MALA RASTÎYÊ her mekan, dewr û dewran e

 CÎHAN ROJ



Jîyan her ku diguhere rastîyên nû jî dibin mijar. Çi di jîyana rojane de be çi jî di jîyana nivîsevanîyê de be, exlebe,di jîyana kes û civakên di pêvajoya guherînêde ne , hukmê rastîyên do zêde têne dîtin bêyî ku lê were fikirîn ku ew îro ro êdî xefik in.

Di jîyana Kurdî de pêdivî bi şîrovekirina gelek gotin û biwêjan heye ger neyên şîrovekirin mehneyên teng ên ji xwendin û şîroveyên sayakî dibin sebeb meriv mehneyên wan yên kûr nebîne û li alî cîyê hin gotinên kevn îro ro êdî di jîyana nûjen de nîn e.

Şîroveya wan di heman demê de şîrove, analîz û nirxandina jîyana Kurdî ye ku bi wî awayî meriv dê bibe sebeb pirsên cuda û pirhêl ji ziman û jîyana zimên werin kirin.

Bi vê kurtedestpêkê em  çend gotinan şîrove bikin:

“Rastî tehl e.”

Detspêkê de wisa ye lê şîrînahîya herî xweş, safî û xwezayî li pey tehlî û tirşbûna pir zêde tehm digire.

“Mala rastîyê tune.”

Çimkî her der, her dewr û dewran mala rastîyê ye çimkî rastî mala jîyaneke xweş û azad e.

Meriv çawa dikare ji rastîyê re malekê ava bike? Bi pirsên cuda, bi fikrên nû, bi dîtin û awirên balkêş analîz û nirxandinên nû. Bi gotinên ku kesî negotine an jî dîtibin nedabin der. Bi pûçkirina qalib û klîşeyan re...

“serê ku sed kes jê xwî neke ew ne tu serî ye”.

Divê neyê ji bîrkirin yên herî hurmet li wî serîyî digirin jî ew sed kes in çimkî hezim nakin û didexisin ew sed kes ne ku hay ji ratsîyê nîn in  heger wisa bûya ew ê jî wekî kesên jirêzê yên bêxem bûna û kêrhatbûna wî serîyî wê nedîtina!

 

 


Yorumlar