REWŞA ROMANA KURDÎ Bİ REWŞA ZİMAN VE GİRÊDAYÎ YE

 

Cîhan Roj:


PeyamaKurd - Yek ji beşa edebîyata nûjen roman e. Di edebîyata dinyayê de romana Kurdî ji xwe re cihek dîtiye yan na? Nivîskarên Kurd çima zêde romanan nanivîsin? Romanûsê Kurd Cîhan Roj bersiva pirsên PeyamaKurd ên di vê mijarê de dide.
Nivîskar Cîhan Roj dibêje: “Rewşa romana Kurdî bi rewşa ziman ve girêdayî ye”.
Ji kerema xwe dikarî ji me re hinekî qala xwe bikî?Li Gimgimê li gundê Înaq di sala 1965an de hatime dinyayê. Ji bo jiyanê ku qest jê jiyana nivîskariyê ye, navê Înaq, Varto, Behra Reş, Heskîf, Qoser, Rişmil, Mêrdîn û Îzmirê bi bîr bînim, çimkî di jiyana min de têkiliyên bi surîştê re, têkiliyên bi objeyan re, ên bi çîrçîrokan re, ên bi destanan re, têkiliyên bi ziman re exlebe ên bi mekanan re her di nav kelûpel û kêliyên nivîsînê de ne. Her mekan bi taybetiyên xwe, bi tesîr û derfetên xwe jiyana min temam dikin: li serhedê hîs, li Heskîf û Mêrdîn dîrok û mîmarî, li Îzmir nasîna şaristaniyên cuda. Wisa lê difikirim mekan ji derî rastiyên xwe ên edebî rengên jiyana merivan in.Cenabê te kengî dest bi nivîskariyê kir û sedema ku te bi Kurdî nivîsî çi bû?Di sala 1993an de min dest bi nivîsînê kir. Di lîseyê de bûm, rojekê rewşenbîrekî ji min re got, li gund bi Kurdî binivîse. Ez metelmayî mabûm, çima ji min re wisa gotibû? Belê mamosteyên Vartoyî ên havînan dihatin Vartoyê qedir li min digirtin heta pey re rojekê di nav xwe de dibêjin, ka li wî xortî mêze kin, xerclixa xwe dide rojname dikire. Li gund li telîfa wî kesî fikirîm lê min bi alfabeya Kurdî nizanibû.Di sala 1987an de li Heskîfê ez û hevalên xwe derheq bûyer û mijarên şer de diaxivîn. Min jê re got, ez dixwazim bibim nivîskarê Kurd, got çima, min gotê hê di zarokaniyê de min pirs ji xwe dikirin lê bersivan wan li cem min tunebûn. Ez bi zarokaniyê bi pey lêgerînan ketibûm heta di dibistana navîn de ez çûm komeleya hîzbekî sîyasî, li wir çay dan min pey re, kovara xwe dan min, li mal min hewl da bixwînim lê min jê fehm nedikir. Di lîseyê de min romanek du roman xwendin. Wê wextê min ji xwe re got, ev e dunya te. Ew jî ma li wir lê xwendinê dewam dikir. Li Mêrdîn di rêveberiya sendîkayê de bûm. Şer û pevçûn hebûn, ji alî hestiyarî ve rewş zor bû. Rojekê min dît Jîr Dilovan bi Kurdî dinivîse, li ser pêşniyara wî min pêkenokeke devera Gimgimê jê re got, wî bernavkek danî binî û şand ji rojnameya Welat re û pey re min dest bi nivîsînê kir.Tu rewşa romana Kurdî çawa dibînî?Helbet bi hêvî me lê rê û dirbên li pêş zor û zehmet in. Rewşa romanê bi awayekî bi rewşa ziman ve girêdayî ye, ziman bê statû ye, ne azad e, li hêlekê jî bi înad û hewla Kurdan re pevajoya modernîzebûna zimên berdewam e. Gelek sebeb hene ku dibin sebeb hêvîdarî derheq şiklek romanê de werin pê. Mixabin bi tevî hin romanûsên navdar hin qelem dikevin xefika xwendevaniya demkî; ew awa roman ji qalib ji zimanê rojane û yê bi tezîra formên zimanê devkî ne, pirî caran melankoliya di salên heftê û heyştê de di fîlmên Tirkan de dihat dîtin di hin romanên Kurdî de tê dîtin û ev bi navê parastina Kurdî tê kirin an jî bi navê romana neteweyî tê pênasekirin. Halbuki edebîyateke wisa a dûrî romanûsiyê ti feyde nade edebîyata neteweyî jî ji lewre di vê serdemê de edebîyata neteweyî tê çi mehneyê, gerek çawa be divê were gengêşîn. Mîsal, yek ji taybetiyên edebîyateke xurt têkiliya bi zimên re ye û divê têkiliyeke azad be, em hem karibin ziman bi derfet bikin hem jî bi ziman re şer bikin! Tu rabî bo mexsedên xwe ziman têxî nava aslıhan