CÎHAN ROJ
Berî çendekê Mûrad Ciwan di derbarê çîroka bi nave “SOND” a Qedrîcan de di malpera Netkurdê de nivîsekê nivîsî. Îro Abidîn Parilti bêyî lêbikole, bêyî guh bide gotinên Mûrad Ciwan, Qedrî Can bi “întihalê” tawanbar kir!
Parilti analîzên edebî dike, nirxandinên hunerî dike,
rexneyên hunerî dike. Ne ji wan kesan e ku bi wî awayî bi yekcarî, ji ber xwe
de, gotinan bike. Ez metelmayî mam…Gelo ew qas hêsan e ku însan kesên wekî Qedrî
Can, bi vî awayî, bi deh hezaran xwendevanên tirk bide nasîn! Na, diltenikî
nakim, helbet çi rastiyên edebiyata me û wêjevanên me hebin gere bi eşkereyî
bêne gengêşîn lê ne bi vî awayî!
Ez nizanim, her ku haya Abidîn Parilti ji nivîsa Mûrad Ciwan hebûye jî çima serî pê re
neêşandiye û Qedrî Can bi întihalê tawanbar kiriye!..
Mûrad Ciwan rexneyên li cih li wêjevan û weşangerên me
girtiye. Rastiya wê çîrokê bi bîra me xistiye! Rê daye gengêşiyek berfireh. Ger
ew gengêşî bê lidarxistin ez bawer im wê hêlekî Qedrî Can xwe li me zelal bike:
“Qedrî Can ew wergerandiye Kurdî û nehatiye gotin ku ew werger e, yan
adaptasyon e, weka ku çîroka wî bi xwe be di Hawarê (Hawar Journal, No.33, 1944
) hatiye weşandin… Di vê navberê de ez ne pirr bi îdîa me, lê dikare hin berhemên
Qedrî Can ên din hebin ku yan ji hinan hatine wergerandin, yan jî adaptekirin,
lê wek berhemên wî bi xwe hatine nîşandan. Divê ev mesele cidîtir bê
lêkolan.”(Netkurd,19.12.20089)
Ev e, Ciwan di nivîsa
xwe de behsa “întihalê” nekiriye. Bala me kişandiye ser wergêriya Qedrî Can. Bi
tevî wergerê behsa adaptasyonê jî dike. Îtîraza me li hember gotinên Abidîn Parilti heye. Tu hewesa Qedrî Can
tunebûye wê çîrokê wekî çîroka xwe rê bide. Çîrok bi xwe delîl e.
Kerem bikin kurtenîşeya Abidîn Parilti bixwînin (Radîkal
Kîtap, 26.12.2008):
“Berî du hefteyan min di derbarê Qedrî Can de nivîsekê
lêkiribû. Di nivîsê de min derkiribû ku çîroka wî a bi navê Sond gelek li
xweşiya min çûye…Piştî nivîs hate weşandin ji Bozan Yaman ku ez rûmet li
helbestên wî digirim maîlek hat ji min re. Yaman dinivîsand ku ew çîrok gelek
dişibe çîroka Omer Seyfettîn a bi navê ‘And’. Û bi litûfkarî ew çîrok ji min re
bi rê kiribû. Dû re Firat Cewerî jî ji ber heman sedemê li min geriya. Piştî
demekê nivîskar û lêkolîner Mûrad Ciwan meseleyê di malperekê de zelal kir.
Belê, edebiyata Kurdî jî bi meseleyek întihalê re rûbirû bû. Qedrî Can, çîroka
Omer Seyfettîn a bi navê ‘And’ bêyî bi nîşeyekê destnîşan bike, bi hinek
guhertinan re di Hawarê de weşandibû…”
Yek, çîrok naşibe çîroka Omer Seyfettîn, çîrok çîroka Omer
Seyfettîn bixwe ye. Parilti gotiye, Firat Cewerî li wî geriyaye lê nêrinên Firat
Cewerî ji xwendevanan re negotiye. Parilti dibêje Mûrad Ciwan meseleyê zelal
kiriye lê xuyaye ku nivîsa Mûrad Ciwan tênegihiştiye. Mûrad Ciwan negotiye
întihal heye, gotiye nehatiye destnîşankirin ku bê werger e an adaptasyon e.
