KESKESORA KURDÎ

 CÎHAN ROJ





Edebîyat ber, bereket û tesediqa zimên e...

Hin platformên medya civakî li gorî naverok û eleqeya nivîsên meriv parvekirin û nivîsan dertînin pêşberî meriv.

Îro ev nivîsa hêja Mesûd Qeya derket pêşberî min. Heya niha mixabin min nivîsên wî nexwendibûn. Peyva “bizûz” bû sebeb ez nivîsê bixwînim, çi baş e min xwend çimkî bikar anîna wî ya Kurdî, têkiliya wî a bi Kurdî re, hurmeta wî a li Kurdî, jixwebawerîya wî û bawerîya wî a bi Kurdî, fêhmkirina wî a ji Kurdî, haydarbûna wî a ji hrgulî û derfetên Kurdî… û belkî gelek sebeb û taybetiyên dîtir bûne, dibin sebeb meriv bêje ev e, taqet û taybetîyên bikar anîna îfade û şikilgirtina metnê bi Kurdî.

Do min bi mihnet û bi hurmet behsa berhemdarîya edebîyata Kurdên Kafkasyayê kiribû. Û bi salan e hewl didim balê bidim taybetiyên zimanê wan. Mexseda min ne alî polîtîk, derfetên sîyas û hin rewşên dîtir in, têkiliya bi zimên re ye, taqeta îfadeyê ye.

Têkiliya bi ziman re ji sedî 70 ji hunera qelemê, ji cîdîyet û keda qelemdaran, ji ruhê edebî, ji bawerî û sewdaya bi ziman û edebîyatê şikil digire.

Edebîyat ber, bereket û tesediqa zimên e û edebîyat wexta heqîqeten dibe edebîyat ji berê zimên tovên xweş çêdike û dîsa li erda zimên direşîne.

Îro ro, li hêlekê mirovên bi çendî pirtûk û bi îdîayên temsîlîyeta edebîyat û kultura Kurdî di nav populerbûnê de serxweşîyê dijîn lê li alî din jîyana herî basît a rojane bi alîkariya hişê çêkirî dikin “metn û îfade” (behsa nivîsên teorîk yên teknîkî û ilmî nakim ku bi awayek hîbrîd bûne nivîs, behsa jîyana rojane dikim) li alî din jî mîrateya me ya ku ziman tê de xweş hatîye bikar anîn û îro ro li bakur pir ne zêde bin jî kesên hêja ên li pey jîyana Kurdî a azad in.*

Dunya elem balê dide şêwaza qeleman ger qelemekê şêwaza xwe afirandibe ew edebî û xweser e.

Tenê ev nivîsa Mesûd Qeya bes e ku li ku nivîsên wî derkevin pêşberî min ez ê texmîn kim ku nivîs a wî ye.

Mixabin, exlebe , ev salek e, hin mirovan şêwaza xwe ji dest dan qaşo bi pey ketin e bi alîkariya hişê çêkirî bêhtir metnên edebî û “xurt” saz kin! Bi dubareyî dibêjim, behsa jîyana rojane, metnên sêwirînî dikim ku alî derfetên dîjîtal û hişê çêkirî ve min gelek caran fikrên xwe nivîsîn ku bi taybetî alî lêkolerî û hin hûrguliyên teorîk ve alîkarîya dîjîtal derfetek e lê alî din ger ew bibe sebbe şêwaza meriv wenda bibe rewş bi gotineke Kurdî xweş îfade digire: Qaşo kil dike, kor dike’!

*Kawa Nemir di şîyîrên xwe de her hewl da bi têkiliya bi Kurdî re, bi derfetên Kurdî metnên zîndewar û zindî biafirîne lê (ji rewş û dewrên bi coş û asta xwendevaniya girseyan a wê wextê) Kawa bi klîşeyên wekî, zimanê akademîk hate rexnekirin û heta hate tepiskirin û  helbet û mixabin sebebek dîtir jî hebû ku Kawa bi hêza qelema xwe û sekna xwe tîk û li ser pîyan nesekînî, sekana xwe ya edebî û şêwaza xwe neparast û israr nekir; bi nivîsên xwe qada edebî de negengêşî bê ew li pey çi ye, dixwaze çi bike. Bi israr bi bîra xwendevanan nexist ku ew di heman demêd e wergêrekî jêhatî ye, hay ji şîyîra dunyayê heye û şîyîra dunyayê bi çi awayî pêş de çûye .

