Ger ax dilê te bûya
av hestên te
teyê şûrê jengarî vehewanda
Seyên navgundî ji bo parçeyên hestiyan
ji te bagerên piçûk diafirînin
Dilê te 'dara dunyayê'
rûyê zinaran e
di terbûna xwe de
zemîna te ya hêşîn
li stuyê min pêçayî...
*Ji pirtûka RATÎKA,2002
Yorumlar
Yorum Gönder