|
|
|
|
Du sê roj in dudilîtiyekê bi pêsîra
min girtiye: Binivîsim, nenivîsim? Binivîsim kek Cîhan dê bibêje, ‘Arjen
milê xwe bi nivîsa min giran kiriye’; nenivîsim, peyva ‘flort’ bi qasî min dê
bibe pahr û pişka yên berî min: Ehmedê Xanî, Koyî, Cegerxwîn… û yên mayî. Erê ez ne ‘berdevkê’ wa me; lê belê
ji ber ku Hacî Qadirê ‘kurdûnde’ gotiye, ‘Le sayey şairekan babî kuran im!’,
ji destûra wî ez jî xwe qure dikim, û xwe bi ser neviyekî ji neviyên van
‘bextesiyahan’ ve berdidim! Baş e ku ji bilî navê min, Cîhanê
delal navine din; yê Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan, Kawa Nemir, Kejo, Rodî
Zerya… û kek Berken jî lêvandiye, û li yek tûşê di wan re jî bihuriye:
‘Nivîsa Helîm Yûsiv a der barê Menaf Osman de nivîseke wanî ye. Banga Salihê
Kevirbirî ya li S.Dilpolo bangeke wanî ye. Di van demên dawî de dengê Arjen ê
ji bo Osman Mihemed heman tişt e. Nivîsa Jan Dost û nêziktêdayîna Dawid
Rêbiwar a der barê helbestên Arjen de heman tişt e.’* Yek: Ji ber ku em jî nivşek in û weke
‘Nivşê Tîrêjê’ bi nav dibin û em ji edebeke edebî û exlaqekî sermedî tên,
heta niha min ne li pêş, ne jî li paş Rojen Barnas jê re negotiye Rojen! Bi qasî ku ev tişt dê mijara nivîseke
din be, dixwazim vê bibêjim: Dema ku min xwe radikişand rişmê
hespê helbestê, ciwamêr xwedî xwe û dîwan bû, li hêlekê ‘Mindalekî çar salî
bû li kolanên Mehabadê, li hêla din ‘Navê xwe dikola li bircên Diyarbekirê’! Kek Cîhan an hineke din dikarin rabin
bêbêjin, ‘lêv ji diranan pêştir e!! Pêştir be jî, lêv heta heta nikarin
diranên ‘kurmî’, yê ku ne mîna libên Birinca Qerejdaxê ne, weke ku gotina
pêşiyan ‘reş ke, dilê xweyî xweş ke’ spî spî û birincî şanî hinekên din
bidin. Û edebiyat, ne meseleye ‘mastê min’: Ji ber ku her wêjevan bênderekê bi
ser hev de kom dike, û pirêzeyekê li dû xwe dihêle û diçe! Hewldanên nivîskarên navborî -ku kêm
zêde her yek ji wan xwedî xwe û bênderekê ye- yên ku kek Cîhan wan bi
‘flortkariyê’ direcimîne, dikare xwe veguhere vê biwêjê: Dest dest dişo dest
vedigere rû dişo! Di dawiya nivîsa xwe de bixwaze
mijare hebekî bîne bi ser hev de jî, dixuye ku ‘ben’ ji destê wî filîtiye, ku
bi vê hevokê dawî li nivîsê tîne: ‘Edebiyata bê şîrove û bê flort hinek
dişibe siyaseta bê sosyolojî, berteng dimîne, di nav qaliban de dimîne, ji
modernîzmê bêhtir xwî û xisletên kevnare yên teng bandor li dil û şêweyan
dikin.’ Li benda jor, mebest ji ‘xwî û
xisletên kevnare yên teng’; çavnebarî, dilreşî, dexsokiya kes û kûsan be; yên
berî me ev tişt nekirine; hebe nebe nexweşiyeke vî nivşê ‘xwedî kesayeta nû’
ye, ku îro em pê dihesin, û kek Cihan radibe serê xwe li ser diêşîne! Baş e…û pêşiyan gotine, ‘serê ku
