AGAHDARIYEK DERBARÊ KONFERANSA NIVÎSKARAN A ÎZMÎRÊ DE


CîHAN ROJ

Azad Zal di nivîsa xwe ya di Diyarnameyê de herdu paragrafên li jêr lêkirine.(1) Pêdivî bi çend gotinan heye. Ev ji bersivekê madetir hewla sererastkirina xeletiyekê ye.

“b. Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd) – Amed: Bingehdanîna Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2000’î de, li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê di lihevcivîna navbera çend nivîskaran de ji aliyê Arjen Arî ve wekî pêşniyaz tê rojevê. Di heman civînê de wekî damezrîner Arjen Arî, Berken Bereh, Îrfan Amîda, Salihê Kevirbirî û nivîskarekî din –ku navê wî ne diyar e– têne diyarkirin…”

“Ji devê Arjen Arî: “Pêdiviya komeleyeke rewşenbîrî di heyva tîrmeha sala 2000’î de, di “Civîna li Îzmîrê” de ji hêla min ve hatibû zimên. Di wê civînê de, (wê demê ev civîn wekî “Konferansa Îzmîrê” di çapemeniyê de cih girti bû) pêşniyaz bi yekdengî hatibû pejiradin û di heman rojê de Lijneya Amadekar a damezrîner hat diyarkirin. Ez (Arjen Arî), Berken Bereh, Salihê Kevirbirî, Îrfan Amîda, û nivîskarekî din ku niha navê wî nayê bîra min.) hatine hilbijartin.” Min bi xwe gelek caran ji devê rehmetiyê Arjen Arî ev yek bihîstiye.”

Ew kesê ku navê wî ne diyar e Cîhan Roj e! Belê Kekê Arjen wî wextî navê min bi bîr neanî! (Ji dil û can Kekê Arjen bi bîr tînim, bila sebebê bîrkirina navê min bimîne li dera ha; ji ber ku ew hê li heyatê bû min di Kovara W de ew agahî sererast kiribû û xuya ye nehatiye xwendin lewre pêdivî pê dibînim carek din eslê meselê diyar bikim. Agahiyên wisa ji ber ku ji şexsan wêdetir mehneyan vedihewînin girîng in, dîsa ‘ked û fikir’ du têgehên muhîm in)

Piştî min paragrafa yekem a ku Kek Arjen di nivîseke xwe de lêkiribû xwend, wekî agahiyekê min di Kovara W de derbarê konferansê de notên xwe lêkirin. Nivîs bi kurtî wisa bû:

“Pêşniyara Konferansa Nivîskaran ji alî min ve hat kirin. Bi destega Ayten Çaçan û Lokman Ayata, NÇM Şaxa Îzmîrê pêşniyar qebûl kir. Belê pêşniyar a min bû lê hemî ked û rûmet ya Ayten Çaçan û Lokman Ayata ye. Di vexwendnameyê de (ji alî me hersêyan ve hatibû amade kirin) ji armancan jê yek jî avakirina yekîtiya nivîskaran bû.”

Belê Kek Arjen ji armancên ku di vexwendnameyê de hatibûn destnîşan kirin jê yekê di axaftina xwe de anî ziman û ew pêşniyar hate pejirandin.

Ne çend nivîskar, wî wextî vexwendname ji hemî nivîskaran re hate bi rê kirin (ne ji ber tu niyetê lê hin jê hatibûn ji bîr kirin ku xeletiyek mezin bû, lêborîn hate xwestin) gelek nivîskar hazirê wextê bûn.

Vêca, di serî de Ayten Çaçan, Lokman Ayata û kesên di lijneyê de her wiha yên ku tevlî konferansê bûbûn şahid in.

Li vir rexneyek min li Azad Zal jî heye; meqeleya wî derbarê gavên nivîskariyê de ye ku agahiyên dîroka edebiyatekê vedihewîne hema di googlê de deqeyekê lê bigeriya ê navê nivîskarê ku “navê wî nayê zanîn” hîn bûya!

Ya rast pêşniyara yekîtiya nivîskaran ji alî kê ve an jî bi çi awayî xwe dabû der ji bo min ne ew qas muhîm bû jî lê ku wekî nivîskarek ku hûn dibin sebeb gavek wisa bê avêtin, navê wî jî bi vî awayî bi avê de biçe, helbet êdî rê nade sebrê.

Nîşe: Her ku wextê konferans qewimî, hin însanan dîtin û fikrên xwe lêkirin jî pêdivî pê heye kesên hazirê wextê bûn carek din bi awayek analîtîk lê bikin. Bi ya min ji bo rewşa nivîskarî-edebiyat, edebiyat-siyasetê û hwd ya wî wextî ew konferans nîşana gelek tiştan bû.

. Dîrok : 31 08 2013

https://diyarname.com/article.php?Idx=1012

Yorumlar