CÎHAN ROJ
Dîmen: Hişê çêkirî...Ji rojnivîska îro:
Dibe ku car caran nivîs çandinî be û meriv jî baran. Heger baran gur be û ba zêde be, dewsa xweşî û geşîyê de wê xisarê bide çandinîyê.
Ew barana gur û bayê zêde, di nivîsê de şexsîbûnên bêkêr in ku em dikarin wekî hestên zêde, ego, tirs, hewla xwe xwenîşandayînê û tevliheviyên dilê meriv bi bîr bixin. A balkêş ew e ku di nivîsevaniya wêjeya Kurdî de carna meriv wê rewşê wekî qelsî û halê bi dafik yê hin qelemên bi cerib jî dibîne…
Di jîyanê de, bi taybetî di karê wêjeyî de( di kêlîya nivîsîn, afirînerî an nirxandinê de ) ger meriv xwe ji wan şexsîbûnên bêkêr dûr bigire û bi halê safî/xweser bimîne, wê wextê baran êdî hûr e û dibe egera gumrahiyê ku afirînerî û nivîs bi taqeta xwe ya herî watedar şikil digire.
.jpg)
Yorumlar
Yorum Gönder