XALÎÇEYÊN JÎYANA KURDÎ*

 CÎHAN ROJ





Dipirsîn, ma bi zimanê Kurdî roman tê nivîsîn, wan salan! Kurdî xalîçeyên jiyana xwe li ber qelema min radixist û min jî hewl dida metafor û hêmayên kilîdî û yên wekî kevirên almastî şidyayî binivîsîm!

 Nasîna dîrok û jîyana zimanekî ne bes e, têgihiştina jîyan û meheretên wî zimanî muhîm e!


1."RÊSIYÊN NÎŞEYAN Û HELBESTEK JI DÛYÊ ZIRAV…

2.Ked di kîjan kolanê de pelek peritî û hiþk e, dest li dayikek wek hesin e ku derzî tê de naçe...

 3.Ku hûn dixwazin bi rengê zer şad bibin, hêviyek ji wênesazan bikin da ku guşiyek tiriyên Zinarê binexşînin.

4. Xew li Heskîf bi dengê Dîcleyê re li însan dibe parçeyek ji evîna Mem û Zîn.

5. Deşta Mûşê sînga çiyayên kilkiri ye.

6. Her evîndar gotinek ji evîna xwe re dike kiras lê her kiras li herkesî nayê...

7.di bin asîmanê bi rêşî de,

zarokên kurd ên çavreş,

xew diherike avê

8.peyv wek mastê tirþ êdî diperçife

9.di kêfek derizî de me...

10.ji gavek din pê ve şev,

wek kirasê xwêdan lê bûye şîrêz

li pişta çavên min bicemide...


*Mehname, hej.22.2001

Yorumlar