye;
”mirovê bêşeytan“e. Gere ev rastiya neyê ji bîra kirin ku, di rastiya hebûnê de
cihê şeytên jî heye. Nivîskêr Şadî kiriye pêxemberê ola evîne û bi hemû
lehengên jin, yên pirtûkê re, nivîskar jî bûye endamê vê tarîqatê. Lê nivîskar,
hezkiriyê qesasê xwe û pirtûkê ye. Dema hûn baş li Şadî binêrin hûnê bibînin
ku, ew çav û keviran dixwîne, qehweyê bêhn dike, nîşeyan dinivîsîne; Erê! Qala
van tiştan tê kirin lê hundirên wan nehatiye dagirtin; tu nişeyên wî, ya ji
xwendinek wî mînak nehatiye dayin. Ev jî valahiyekê derdixe holê. Şadî, mîna
yekî nû kamil bûbe li fantazîya digere, lê belê bingeha wî tune ye. Dilbijokek
û birçîjinek e. Ji xwe ji ber
çavqûndetiya Şadî, ”evîna“ wan qet naşibe ya Mem û Zînê, Leyl û Mecnûn. Şadî,
mîna yezdanekî hatiye afirandin; lê belê ew, mîna Zeûs e û Selîn jî Afrodît a
bi dek û dolab e. Ev nirxandin di encama pirtûkê de xwe diyar dike, lê dîsa jî
nivîskar dev ji dilsoziya xwe ya li hemberî yezdanê xwe bernade. Yanê ez
dikarim bibêjim, nivîskar her ku Şadî mezin kiriye, pirtûk biçûk bûye, ew biçûk
bûye. Lehanga jin Beyza jî balê dikişîne. Ew hevala Selîn a bi hev re di
xaniyekî de dimînin. Kengî qala Şadî dibe bi dilbijokî diaxive, lê ev ne bala
Selîn dikişîne, ne jî ya nivîskêr. Beyza, dîsa bi berjewendparêzîî(menfaatperestî)
bi dora Zîşan dikeve, ji bo wan biparêze; lê nivîskêr, ev helwesta wê bi şêrînahî,
wek germahiyek hevaltî nişan daye. Ev jî vêya nîşan dide ku nivîskar, ji aliyê
lehangên xwe ve hatiye xapandin. Li ser lehangan tiştekî din jî heye; nivîskêr,
çêyî û xerabî, mîna reş û sipî ji hev cihê kiriye; li aliyekî mirovên baş û paqij,
(ku qet şeytan bi dora wan nakeve) li aliyê din jî, şeytan bi xwe ketiye dirûvê
mirovan. Ev jî qelsiyeke ku nivîskar ji aliyê derûniya mirovan ve ne-serkeftî’ye.
Lewre mirov, hem şeytên, hem jî xweda bi hev re, di hindurê xwe de vedihewîne.
Belê; Cîhan Roj, bi metaforek xurt û balkêş, qala ”evînek nîvcomayî“ dike.
Ka werin deng bidin vê “Gîtara Bê Têl” bê ji we re, çi li ser zagonên evînê,
dibêje.
************************************************************************
GÎTARA BÊ TÊL
Menico
Mijara Romanê
li Mêrdîn derbas dibe. Nivîskar têkiliyên komek kesên karmend û evîniya bijîşk
Şadî û Selînê ji xwe re dike mijar. Di romana xwe de xwestiye vê yekê bigire
dest:Eşqa ku jiyanê dike jiyan û jiyana civakê ya rasteqîn a ku li Mêrdînê bi
hemû giraniya xwe li ser kesayetiyê didome û diherike;çiqas dikarin tehemûlê
hev bikin.Her du lehengên romanê di navbera evîna xwe û cih û warê xwe de
nakokî jiyane,alozî xwe li mejiyê wan daye der ku ew dê dev ji evîna xwe berdin
an ji cih û warê xwe.
Di romanê de
Şadî wiha tê nasîn: bijîşkekî baş, kesekî giran, henûn, jidil, fêmkirê ruhê
jinan,birçiyê evîndariyê ,rûmetgirê civaka xwe ,têgihiştî,heskiriyê av û hewa
welatê xwe.Evîndara wî Selîn jî heskireke jidil ,birçiyê evînê,keça Îzmîrê û
xweşik,kesa ku ji jiyana kurd û ereban dûr,xerîba jiyana kurdan,yeke di serî de
xwediyê pêşdariziyan e li hember cıvata Mêrdînê.
