CÎHAN ROJ
“A
muhîm analîzên edebî ên bo metnên min e. Ziman pir muhîm e.”
—
Mehmed Ûzûn
1
Sakoyê Gogol di wêjeya cîhanê de, wekî sembolekê bo tesîr û têkiliyên di navbera metnan de tê bikaranîn.
Di vê nivîsê de,
hewl ew e ji alî çarçoveya analîza wêjeyî û berawirdkirina navxweyî ya
edebiyata Kurdî û cîhanê ve, bi îfadeya Sakoyê Gogol re, bi Yaşar Kemal û
Heciyê Cindî re, balê bidim hin deriyên qedîm yên romana Kurdî. Û ferqeke pir
muhîm ya di navbera Yaşar Kemal û Mehmed Ûzûn de were dîtin. Di dîroka romana
Kurdî de vê tespîta xwe bi dubareyî bi bîr bixim: Heciyê Cindî di warê teknîk,
lêgerîna estetîk û bikaranîna zimanê Kurdî de pêşeng e.
Di nivîsê de min rê li xwe teng nekir, ji lew re îhtimal e ev nivîs di navbera analîza akademîk/rexneyî û ceribandina serbest de cih bigire ku hewla min û referansên min yên herî muhîm xwendinên min in ku bi wî awayî hewl didim tespît û dîtinên min bi her halê xwe bigihijin xwendevanan.
2
Mehmed Ûzûn gotibû em ji sakoyê Yaşar Kemal derketine. Di gelek nivîsên xwe de min her hewl da balê bidim şêwaza romanûsiya Yaşar Kemal ku çavkaniyên şêwaza wî Evdalê Zeynikê û diya wî bûne. Cîyê şêwaza Kemal, ya di navdayîna wî de muhîm e.
“Romanûsiya Yaşar Kemal, çavkaniyên romanûsiya wî, çavkaniyên zengîniya romanûsiya wî, zimanê wî yê romanê û exlebe çavkaniyên şêwaza wî tenê bes e taqet û sebebên zengînbûna û xweserîbûna romana wî bi dosya, panel û gelek lêkolînan bikeve rojeva wêje û romanûsiya me... Min di nivîsên xwe yên berê de jî gotibû û niha jî bi israr dubare dikim; çavkaniyên şêwaza wî bo romana me jî wekî pirûseyekê ne, wekî stêrka ku di şevên tarî de riya keştiyan ronî dike.”¹
Meriv bi rihetî
dikare bêje di meşa romanûsiyê de, di hewla avakirina şêwaza xwe de Mehmed Ûzûn
li ser rêya Yaşar Kemal meşiya ye; çawa Yaşar Kemal ji dengbêjiyê şêwaza xwe
saz kiribe, Ûzûn jî ji vebêjî, xweşbêjî û gotindariya dengbêjan ya li
şevbuhêrkan hewl daye şêwaza xwe bi dest bixe, deng û rengê xwe yê di romanê de
ava bike. Ferqek heye di wê mijarê de: di şêwaza Kemal de aliyê destan û
destanbêjiyê bêhtir li pêş e, Mehmed Ûzûn bêhtir dengê li şevbuhêrkan yê henûn,
hestiyar yê li civatgeriyê esas girtiye.
Aliyê şêwaz û teknîkî ve belê sakoyê Yaşar Kemal li romanûsiya Ûzûn hatiye. Lê bi tevî ziman em dikarin aliyê şêwazê ve jî Heciyê Cindî di van mijaran de bi bîr bixin. Di sala 2009an de min di nivîseke xwe de ev lê kiribû:
“Heciyê Cindî bi hewlek mezin ji alî vegotin û teknîkê ve ketiye nav lêgerînan. Belê, xema vegotina êşan û qewimînan xema sereke bûye ji bo wî lê vegotin û estetîkê ji xwe re kiriye xem. Civatekê bifikirin. Dengbêj kilamekê dibêje. Heciyê Cindî wê kilamê dike pir di navbera xwe û xwendevan de, da behsa qewimînekê bike.”²
Ger em naveroka romana Cindî daynin hêlekê, Cindî aliyê şêwaz, teknîk û bi destxistina zimanê romana modern a Kurdî de bi awayekî balkêş di nav lêgerînê de bûye ku romana wî Hewarî berhemeke hêja û wekî hîmekê ye.
3
Wêje bi ziman tê
kirin. Di romanûsiyê de wekî şêwazê zimanê romanê jî pir li pêş û muhîm e.
Mixabin, em nikarin bi qasî şêwazê bi rihetî behsa taybetiya Kurdîya Mehmed Ûzûn
bikin. Sebebên qelsbûna Kurdîya wî ya di romanûsiyê de hene; min di nivîsên xwe
de destnîşan kiribûn.