Dîsa ger Parilti her du çîrok bida berhev û bixwenda dê bidîta ku ew çîrok
cerib-werger e, serbest werger e ne întihal e. Parilti baş pê dizane ku mînakek
wanî ya întihalê zore ku bê dîtin. Ez nizanim bê ji bo çi Parilti gotinên Mûrad Ciwan ên wekî, ‘nehatiye gotin ku ew
werger e, yan adaptasyon e…’ li ber çav negirtine…
De baş e, ji bo çi çîrok ne întihal e? Ger ne întihal be, çi
ye? Çi taybetiyên çîrokê hene û Qedrî Can xwestiye çi bike?
Ne întihal e lewre bi tevî navê çîrokê Qedrîcan çîrok li Kurdî
wergerandiye. Adaptasyon heye. Navê karekteran hatiye guherandin. Em nikarin
bêjin wergerek normal e lewre hin beş jê derxistine. Qedrî Can di wergerê de,
ji alî teknîkî ve, xwe li ceriban girtiye. Xuya ye ku çîrok gelek li xweşiya wî
çûye lê mudaxeleyî nêrînên nivîskêr kiriye. Mesela beşa dawî ya çîroka Omer
Seyfettîn jê derxistiye (di wê beşê de Omer Seyfettîn hîsên xwe yên
neteweperest derkiriye)
Gere em wê çîrokê, di çarçoveya teknîka wergerê de niqaş
bikin. Em lêbikolin ku bê Qedrî Can xwestiye çi bike û çi biceribîne. Çîrokê bi
Tirkî û bi Kurmancî bixwînin hûn dê bibînin ku tu niyeteke Qedrî Can tunebûye
ku wê çîrokê wekî çîroka xwe bide xuya kirin. Ji bo însan tiştek wanî bike gere
hişê xwe winda bike! Bi tevî navê çîrokê paragraf bi paragraf li Kurmancî
wergerandiye.
Di edebiyatê de tê gotin ku hin berhemên adapteyî gelek
serkeftî ne heta îhtimal e ku ji berhema xwerû serkeftîtir bin jî. Ev çîrok
mînakek adpatasyonê ya xurt e. Ger heya wê çaxê di çîroka Kurdî de adaptasyon
nehatibe kirin (bi qasî ku dizanim nehatiye kirin û min li tu cihî nexwend, ger
hatibe kirin gere kesên haydar der bikin) ev nîşan e ji bo hewlên Qedrî Can.
Ev, cerib-serbest-wergerek xurt e. Bi tevî cih û navan Qedrî
Can hin fikir û nêrînên nivîskêr jî begem nekiriye. Her du paragrafên pêş û
paragrafa dawî bi yekcarî jê deraniye.
Wekî kek Mûrad Ciwan gotiye ger di rojên pêş de rewşa
berhemên Qedrî Can ên din, bi tevî xebatên wî li me baş zelal bibe wê niyeta
Qedrî Can jî xwe baş bide der. Di edebiyatê de întihal tê çi wateyê û çawa
hatiye kirin kesên bi edebiyatê re mijûl in kêm zêde pê dizanin.
Ji bo xwendevanan ezê li vir mînak bidim û pirs ji we bikim,
hûn bin hûn dê bi vî awayî û ew qas eşkere xwe li întihalê bigirin? Ma ev ne
dûrî aqilan e?
Kerem bikin, biryar ya we ye. (Ji bo kesên bi Tirkî nizanin
dikarim bibêjim Qedrî Can rasterast wergerandiye):
Ji çîroka xwerû:
“Okul bir katlı, duvarları badanasızdı. Kapıdan girilince
üstü kapalı bir avlu vardı. Daha ilerisinde küçük, ağaçsız bir bahçe...
Bahçenin sonunda ayakyolu, çok kocaman aptes fıçısı... Erkek çocuklarla kızlar
karmakarışık otururlar, birlikte okur, birlikte oynarlardı. "Büyük
Hoca" dediğimiz, kınalı, az saçlı, kambur, uzun boylu, yaşlı, bunak bir
kadındı. Mavi gözleri pek sert parlar, gaga gibi iğri, sarı burnuyla, tüyleri
dökülmüş hain, hasta bir çaylağa benzerdi. "Küçük Hoca" erkekti.