û sembolan bi nav bikî tu romaneke xurt a nanivîsî...Sedema ku nivîskarên Kurd zêde romanan nanivîsînin çi ye?Yek jê rewşa ziman e. A din roman bereke bajarvaniyê ye, jê re meş û derfetên modern lazim in. Me Kurdî di pêvajoya modernîzebûnê de ye, çanda nivîskî li bakur di tarîxa nêz de gûr bû, teşegirtina zemîna edebî a nivîskariyê exlebe an ji edebîyata devkî ye ku ew jî bi xwe re qalkirin û neqlê tîne; sêwirîn afirînerî û teknîk kêm dimîne an jî ji tesîr û xwendinên edebîyatên biyanî ye ew jî dibe sebeb roman bi zimanekî biyanî were nivîsîn pey re peyv bi peyv li Kurdî were wergerandin. Meseleyeke din têkiliya bi teknoloji û teknîkê re ye, li Rojhilat a navîn ew têkilî qels e. Bi tenê mijar û mexsed têr nake, gelek kes serpêhatî û jiyana xwe weke çavkanîyeke bêdawî dibînin li pey berhemekê dixitimin. Ev û gelek tecrûbe û radtiyên din dibin sebeb mirov li romanê bifikirin, rastiyên romanê qebûl bikin û bi temkîn tevbigerin.Gelo em dikarin bêjin "romana Kurdî êdî di nav edebîyata cîhanê de” cî girtiye?Bi awayekî objektîf belê çimkî weke ziman Kurdî dijî û li Başûr û demên dawî li Rojava xwedî statû ye. Li her deverê roman tên nivîsîn û lêkolîner çi Kurd çi jî biyanî analîzan dikin xebatan pêşkêş dikin. Lê ku em weke edebîyata cîhanê qest bi wê romanê bikin ku di nav edebîyata dunyayê de bi ger û geryan e, mixabin em nikarin behsa romaneke wisa bikin. Ev hem ji rastiyên romana me tê pê hem ji bêderfetiyên di wergerê de tê hem jî jê re danasîn û paplûpişt lazim e. Kurdan hê Memê Alan bi edebîyata dunyayê nedane nasîn hem wê israr û taqetê nabînin ku bi edebîyata dunyayê bidin bihîstin. Îye Baba Tahirê Hemedanî hîm û fîgûrekî muhîm ê edebîyata Kurdî ye.Heke em edebîyata dunyayê û pê re romana Kurdî bînin rojevê divê em pê re aliyê entelektuelî ê romanûsan bînin rojevê. Ji dîrokê bigire heya gelek warên din romanûs hay jê hebe. Heke romanûsek bi çavên sîyasîmedaran û dîroknûsan li hin bûyeran binihêre, pirsên wî ên bi detay tunebin, li ser qebûlan bi durişme û melankoliya beloq tevbigere ew nabe romana edebîyata cîhanê.Dubare xuya bike jî bo romana Kurdî di nav edebîyata cîhanê de cî bigire em bi awayekî bi israr li ziman vegerin. Belê ev ziman ji gelek hêlên modernîzmê bêpar lê ev ziman li erdnîgariya Gilgamêş bû, hay ji çîrokên Hezar û Şevekê heye, mîrateya kulturî a Hûriyan vedihewîne ku bandor li Hîtîtiyan kiribûn. Vî zimanî ji Akadî, ji Somerî peyv anîne heya roja me. Welatê Kurdî welatê destanan e, ev ziman bi tevî bêsiûdiyên xwe jî bi deh hezaran biwêj, bi sedhezaran peyvan û mûzîkeke weke Dîcle û Firatê pêşkêşî me dike. Em bi wê berfirehî, bi wê sebir û înadê bi romanê re eleqeder bin ê hêviyên me xurttir bin. Herçî mekan in her yek jê weke cîhanekê ye. Wexta min romana Mala Baz nivîsî û min hin taybetiyên tarîxa Bedlîsê xwendin ez xemgîn bûm çimkî dereng mabûm. Her ku romanên li ser pirêzeya romanûsiyê werin nivîsîn giran werin dîtin û nekevin rojevê jî gerek bi israr werin nivîsîn bo têkiliya bi edebîyata cîhanê re ew şert e. Weke nîşeyekê lê zêde bikim, em bi parçeyekî Kurdî roman nenivîsin çimkî ziman di heman demê de kod û îfade ne. Dibe ku em bi Zazakî û Soranî nizanibin lê em dikarin taqetê ji rûhîyet, hêza îfadeyê û gelek derfetên dîtir ên zaravayan bigirin.Ji ber ku hewla bîrxistinê bi min re heye di nava bersiva pirsan de li fersenda detay û îfadekirina rastiyên din digerim, zorê li safîbûna pirsan dikim û bo wê xwe dispêrim bêhnfirehbûna xwendevanên we.


 - 29 April 2020,peyamakurd
 
 

Yorumlar