Di destpêka
romanê de Şadî bi tena serê xwe ye,ji tenêtiyê hez dike.Bi kûrahiya ezmanan re
dikeve fikaran,diponije.Bi miriyan re têkildar dibe,li avahiyên dîrokî û xwedî
reng in dinihêre û giyana wan dixwîne,bi şev diçe nav xwezayê,bi kurtasî
tenêtiyê ew girtiye nav pençeyê xwe.Lê
evîndarî dê wî ji vê tenêtiyê xilas bike heta radeyekê.Lê wê rizgar neke.Tirsên
wî û bêtecrûbeyîya evînî dê dev ji wî bernedin.Selînê jî şagirtî ji evînê re
kiriye lê tê de maye,ilmê xwe bi neyînî kuta kiriye.
Evîn di
navbera yeke ku di evînê de şikestî û yekî ku li evînê venebûyî de derbasî ser
rûpelên berhema Cîhan ROJ dibe û çiqas ji van her du ruhan re dibe derman êdî
xwendevan bi dilê xwe…
Li axa
qedîm,bajarê dîrokî û çendemolî li
Mêrdînê;cihê ku hemû kes bi awayekî di eşq û meşqa xwe de li hev bûne girêkurk
,têkiliya evînî dest pê dike di navbera Şadî û Selînê de.
Ji bo lehengên
romanê êdî evîn û jiyan gîtara bê têl be jî,dengê ku ji gîtarê diweşe şayanî
gengêşiyê ye ku çiqas bûye stran û awaz.
Di dirêjahiya
xwendina pirtûkê de xwendevan bi vê yekê re rû bi rû dimîne:Gelo gotina
wêjeyî û gotina sohbetan çawa ji hev diqete?Axaftinên rojane çiqas dikarin hunerê pêk bînin?Digel vê jî,roman me dibe
ber peravê pirtûkên wêjeyî û wan ji hev diqetîne,dike du bir:Berhemên li pêş
civakê û berhemên li paş(dû)civakê.
Lê belê ya
girîng herikîn e,ya girîng peyv e.Peyv kevirên qul qulî ne.Wêjeya ku xwe
biafirîne wan qulikan tîne taxa hev û tê re diherike û hemû peyvan bi hev ve
girê dide.
Wêjenas çiqas
xurt be ew qas qulikên keviran li dûşa hev rêz dibin,di peyvekê de çend pêwendî
çêdibin.Û di wê sayê de jî peyva ku divê biherike;hest,coş,meraq,rîtm,mûzîk û
hwd.Li bin guhên peyvan nakevin û tê re derbas dibin.Hevok jî bi vî hawî
ne.Deriyek ewçend nepenî di nav wan de heye ku şîfreya kilîta dêrî hew nivîskar
dizane an jî hew bêhngirtinek e.Di romanê de her çiqas peyv û hevok ji aliyên
rengên xwe yên kurdî ve bi serketî hatibin lê kirin jî(lewre dema ku tu dixwînî
geboxa tirkî xwe navêje ser û çavan û nivîskar zimanê xwe gelekî ji tirkî
şûştiye)dîsa peyv dibin asteng û kevir nahêlin tu di romanê de biherikî û
bitahmijîne.
Divê hunera
berhemê hemû hişkiya peyvan bişikêne û bihelîne nav hest û ramanên xwendevan û
karibe wan bi xwe ve girê bide û bandorê lê bike.
. Kovara
HINAR,hej.2,Rezber/Mijdar 2009 **************************************************************** **************************************************************************
*************************************************************************
****************************************************************************
“Addison Gaylee gotiye; “ xweşikbûna helbest, newa an romanê
ne girîng e, a girîng ew e ku, vê melodî, helbest, lîstik an romanê jîyana
reşikekî çawa xweşiktir kiriye ye.”
Û dibêjîm qelema Cîhan Roj buye sebeb ku em têkilîyê bi
wêjeya zimanê xwe re daynin, jiyana min û gelek kesên wekî min xweşik
kiriye...”
Aytenxan Amed
29.10.2021 ***

|
Yorumlar
Yorum Gönder