CÎHAN ROJ:
Gelek cara, mirov dixwazê romanivîsan nas bike, jiyana wan
ya duhî û îro, berhemên wan bixwîne yan lêkolîn bike. Lê dema yekser ligel wan
rûne yan guhdariya wan bike ku ew behsa xwe û jiyana xwe ya berhemdariyê dikin
wate û çêja wê cuda ye. Em weke rojname Evro, me xwe gihande romannivîsê Kurd
Cîhan Roj û me ev hevpeyvîn ligel pêkanî.
Lê berî deriyê vê
hevpeyvînê vekim bi kurtî, dixwazim Cîhan Roj bi xwendevanên rojname Evro bidim
niyasîn. Romannivîsê Kurd Cîhan Roj ji welatê berf û sermayê ye, ew li gundê
înaqa ya Gimgim a Mûşê li bakurê Kurdistanê li sala 1965 an de ji dayîk bûye.
Heta dibistana navîn û amadehî li Gimgimê xwendi ye. Ji sala 1993 ê were
berhemên wî yên bi zimanê dayîkê di gelek rojname û kovaran de hatine
belavkirin.
Berhemên wî yên çapkirî:
Helbest: Ratîka, Aqil diçe sewda dimîne, Av û Berf, Şayîr û
defter
Çîrok: Meyman, Deriyê
çîrokê, Sehne
Roman: Gîtara Bê Têl, Meşa Moriyan, Perde, Serkêş, Hurcahil,
Reş, Mala Baz, Armonîkaya Hêşîn, Şeşaqil
Cerib/pexşan: Edebîyata Modern A Kurdî
1.Birêz Cîhan Roj,
wek destpêk, we dest avête helbestê û carne jî nivîsandina çîrokê, lê bi demê
re derbasî nava cîhana romanê bûyî, gelo helbest û çîrok êdî jibo we bê wate bû
yan wan tu nema
têr dikirî, eger çi
bûn?
Helbest û çîrok ji bo min her bi wate ne. Şeş mehê zivistanê,
rewşa jîyanê a dijwar, dengbêjî, şevên zivistanê ên kûr û dûr, guhdarîya li
çîrçîrok, destan û efsaneyan bûn sebeb ji alî hîs, hest û xayleyan ve dil û
hişê me tije be. Ji bo em şûn û şopên jîyana rasteqîn û bandora wê ji bîr
bikin, em bi pey cîhanên xeyalî diketin, û me her tiştî li gorî xwezî, xeyal û
hişê xwe saz dikir, em di nav wê cihana sazkirî de dijîyan, bi gotineke din, ew
cihana avakirî bo me alternatîfek bû, hêvî û çareyek bo teselîyê bû. Roman wê
derfetê dide da ku di nivîsevaniyê de jî meriv karibin cîhanên nû bisêwirin,
jiyana rabirduyê û a kulturî, folklorî d, ji alî deng û rengê xweserî xwe ve,
ji alî vegotinê ve bijî û bi edebiyata dunyayê re bo xwe bike
cîhan û bigihijîne xwendevanan.
2.Nexwe tu di
edebiyata kurd de şaxê romanê wekî şaxek bi derfet dibine?
Belê. Ji sewt, rastîyên dengbêjiyê, ji êş û ji mîrateya
klasîkan helbest jî têra xwe şaxeke bi derfet e. Min di romana Mala Baz de welatê
kurdan wekî Welatê Destanan anîbû bîra xwendevanan. Rastiyên destanî û destanên
mîna Mmeê Alan, Siyaben û Xecê, Derwêşê Evdî…
ji bo romanûsiyê ji alî teknîkî û avakirinê ve kelûpelên mihteşem in ku meriv karibe bo
romana modern jî sûd jê bigire. Aliyê şiklî ê Memê Alan di teşesaziya romanê de
her li bîra min e, wekî derfeteke mezin dibinim ku îro li dunyayê Edebîyata
Emerîkaya Latînî bi taybetiya xwe a
“Edebîyata Xweşraz”(Realîzma Efsûnî) li dunyayê bi nav û deng e. MemêAlan bi wê
taybetiya xwe a honakî û sêwirînî ve pir balkêş û hêja ye.
Wextê li romanê difikirim, di heman demê de hewl didim, bi
reng, deng û derfetên kurdî, folklorê û ên vebêjeriya di çanda devkî de, li ser
rêya modern romanan binivîsînim. Heya niha min dît, bi tevî, qedexeya li ser
kurdî, bêderfetiyên dema modern jî, têkiliyên kurdî û rastiyên min behs kirî di
romanê de hin zemîn û derfetan pêşkêşî me dikin.
