CİHAN ROJ
Di jiyana gundewarî ya kevneşopî
de, sohbetên li ber dîwaran wekî şevbuhêrkan pir girîng û meşhûr bûn. Ev civat
bi taybetî di bihar û payîza dereng de diqewimîn. Ji bo kal û pîran ev kêliyên
xwezayî yên herî xweş bûn; tavê
germahiyê dida hestiyên wan ên di sarbûna salan de. Li serhed û deverên sar
digotin: “Tav hestiyê mirov germ dike, sohbet jî dilê merivan germ dikin.”
Mijara wan sohbetan, bi piranî,bîranîn bû; zarokatiya
dijwar, rojên leşkeriyê, çîrokên zewacê û serpêhatiyên jiyanê yên ku ji nifşekî
derbasî nifşekî din dibûn. Ji bo ciwan û azevan, rewşa hewayê ne girîng bû. Ew
her demsalê li ber dîwaran diciviyan, bi henek, ken û çîrokan sohbet dikirin.
Di van sohbetan de, kes bi serpêhatiyên xwe, pesnê xwe û malbata xwe didan, an
jî bi kêmaniyên yên din tinaz dikirin da ku xwe mezintir nîşan bidin. Hemû
aliyên jiyana rojane (ji evînê bigire heta pevçûnên piçûk) li wir dihatin
axaftin. Lê tiştekî balkêş hebû; ji wan
gotinan kîn, nefret an dijminahiya mayînde çênedibû. Gotin li wir diman,
dihatin jibîrkirin an jî dibûn beşek ji bîranîna kolektîf.
Li bajarok, navçe û bajaran sohbet
derbasî ser maseyan dibû. Li wir “polîtîkbûn” û qurnaziya bajêrî derdiket pêş.
Tevî ku qurnaziya gundîtiyê hebû jî, qurnaziya polîtîk a li ser maseyan cudatir
û hesabkêştir bû. Mijar êdî ne tenê êl û malbat bûn; tax, partî, rêxistin,
alîgiriya tîmên futbolê, dibistan, dikan û karên aborî jî dibûn alavên pesn û
rexneyê. Her tişt li ser armancekê dihat şikilkirin; an pesnê xwe derxistin an
jî yên din bêîtibar kirin.
Di xwendina min a salên dirêj de,
di kovar û pirtûkên edebî yên biyanî de, min gelek caran dîyalog û dostaniyên
edebî yên nivîskarên li kafeyan dixwendin û vê yekê pir bandor li min dikir. Li
Parîs, Viyana, Buenos Aires an Greenwich Village, nivîskar di kafeyan de li ser
edebiyatê, dîyardeyan, pirsgirêkên estetîk û gengeşiyên fikirî sohbet kirine.
Wan ne tenê pesnê hev dane, bi wêrekiya
medenî, rexne kirine, serkeftinên hev
nas kirine û bi dîtinên xwe, li hev zêde kirine. Dostaniya wan bi edebiyatê re bûye, ne bi
berjewendiyên şexsî. Ji ber vê yekê, dema min di salên 90î de dest bi
nivîskariyê kir, armanca min ew bû ku di edebiyata Kurdî de jî awayê sohbetên
li kafeyan ango sohbetên bi raman, bi tez,
bi dîyarde û bi gengeşiyê ... li şûna sohbetên li ber dîwaran û ser maseyan ên
pragmatîk cih bigire.
Di eslê xwe de, şevbuhêrkên kevneşopî
jî gelekî nêzîkî vê bûn; li wir çand, huner, dîrok û wêje dihatin jiyîn. Lê
mixabin, di gelek karwanî û qadên me de ez hem xemgîn û hem jî bêhêvî dimam.
Zehmet bû ku ev awayê sofîstîke di demek kurt de cih bigire. Gelek kes ji
pragmatîzma edebî zêdetir, bi xisletên etarî (xweberjewendî) û konetiyê
dipeyivin, nêzikahî li edebîyatê dikirin/dikin ku edebîyat qadeke afirîneriyê
ye naşibe tiştên din. Taybetiya herî berbiçav a kiryara etariyê ev e; gotinên
herî spehî û fîşalî bikaranîn, xwe wekî “malê baş bi bihayê erzan” nîşan dan, û
ger pêwîst be deyndariyê wekî alavekê bi kar anîn. Min di romanên xwe de ev
diyardeya “deynê meha nehan” kiribû mijarên hûrguliyan; gundî fîyetê
nedipirsîn, dipirsîn ka bi deynê meha nehan dikarin bikirin an na. Esnaf jî
digot: “Em bi deyn nadin her kesî, lê qedrê te li cem me heye.” Mekanîzmaya
etarî û esnafiya konetiyê, di qada edebiyatê de jî bi şiklên cuda dixebite.
Rewşên wisa di edebiyata cîhanê de çi îfade kirine û çi îfade dikin?
