XELATA NOBELÊ; HEYAT, EDEBÎYAT Û SAMÎMÎYET

 CÎHAN ROJ



Xelata Nobelê A Edebîyatê Ya 2026an dan Anne Carson.

 Bi qasî berheman sekan û axaftina Anne Carson jî pir muhîm e; ev axaftin ji mere çîroka atmosfer, zemîn û jiyana qelemê a berîya nivîsînê vedibêje. Ji wê dîyalogê meriv tê digihije bê di dîroka mirov û wêjeyê de, her û her rastiya heyat, edebîyat û samîmîyetê li pêş bûye.

A herî muhîm ew e em careke din dibînin ku berevajî qelemên lawaz û bimexsed qelemên xurt û zengîn edebîyatê wekî parçeyek zengîn a jîyana xwe dijîn lê qelemên lawaz, wêjeyê bo navdayînê wekî alavekê dibînin da ku ew "meşhûrbûn" jîyana wan zengîn bike, bi gotineke din, bi awayek tê de firotin û kirîn heye!

Û çend gotin derheq Xelata Nobelê de:

Edebîyat dawîya dawî polîtîk e; jîyan bi polîtîkbûna xwe alî têgehî ve cî û mehne dibîne. Edebîyat çi cûre û meyl be jî wekî jîyanekê, texeyûlekê şikil digire. Çi qesta bi wêjeya cîhanê be çi jî bi îfadekirina îdeolojîk be wêje rastiyên polîtîk dihewînin.

Belkî a ku bi zelalî meriv bi bîr bixe wêjeya îdeolojîk ya teng a îdeolojîyekê û wêjeya cîhanê. Lê herdu jî polîtîk in.

Xelata Nobelê helbet bi awayek li ser îdeal, texeyul û bendewariyên Nobel watedar dibin û pê re jî li gorî rastiyên polîtîk yên ku nêzî wan xeyal û texeyulan in dibin/bûne sekan û krîter.

Carna di wêjeya me de wekî xeyal û hêvî bo wêjeya Kurdî Xelata Nobelê dibe mijar; hêvî û bendewarî xweş in, alî romantîkbûna wêjeya neteweyî ve jî meriv dikare xweş pêşwazî bike. Ez ji we re bêjim hûn ji kesî re nebêjin, ji gelek dane û rastiyan, belkî li pey sî salên li pêş me wê bi awayek cidî û bi hêvîyên xurt ew bendewarî yên bo Nobelê di wêjeya Kurdî de çêbe.

Û belkî xelata û xewna me ya edebî ya herî muhîm divê ew be em karibin bi berhemdarî û afirînerîya xwe bo gavên bi wî awayî yên dîtir ên pir muhîm bibin referans, danehev û bexçên li derdora rêya wêjeyê... 

Nîşe:

Komîteya Nobelê bi têlefonê bi Anne Carson re axivîye. 

Ev e axaftina wan:

"Min li mala xwe ya li Reykjavik çay vedixwar û London Review of Books dixwend. Wexta min hewl da ez rabim da ku malê paqij bikim dengê zengilê bi têlefonan ket. Min hemî girtin. Bi israra û zora mêrê min ku wî digot, ka wê têlefonê vebike, dibe ku ji Komîteya Nobelê bin. Ez li wan vegerîyam.

Hûn aniha çi hîs dikin?

-Kraker dixwim, çay vedixwim hew. Rewşeke zêde dramatîk nîn e.

Hûn li benda Nobelê bûn?

-Hûn bi xatirê Xwedê dikin, helbet ez ne li bendê bûm, qey hişê we hemîyan ne li serê we ye!

Ji bo we, Nobel tê çi mehnê?

-Qet lê nefikirîm, bi tenê em lê difkirin bê ka  em wî pereyî bi çi awayî bikin xêrat. Hevlekî me heye, bê xanî ye.  Û em xêrata xwe didin sazîya Bijîşkên Sînornenas.

Hûn ê çawa pîroz bikin?

-Ji bo em neçar nemînin em bersiv bidin têlefonan em ê li daristanê bimeşin. Pey re jî em ê bibin guhdarên bêdengîyê.

Hûn nivîskariya xwe çawa pênase dikin?

-Bi bêdilî. Her wexta ku ez bi karek din re mijûl im diqewime.

Di xwendina pirtûkên we d edivê meriv ji ku dest pê bike?

-Ji navberê. Hew rêbazek min heye.

Çavkanîya we ya îlhamê?

-Homeros.

Ji çi sebeban e ku hîkyatên dewra Antîk îro hê jî derbasdar in?

-Ne derbasdar in.Pê re mijûl im ku ew bo me derbasdar bin. Ez pê re mijûl im ku em karibin bibin layîqê wan.

Seba çi bo me muhîm e ku em xwe ji acizbûnê bikin?

-Ka kê ji halê acizbûnê hez dike? Serîavêtina xewê an xwendina Homeros; ji bo danên mayî ên royê bi wî awayî qerar didim. Jiyan acizî dide.

Hûn ê bo wêjevanên ciwan çi bêjin?

-Ji navberê dest pê bikin."



Ji şîyîra Anne Carson a bi sernavê, Fanêreyê Bavê Min Yê Kevn û Hêşîn

“Yasayên wî veşarî bûn

Lê ew kêlî tê bîra min, wê kêlîyê dizanim

Di nav yasayên xwe de dîn dîbû.”



Nîşe: Min axaftinê û beşa helbesta wê ji Tirkî wergerand Kurdî.



Yorumlar