Büyük Hoca'nın oğluydu. Çocuklar ondan hiç korkmazlardı. Sanırım biraz
aptalcaydı. Ben arkadaki rahlelerde, Büyük Hoca'nın en uzun sopasını
uzatamadığı bir yerde otururdum.
Ji wergera Qedrî Can:
“…dersxaneya me yektebeq bû û nesîwaxkirî bû. Gava deriyê
kûçeyê dihate vekirin, dehlîzeke teng û tarî û paşê hewşeke bê dar û rût xuya
dikir. Di hewşê de bermîleke avê, zingarî hebû ku me bi ava wê destmêj digirt.
Keçik û lawikan bi hev re dilîstin, bi hev re dixwendin.
Xoca mezin, jin bû; bejindirêj, piştxwar û hebek mejîçelqîyayî. Xocê biçûk,
kurê Xoca mezin bû, hêj zarok bû.
Ez, li dawiya zarokan gişan rûdiniştim ku darê Xoceyê mezin
negihije min…”
Ji çîroka xwerû:
“Okulda yalnız bir tür ceza vardı: Dayak... Büyük suçlular,
hatta kızlar bile falakaya yatarlardı. Falakadan korkmayan, titremeyen yoktu.
Küçük Hoca'nın ağır tokadı... Büyük Hoca'nın uzun sopası... ki rasgeldiği
kafayı mutlaka şişirirdi. Ben hiç dayak yememiştim. Belki kayırıyorlardı.
Yalnız bir defa Büyük Hoca, kuru, kemikten elleriyle yalan söylediğim için sol
kulağımı çekmişti. O kadar hızlı çekmişti ki, ertesi günü bile yanıyordu.
Kıpkırmızıydı. Oysa suçum yoktu. Doğru söylemiştim. Bahçedeki aptes fıçısının
musluğu koparılmıştı. Büyük Hoca suçu yapanı arıyordu. Bu, mavi cepkenli,
kırmızı kuşaklı, hasta, zayıf bir çocuktu. ..”
Ji wergera Qedrî Can:
“Di dersxanê de awakî cezayê hebû, felaqe. Heta keçikên
mezin jî xwe ji felaqê xelas nedikirin. Kesê ku ji felaqê netirsiya û jê
nericifiya tune bû. Ew ê ku cirma wî biçûk bûya, Xocê biçûk bi çend şimaqan û
Xoca mezin bi çend daran canê wî ditevizand û serê wî diwerimand.
Ji aliyê lêxistinê para min ji gişan kêmtir bû.Bi tenê
carekê Xoca mezin ji ber derewkê guhê min pir zêde kişand û ez êşandim.Heta
çend rojan sorbûn û êşa guhê min neçû.Digel vê qasê tu qebeheta min tune bû û
min rast gotibû…
Rojekê ,zarokekî bilbilokê bermîla nimêjê şikandibû.Her du
xocan dixwest bizanin xwediyê vê cirmê kî ye?Yê ku ew şikandibû zarokekî biçûk
,ziravok ,nexweş û bêcan bû…”
***
Çîrok bi vî awayî dom dike.
Wekî gotina dawî, ez hewlên Abidîn Parilti ên di derbarê
berhem û edebiyata Kurdî de wekî xwendevanekî dizanim. Lê ji ber wê tespîta bi
lez û bez rexneyên me hene, em hêviya tespîtên wanî ji hin nivîskaran nakin. Bi
hêviya ku Abidîn Parilti carek din halê çîrokê a xwerû û halê wê a adapteyî
bixwîne û xwendevanên Tirkî haydar bike ku ew ne întihal e, adaptasyon e.
Meseleya çima di Hawarê de nîşe nehatiye lêkirin xwedî gelek îhtimalan e.
Nîşe: Pey re, qasî ez li miqate bûm, Parilti, ne xwe li nivîsê kir xwedî û ne jî di heman rojnameyê de(Radikal) behsa wê şaşiya xwe kir!
*Diyarname, Beş: Serbest, 27/12/2008
Yorumlar
Yorum Gönder