ZIMAN JI ME ÇI DIXWAZE Û EM JI ZIMÊN ÇI HÊVÎ DIKIN

 CÎHAN ROJ

                                                     

Di jiyanê de sekn, hewl û prensîba her jê bawer im û min di berhemên xwe de her bi bîr xistîye û ez hewl didim her bijîm û bidim jiyandin meşa li kêlek hevbûn e. Ji bo ziman,exlebe zimanekî wekî Kurdî, ew prensîb bêhtir muhîm e. Lewre vê sekanê wekî destpêk û îfadeya dawî a vê nivîsê wisa îfade  dikim:

Ne li pêşîya zimên bimeşin li paşîya wî; wekî hezkirî û dostek durist, em her û her li kêlek zimên bimeşin; ew meş bi wî awayî hem bo me hem bo ziman azadî û meşeke herî biderfet a jiyaneke zengîn e.

Ê mayî  em dikarin, bi  kurtî, bi bîra hev bixin:

1. Ziman candar e ji lewre jê re xwezayek, atmosfer û jîyanek serbest, xweş û zengîn lazim e.

2.Ziman xwedî karakter e ji lewre gerek bi her hawî azad be.

3. Bo meşa li kêlek hev hezkirineke jidil, durist û samîmî lazim e; îfade û awayê hezkirinê ên klîşeyî, rojane, dubare tu tiştî li afirînerî û zenginiya zimên zêde nake her jê dikuje. Gotinên sayakî, ên ne samîmî, ên ajîteyî û manîpûleyî dibin sebeb ziman stewr bimîne li xwe zêde neke. Û ger bikaranînên mexsedî hebin terîfa wê bêbextî ye!

Ger hezkirineke samîmî mijar be jê re ked lazim e. 

4.Hêvîya me ji zimên çi ye? Helbet zimanekî alî gramerê ve bi derfet, alî peyv, bikaranîn û têkiliyên bi jiyanê re bi çîrok û bi hîkyat. Zimanekî azad û azadiyê hezim bike.

5. Di hezkirinê de divê meriv ji hev  fêhm bike; bo têkiliyên me yên bi zimên re jî ev esas e; alî parçên mehnê ve, kûrahiyên mehne û îfadeyan ve ji zimên neyê fêhmkirin û hewla fêhmkirina wan kûrahiyan tunebe, meriv nikare ji zimên fêhm bike ji lewre hezkirin xisarê dibîne carna trawma û trajedî dibin mijar.

6. Her candar tevî seknên gelemperî, xwedî taybetiyên xweserî xwe ye ku di hezkirinê de meriv gerek haydarî wan taybetiyan bin. Bo zimanan jî wisa ye ango tu wan taybetiyên xweserî Kurdî nizanibî tuyê nikaribî bes ji Kurdî hez bikî. Kurdek bi Îngîlîzî an jî Tirkî nizanibe tu ji sibe heya êvarê bi wan zimanan, hezkirina xwe ji wî kurdî re bêjî wê çi jê derê, qet! Nexwe, tu nikarî bi awayê fikirîn, jîyîn û cîhana zimanên din, jiyaneke zengîn a azad û afirîner a Kurdî ava bikî û îfade bikî; bi awayek zelaltir; tu bi zimenkî din bifikirî, xeyal û texeyulên te bi zimenkî din bin, tuyê nikaribî bi wan xeyal, texeyulan jiyananeke edebî a Kurdî ava bikî!

7. Nîyeta me her çi be jî gerek em li xwe mukir werin ku  ji ber gelek sebeban(ne azadbûna Kurdî, a di warên modern de, têkiliyên me ên bi Kurdî re ên li ser rewşa li kêlek hev meşînê... )an kêm e an jî tune. Em qiqûqa xwe û a Kurdî bes naynin rojevê. Di berhemdariya edebî de, exlebe qalib klîşe "îfadeyan" tînin pê, an jî, bi zimanên din têne fikirîn bi li Kurdî tê wergerandin û an jî wexta ziman tê gotin piraniya mirovan gramerê tînin hişê xwe.

8.

Gotina, "bi Kurdî ji min hez bike" xweş û baş ket nav Kurdî. Lê ez pêşnîyar dikim û pir muhîm dibînim da ku em îfadeyeke din a bi vî awayî  saz bikin wê hê watedartir be:

Were, ez û tu û Kurdî, em li kêlek hev bimeşin!

Û em çîrokên hezkirinê, bi Kurdî, li Kurdî û li her zimanî zêde bikin û çîrokên hezkirinê ên di her zimanî de ji hev re bixwînin!

Dost û  delalno, ne li pêş ne jî li paş, di her warî de em her li kêlek hev bimeşin!


Wêne:            Pierre Auguste  Renoir



Yorumlar