VARYANTA EVSANEYA PEPÛKÊ A LI DEVERA GIMGIMÊ

 CÎHAN ROJ

Dîmen: Wikipedia


Sala 2002an de, di Mehnameyê de(hej.22) min varyanta PEPÛKÊ a li devera Gimgimê(li gundê Înaq) nivîsîbû. Bêyî destê xwe bidimê, parve dikim ku wexta min nivîsîbû min zimanê herêmî parastibû:

PEPÛK,

Rokî refekî qîz û bûk terin kerengan. Qîzka yek, birê xwe ê piçûk jî bixwe ra dibe.

Di zeviyê da didin berhev. Qîzik çiqas diçine mêze dike ku tûrê wî vala ye! Li birayê xwe dike rik, dibêjê"hitil mitil te xwari ye. " Birê wî sond dixwe, ad dike, çeeer dike fayde nake. Mêze dike îmkana ku xwe ji destê xanga xwe , xwe xilas bike tune,dibêje"Ê de tu dizanî, de ka zikê min biqelişîne.”

Qîzik bi wî hêrsê ,zikê birê xwe diqelişîne. Mêze dike çi mêze bike tê da heva kereng tune. Dû ra mêze dike ku tûr qul e! Birê wî dimire. Qîzik ji Xwedê rica dike ku bibe pepûk. Di cî da dibe pepûk.

Yorumlar