LI ÇÎYAYÊN ÎP Û ÎPSIZ ÊN WÊJEYA MODERN, CÎYÊ EDEBÎYATA KURDÊN KAFKASYAYÊ

 CÎHAN ROJ


Dîmen: Wîkîpedîa


(ji rojnivîska îro)

Ne tenê ji alî kedeke mihteşem ve, ji alî çavkanîyên edebîyata devkî û çavkanîyên bêdawî ên derfetên Kurdî û îfadeyên Kurdî ve, ji alî xweserî, kûrbûna ruh û dîroka Kurdî ve jî ked û wêjeya Kurdên Kafkasê wekî mîrate û referans, bi gelek taybetîyên xwe cîyê mihnet û kêfxweşîyê ye…

Heya edebîyata kurd a modern wan çavkanî û mîrateyan nenirxîne, safî neke, nesenifîne… pir zor e ku xweserîya xwe bi dest bixe, rêyeke xweserî xwe a modern kifş bike. Helbet bi tevî mîrateya edebîyata cîhanê, helbet bi rê û rêçikên edebîyata modern…

Li çîyayên îp û îpsîz bi sedan rê û dirb hebin jî dawiya dawî tenê meriv li rêyekê dimeşe heya xwe ji sir, tirs, xof û metirsîyên erdnîhgarîyeke nedîyar xilas bike. A muhîm ew e meriv bi cerib, analîz û qerarên baş karibe wê riyê zû bibîne an jî texmîn bike…

Li gorî min, aniha, di vê dewr û rewşê de, edebîyata Kafkasê ew edebîyat e ku wê derfetê bide me ku em karibin wê rêya kese, rêya meriv pê emîn bin û xwe zû ji wan halên nedîyar xilas bikin bibînin…

Bi kurtî edebîyata Kurdî ya modern girêdayî nirxandin û safîkirina vê mîrateyê ye jî; heta ku ev çavkaniyên kûr neyên lêkolînkirin,parzûnkirin û safîkirin dê ji bo edebiyata modern zehmet be ku ew xweseriya tê hêvîkirin bi dest bixe. Ji bo gihîştina modernîteyeke xweser, divê nifşên nû vegerin ser koka vê mîratê jî û wê bi rêbazên edebiyata cîhanê re bikin yek.

Edebîyata kurdên Kafkasyayê ne wekî bîranîn û mîrateyek gelemperî, wekî hin şaxên dîtir ên mîrateyê(her wekî edebîyata devkî, klasîk…)ji bo modernîzasyona edebîyata kurdî mifte ye.

Yorumlar