3. Îro romana bakurê
Kurdistanê di çavê Cîhan Roj de ça wa ye û di kîjan astê de ye?
Bo astê sekna cîyê meriv û bendewarî dîyarker in helbet. Wexta
radihêjim romanekê, mereq dikim bê ka bi tevî derfetên romana dunyayê, ji kurdî
û ji jiyana kurdî, ji reng û denge vebêjêrî vegotina kurdî çi hatiye tevlîkirin
da karibe rengek li romanûsiya cîhanê zede bike, ger zêde neke jî ji wê hêlê ve
balê bikişîne.
Roman in bi qalkirinê û bi qalib, îfadeyên rojane û ji alî
şiklî ve tu nûbûn tê de nîn in û ji alî nostaljiyê
ve dikare bala xwendevanên nû bikişîne hene.Romanên li ser texlîda romana
dunyayê tene nivîsîn û mixabin pirî caran bi zimanên dîtir di hiş de hatî
nivîsîn û meriv dikare beje werger e têne dîtin.Romanên li ser seknên îdeolojîk
hatî nivîsîn mijar in. Romanên rasterast li ser înşakirina romana kurd û bi
mexsed tene nivîsîn ne kêm in. Kêm be jî, hewla romnûsiyek wisa heye tevî
mîrateya romana dunyayê, bi derfetên kurdî û bi rengên xweser şikil digirin jî
hene.
4.Romana Kurdî heta
çi radeyê bandora xwe li civaka bakurê Kurdistanê kiriye di warê guhartinê de?
Xwendevaniya bakur bi
piranî xwendevaniyeke bi paşxane ye. di heman deme de xwendevanên edebiyat û
romana tirkî ne jî, ji alî civakî û sîyasî ve, rewşenbîrî ve her xuya nin lê ji alî kurdî, çand û edebiyata
kurd ve biyanîbûnek heye, bi gelemperî ew biyanîbûn dibe sebeb romanên li ser hewla
hunerî û edebî hatî nivîsîn bi wan giran werin. Li hêla din em behsa eleqeyekê
dikin; misal mereqeke zêde li hemberî romanên li beşên dîtir ên kurdistanê hatî
nivîsîn heye, ji guherîneke berbiçav zêdetir, hewla nasînê heye, rewşeke pirs
tê de pir in mijar e. A herî muhîm, îro
ro , êdî tê bawerkirin ku kurd bi kurdî
romanan dinivîsînin, ew beşê civakê di şîrove û nivîsên xwe de behsa roman û
romanûsan dikin, guherîneke hêja ye.
5. Bo zimanekî, welat
an jî miletekê roman tê çi mehnê?
Alî ziman ve, têkiliyên zimên, derfet û zengînî, kêmanî ,
rewş, renge zimên tê dîtin, wekî rengekî ji zimanên dîtir ên dunyayê derfeta vegotinê û têkiliyan bi dest dixe. Bi
têkiliya bi zimanên dîtir e, heta bi têkiliya di nav zaravayan re derfetên
îfadeyê bi dest dixe, xwe nû dike, jiyana modern û qada teknolojîyê zûtir
dinase.
Li dunyayê edebiyat, kultur pir muhîm têne dîtin.Bandora
wê Ji aborîyê bigire heya li gelek şaxên
dîtir heye.
Bi tevî dewleta Osmanî
heya niha şesid sal temenê dewleta turkî tê hesêbkirin. Serokwezîrê vî
dewletê, çend car in wekî rewşeke pir muhîm û lezgîn û wekî lixwemukirhatinekê
dibêje, “Em di warê kulturî de kêm in.”! Pir muhîm e, tê wê mehnê bê kultur,
edebiyat û xebatên nivîskî li dunyayê ji bo têkiliyên navdewletî û pêşkeftinê
çiqas muhîm in û heta dest pê kirin bîanelan çêbikin.
Ji sembol û hin têkiliyên şaristaniyê bigirin heya hilberînên di çanda devkî de kurdî bi
derfet e, li erdnîgariyek bi derfet e; ji Keştiya Nuh bigirin heya Gilgamêş,
ji têkiliyên bi Somerî, Akadî re bigirin
heya têkiliyên bi Çîrokên Hezar û şevekê re, ji dengbêjiyê heya mûzîka Hewramanê, ji alî baweriyên cuda
ve edebîyata kurd a nivîskî li ser çilkanî û hezarkaniyan e. A muhîm ew e,
meriv karibe têkilî bi edebîyata dunyayê re li ser rastiyên edebiyata dunyayê
saz bike û qada kulturî de jî bi îdîa be û ji wan mîrate û çavkaniyan sûd
werbigire. Mîsal, min li fotografan nihêrîbû, Şax û geliyê Zaxoyê, Amediyê dikare
wekî mekanên balkêş bo hin çalakiyên
kulturî ji nihade bi proje be. Baş e, bila edebîyateke polîtîk, îdeolojîk hebe,
ew rastiyên xwe bijî lê edebiyata dunyayê, têkiliyên bi wê re pir muhîm in.
