LORÎYÊN TARÎYÊ

 Ji rojnivîska îro:

CÎHAN ROJ



sor spî ne

zer û çeqeln in tîrêj vê êvarê…

diçilwil in vê êvara bi bêhna giyayên şil

li asîman dinihêrim

wekî hêvîdar bim

ku

şewla stêrk û tîrêjên lampeyan bigihijin hev…

qey hemî stêrkan serî danîye ser sînga tarîyê

û

tarî ji wan re dilorîne…

5.11.2026

Yorumlar