Di dîroka edebiyatê de ev
diyardeya “bazar û pragmatîzm” gelek caran hatiye dîtin û her tim di navbera
afirîneriya rastîn û berjewendiya kurtdem de şer çêbûye. Li Fransayê di sedsala
19an de nivîskarên wekî Balzac û Flaubert li hemberî “bazar”a weşanxaneyan û
entrîkayên salonan şer kirine. Li Rûsyayê Dostoyevskî û Tolstoy li hemberî bazara pirtûkan xebîtîne. Di sedsala 20an de
“Lost Generation” li kafeyên Parîsê (Hemîngwey, Fîtzgerald, Stêynbek) bi
gengeşiyên tund û rexneyên rastîn afirîneriya mezin afirandine, ne bi pesn û
konetiyê. Di edebiyata Latîn Amerîkayê de Borges, Garcia Marquez û Cortazar bi
dostaniyên ramanî û gengeşiyên estetîk şaheser afirandine. Ev nîşan dide ku
gava edebiyat ji bin bandora etariyê rizgar dibe, dibe xwediyê hêza guhertinê;
lê gava etarî serdest dibe, edebiyat dibe alava danûstendina hêz û navan.
Ev rewş, her çiqas wekî serpêhatiyên kesane xuya bikin jî, di eslê xwe
de ji bo edebiyata me tê çi wateyê?
Ew ne pirsgirêka takekesî ye, diyardeyeke
civakî û çandî ya kûr e. Ew îşareta qonaxa derbasbûna edebiyata Kurdî dike; ji
çanda devkî ya gundîtiyê (modela dîwar-mase) ber bi çanda nivîskî ya modern
(modela kafe). Ger em di vê derbasbûnê de bi ser nekevin, edebiyata me wê di
qonaxa amatorî, pragmatîk û girêdayî berjewendiyên kurtedem de bimîne. Ev tê
wateya ku qada edebî ya me hîna serbixwe nebûye; ew hîna di bin bandora
mekanîzmayên civakî yên kevneşopî de ye.
Ji aliyê civaknasiya edebî ve, ev elimîn, hînbûn û sekan dibin sebebê
çi?
Bandora erênî ya sînordar
Carinan ev têkiliyên pragmatîk dibin sebebê
belavbûna navan, çapbûna pirtûkan û piştgiriya piçûk di qada piçûk de. Ev
dikare bibe derfeteke demkî ji bo nivîskarên ciwan.
Bandora neyînî ya kûr
Ew elimîn û hînbûnên pragmatîk
dibe sedema qelsbûna standardên estetîk û rexneyî. Nivîskar fêr dibin ku li
şûna xwendina kûr, afirîneriya rastîn û gengeşiya ramanî, “têkiliyên baş” û
“konetiya li ser maseyan” bi kar bînin.
Encam
Edebiyata “xweşbînî ya derewîn”,
kêmkirina rexneya objektîf, pêşketina “fîgûr”an li şûna “berhem”an û windabûna
nirxên estetîk ên mayînde. Di encamê de edebiyat nikare bi awayekî kûr li ser
pirsgirêkên civakî, siyasî, nasnameyî û mirovî raweste û bibe hêzeke guhertinê.
Roman bereke dema modernîzmê ye;
“bazar” jî di edebiyatê de li gorî vê rastiyê wateyeke xwe digire. Carinan ez
dibim şahidê rewşên wisa ku hin fîgûrên ku qaşo “temsîla” edebiyata Kurd dikin,
heft pehîn li zikê etaran dixin. Dev ji wan berdin; hin kes hestên mirovan,
afirînerî, gotin û pêşniyarên herî taybet ên edebî, bi heman konetiya li ser
maseyan an li ber dîwaran, bi ser navê xwe difroşin! Ez ji bo xwe ne gazin
dikim. Di dawiyê de, ger xebat, xwendin, lêkolîn û nivîs li qadê zêde bikin, ev
tiştekî xweş e. Lê xapandina xwe bi konetiyê ne tenê ziyanê dide edebiyatê,
ziyanê dide xweyîtiya nivîskar jî. Di edebiyatê de ne awayê sohbetên rastgele
yên li ber dîwaran, ne yên li ser maseyan;
sohbetên bi raman, bi tez, bi dîyarde û bi gengeşiya rastîn, wekî yên
nivîskarên afirîner ên cîhanê li kafeyan, divê bibin modela me.
Ji bo afirandina qadeke edebî ya
saxlem, serbixwe, ramanî û li ser bingeha gengeşiya medenî li Kurdistanê
baldarbûnên li hûrguliyan bo başerkirinê
girîng in.
Edebiyata Kurdî ya Bakur, bi
awayek, di qonaxa derbasbûna ji devkî bo
nivîskî, ji amatorî bo profesyonelî de ye. Pirsgirêkên wekî girêdana edebiyatê
bi siyasetê re, pesnê vala di medya civakî de, û kêmîya gengeşiya estetîkî
gerek werin diyarkirin.
Standardên estetîkî û rexneya
objektîf lawaz in û ev yek pêşketina edebiyatê asteng dike.Edebiyat dema bibe
“alava danûstendina hêz û navan” wê winda bike. Ev tespît ji bo hemû edebiyatên
derengmayî (post-kolonyal an piştî-zulmê) rastiyek e.
Nîşe: Edebiyata Bakur û siyaset hîna jî pir bandorê li hev dikin.
Gelek caran rabêj û şêwazên siyasî tên bikaranîn da ku “qezenc” bi awayê etarî
were kirin. Aniha di medya civakî de em dibînin ku hin fîgûr sekanên edebî bi
kar tînin da ku xwe di qada siyasî de bi awayekî “mehsûm” û hesiyar nîşan
bidin. Helbet di her du qadan de terzên “boş” û “beleş” jî hene ku tenê pesn
didin û xwe meşhûr dikin, lê di dîroka edebiyat û ramanê de wê tu carî cihê xwe
negirin.
*Nubihar, hej.176, 2026

Yorumlar
Yorum Gönder