Edebîyateke bi wî awayî dikare bibe sebebê gelek destpêkan. Min wextekê lê kir
ku ji ber gelek sebeban kurd miletek sekuler in. Li bakur ew hat gengêşîn lê ne
li ser esasen kulturî û edebî, bawerî û
têkiliyên tarîxî, di çarçoveya polîtîkayên rojane de hate gengêşîn. Ew zemîna
ji jiyana rengîn û bi tehemûl dikare di romanê de jî bibe derfet, bibe taybetî!
Min di sala 2011 an de li Fûara kitêban gotibû, ger
romanûsek meşhur li ser Heskîfê binivîsîya ê Heskîf di bin avê de nema. Meriv
dikare bêje ger romaneke roman li ser Enfalê bihata nivîsîn û li zimanên dîtir
bihata wergerandin ê li dunyayê navûdeng bida. Herwiha trajediyên van salên
dawî ên bi serê jinên kurd ên Êzidî de hatin…
Hukmê romanê ji hukmê medyayê ne kêmtir û her wiha bo
têkiliyên bi mirovahiyê re bo jiyaneke modern û xweş jî roman muhîm e. Dengbêjî
û çîrokbêjî di heman demê de dibûn sebeb hukmê êşê li bavûkalên me kêm be,
ew karibin bi awayên cuda li jiyanê binihêrin, dil û hişê xwe berfirehtir
bikin. Çanda nivîskî, roman, têkiliyên bi edebiyatê re, bi edebiyata dunyayê re
ji hêlên wisa ve jî esas in.
6.Ji mêj de tu di
nava wêjeya Kurdî de yî, gelo em dikarin bêjin ev kar jêderê jiyana te ye, yan
na sedem çi ne?
Jêderê jiyana min e. Di xortaniya xwe de, rojekê wexta min
romaneke Anatole France xwendibû, wê kêliyê min gotibû, cihana min ev cîhan e,
ji wê rojê şûn ve ew hin pirsen erjeng ên min bersiva wan bidest nedixist, li
pey xwendina wê romanê min hin bersiv bi dest xistibûn.
7.Di jiyana te ya
nivîskariyê de tu dikarî bêjî ez gihame mafê xwe di warê ked û xebatê de, yan
nemafî li te hatiye kirin?
Ji peyva maf, jiyana xwe fehm dikim û dikarim bejim têra xwe
giham mafê xwe çimkî tevî rastiyên jiyana kurdan edebîyat bû sebeb jiyana min
her zengîn be. Arîşeyên nivîskarîyê hin rastiyên din dihêlim li dera han.
Xwendevanekî hêja romana min Perde xwendibû. Ji min re peyam şandibû û gotibû,
piştî xwendina Perdê têkiliyên min ên malbatî xweştir bûn! Hurgiliyên wisa
nêzikahiya li romanê û li mafan diyar dike.
8.Gotine we a dawî
hebe, kerem bikin.
Wexta min romana Mala
Baz dinivîsî, di lêkolînan de hay jê çêbûm Mîrê Bedlîsê Evdalxan bo zanyar li
Bedlîsê bimînin gelek derfet pêşkêşî wan kirine. Îsmaîl Ebul Îz bavê
sîbernîtîkê ye. Dunya îro li ser fikrên afirîner û nû dimeşe. Edebîyat, xwendin,
nivîsîn her li bîra meriv be. Divê em pir hesas bin mîrate û çavkanî hê
nehatine ji bîrikirin. Nifşek du nifşê li dû ê ji alî kulturî ve bêbingeh û
bêzemîn bimîne mixabin. Îdîaya ziman û kultura kurd dijîn an jî baweriyên cuda lê dijîn wekî bexçeyek e li
kêleka bexçeyên dîtir ên dunyayê bo me ne îdîayek giran û bêbingeh e.
Bihara romana kurd tê lê gerek meriv hay ji lehiyan hebin!
Gelek spas jibo
bersivan.
Ez spasîya te û Rojnama Evro dikim ku hûn dibin sebeb ez karibim
derfet bi dest bixim da silavekê li xwendevanên we bikim…
30.01.2022
Yorumlar
Yorum Gönder