neêşe ne tu serî ye’! Li vir, beyî ku serê we biêşînim,
dixwazim bi bira bixim, ku pêşiyan gotine, ‘x… bi paçan mezin nabe’! Elî Herîrî mezinê ewil e ku, mezine
mezinan, maqul û giregir, û ‘kalê’ mê helbestkaran yê 5’emîn Ehmedê Xanî
radibe dibêje: Ger dê hebûya me jî xwedanek Alîkeremek, latîfedanek Ilm û huner û kemal û îzan Şê’r û xezel û kîtab û dîwan Ev cins biba li ba wî me’mûl Ev neqd biba li nik wî meqbûl Min dê alema kelamê mewzûn Alî bikira li banê gerdûn! Bîna ve rûha Melê Cızîrî Pê hey bikira Elî Herîrî Keyfek wê bida Feqîyê Teyran Hetta bi ebed bimayî heyran (1) Heyran, Cîhan, ji ristên li jor yên
Kalo jî dixuye ku, Kalo ji şairên berî xwe haydar e, û bi vê yeke rûmeddar e. Lê, li vir pirsek derdikeve holê:
Pesn... ê kê, û çawa? Herîrî berî Xanî bi çarsed salekê
jiya be jî, berhema wî wê demê jî niha jî weke neynikê li rastê ye; û dîwana
Cizîrî jî û helbestên Feqiyê Teyran jî… Ji vê, em ji ku serî dinyayê
rexnegirekî bînin, li ber berhema Herîrî rûnînin, ew dê dîsa nikaribe ji
buhayê berhama Herîrî misqalî-zere kem bike! Niha, li gorî min filort tiştek e,
hez tişteke din. Edebî, ne edebî; peyva flortê di
hundirê xwe de ‘xwe bi hevşîrînkirinê’, ‘xwe bi hev şahîkkirinê’, ‘xwe bi hev
ve sûtinê’ dihewîne. Lê hez? Hez ji dil e! Bi qasî ku mîna kincên xilmet ên li
Sûka Şewitî erzan bûbe jî li vî welatî, hez nehatiye/nayê bazarê! Di vê navberê de îdiaya teqez û
mutlaq, weke ya H.Qadirê Koyî ya ku tu rê jê neçe, tiştekî din e: Le dewrî ême roman û cerîde Eger çi meqsed e; zanînî baw e Eman, qedrê bizane em kitêbe Le dinya êstekî hemtay nemawe Le eyamî heyatî şêxî Xanî Le ser nisxey xet ew nûsirawe Le layî erbabî xoy bo qedr û qiymet Xezîney gewher e, û kîsey diraw e Le mecmûhî diwel; Soran û Botan Le sayey em kitêbe nasirawe Le kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî Esasî nezmî kurdî danenawe(2) Heciyê gorbuhişt -ev qas car e ez
diçim û têm Stenbolê min carekê fatîheyek li ser ruhê wî nexwend- rasterast
xwe û Xanî dike ‘danerê riknê nezma kurdî’! wî Yanî… yanî weke tinazpêkirinekê,
ku peyv zêde dibe li peyvê, carcarinan hinek dibêjin ya: Li gundê me du
mêrxas hene, yek pisxaltiyê min e, yê din jî ma hewce ye navê bibêjim’? Hecî ye, dibêje. Cîhan e; wê bibêje... Ez jî kari bibêjim… Lê... ku min got, û ne wisa be?! 1- Ehmedê Xanî, Hemû Berhem, Wş. Lîs 2-Li Mala Mîr C.A.Bedirxan, F.Cewerî,
Wş. Nûdem Azadiya Welat 30.08.2008 *Arjen Arî li pey nivîsa min a bi navê "Filortên Edebî û Şîrove" ev nivîs nivîsîbû û ew nivîsa min jî di vê blogê de cî digire. *Nîvîsa Cîhan Roj Filortên edebî û
şîrove. Diyarname |
Yorumlar
Yorum Gönder