Lê Cîhan wexta van rastîyên edebî dibêje, hê jî wê cesareta medenî bi xwe re nabîne ku xwe li van îdîa, dîtinên Cîhan bike xwedî ku bgengêşe! Bila ew û hin kesên mîna wî ferasetên xwe xerc bikin , ez ê jî hin taybetîyên qelema wî û kesên mîna wî, caran bi hin ferasetên wan û kêmanîyên ku wan kirin û hê jî dikin, bi bîr bixim!

Wekî kolaja nîşeyan pê de biçim:

Di vê navberê de, ger em modernîzebûn û hewla nûjentîya Kurdî û şîyîra Kurdî a bakur esas bigirin, ger em li derfetên bikar anîna Kurdî miqate bin, ger em ji derî mehneyên ferhengî, li bijartin û berfirehiya mehneyên peyvan ên di şîyîrê de bûne hêma û metafor û derfetên sazkirina risteyan...esas bigirin şîyîra Kawa Nemir alî taybetîyên şîyîra modern ve ji a Berken Bereh, Ajen Arî û Rênas Jîyan pêşdetir û balkêştir e.

Hersê şayîr jî di şîyîra xwe de helbet xwedî taybetiyên muhîm in. Exlebe di romantîzma şîyîra Kurdî de, bi zimanê sade û dengê ajîteyî û durişmeyî xîtabî girseyan kirin û di dewra xwe de bûn pir di navbera girse û şîyîra Kurdî de. Helbet ger miqayeseyên berfireh werin kirin meriv dikare li ser esasên edebî bêy tawîz gelek hûrgulî û tiştan bêje.

Mixabin, texmîn dikim ku wexta Kawa van risteyan bixwîne wê bi wî jî ecêb were, belkî bawer jî neke çimkî ew jî yek ji wan kesan bû bêyî analîzên kûr û seknên edebî ên cidî û bêy tawîz cî bide bide xwe, wî bi hin sekanên rojane û demkî, carna hewl dida di siya wan hersêyan de a ji alî girseyan ve hatibû çêkirin, ji xwe re cî bibîne! Rastîyek tehl e û bêy virde û wêde dibêjim çimkî kesên wekî wî ger nîyet bikin, xwe bi hûrgulî binasin an jî haydarî hin taybetîyên xwe bin, hestîyarî û bêhêvîtî wan zevt neke, derî populerbûnê bawerî xurt bi metnê bînin, îhtimal e wê metnên hê bitaqettir biafirînin...

Îro, bi tesdifekê, bi awayek spontane, ziman û  şêwaza Mesûd bû sebeb, ez bi bîranînî û alî edebî ve hin nîşeyên dîtir ên derheq nifşê xwe de jî daynim vir.

Çimkî ji roja roj de bawer bûm, çimkî xwendinên ji edebîyata dunyayê rê min dabû ku ne pêvajo, ne jî dewr û dewran nikare pêşî li geşedanên edebî, rastiyên edebî bigire, dewr tê qelemên ku ziman dinasin, haydarî edebîyatê ne, her tiştî mîna hiriyê safî dikin,bi şonik di ava çem de dişon, vediçirînin, şey dikin û goreyên edebî yên qerqaş ên sênex pêşkêşî metnan dikin… û çimkî û helbet mîrate ger hêja bin her mîrate bi qasî xwe û rastîyên edebî her dimînin li tarîxa edebî, hurmetê dibînin... û çimkî di edbeîyatê de ne hewce ye wekî demên bindestîya kûr de, em gotinê di dilê xwede bihêlin û xwe biêşînin an jî em xwe neçar bihêlin  bi eşkereyî nebêjin û xwe layîqî sohbetên virdeûwêde bibînin; ev ji bo kesên bi îdîa û fîgûrên qadê ên bi mexsed e helbet...

Keskesora Kurdî û di edebîyatê de afirandina rengên Kurdî esas e...

Yorumlar