Em ji alî şêwaz û lêgerînên Ûzûn de wî wekî yek ji navdarên romanûsiya Kurdî bi rihetî bi bîr tînin; ew ge rû lêgerîna wî û hewla bi destxistina xweseriya şêwaza xwe ya ji tesîra sakoyê Kemal wekî taybetî û rengekî bi xweşî bi bîr tînin, lê bo bikaranîna wî ya Kurdî em nikarin heman tiştî bêjin ku gengêşiyên li ser romana wî jî bi tevî hin rastiyan bi polemîkên cuda jî her bûn mijara nîqaşan ku bê gelo wî romanên xwe pêşî bi Tirkî nivîsîne an na. Bo vê, xwendinên hûr yên analîtîk û bi dîsiplîn yên wêjeyî lazim in bê ka wisa bûye yan na! Bo vê îhtimalên xurt hebin jî ez naxwazim rasterast tiştekî wisa bêjim lê dikarim bi îddîayeke xurt bêjim di romanên wî de tê dîtin ku fikirîna bi Tirkî pir û pir li pêş e.
Di 30.9.2026an de di medya civakî de min nivîsî ku, xwezî Mehmed Ûzûn bigota, "em ji sakoyê Heciyê Cindî derketine". Ew îfade tam jî derheq zimanê romanê de bû ku bikaranîna Kurdî ya di romanê de zimanê Heciyê Cindî, wekî li jor jî bala wê hate kişandin, pir balkêş û xurt e.
Belkî jî Ûzûn bi qasî li ser romanûsiya Yaşar Kemal xebitîbû, li ser romana Heciyê Cindî jî bixebitiya, di nivîs û romanûsiya xwe de bala wî lê ba, belkî bi qasî lêgerîna wî ya alî şêwaz û teknîkî ve, wê Ûzûn alî zimanê berhemdariya xwe ve jî gavên xurttir biavêta.
Helbet hayê wî ji romanûsiya Kurdî hebû lê ez behsa rastiyeke din dikim. Bo nebe mijara polemîkan naxwazim behsa îhtimalekê bikim ku ji ber ku li pey salên du hezaran populerbûn û coşeke pir mezin di Ûzûn de xwe da der û hin îddîayên derî rastiyê di medyayê de cih dan xwe, Ûzûn nexwest romanûsiya Heciyê Cindî bîne rojevê çimkî Heciyê Cindî bi romanûsiya xwe ne meşhûr bû li cîhanê.
Em dibînin ku beriya salên 2000î Ûzûn bi her hûrgilî, bi awayekî rastbîn, bêyî mexsed, li wêje û nivîsariya Kurdî her miqate bûye û di nivîsên xwe de bi her halê heyî, bi awayekî mitewazî behs kiriye; lê li pey wê meşhûrbûn û populerbûnê, rewş guheriye. Em dikarin vê hem alî hestên mirovî ve pêşwazî bikin hem jî ji coşa bêyî kontrol û hewla avakirineke ne mitewazî. Mixabin li pey wextekê, wî bi xwe jî ew coşbûna xwe ya zêde ferq kiriye; ji lew re wexta di hevpeyvînan de pirs jê hatine kirin (pirsên wekî îddîaya "bavê romana kurdî") wî her red kiribe jî, di hevpeyvînên xwe yên di kela coş û meşhûrbûnê de, wî bi awayekî di gotinên xwe de rê dida îddîayên bi wî awayî.
Her nivîskar, her metnên rabirdûyê ji mîrate û kelepora wêjeya me ne. Di wêjeya cîhanê de, wexta em hin portreyan dixwînin, tiştên ku hin nivîskarên meşhûr kirine an jî jiyane bêhtir ecêb, carna dûrî wêjeyê tên dîtin; lê cîhana wêjeyî ne wan seknên wan, jiyana wan an jî îddîayên wan derî wêjeyê, metnên wan esas girtine û digirin.
Ûzûn ji qelemdarên li dû xwe hêvî kiriye ku metnên wî werin analîzkirin û “ziman pir muhîm e.”
Di nivîs û şîroveyên xwe de, bal û hewla min li dîtineke panoramîk û esasgirtina metnên wî bû.
Wekî nîşeyekê bi vê minasebetê dixwazim bi bîra xwendevanên xwe bixim, ceribînên teknîkî û yên şêwaz û bikaranîna zimên yên Heciyê Cindî bo min her balkêş bûn. Taybetî û çavkaniyên şêwaza Yaşar Kemal her di bîra min de ne. Darblêdanên Mehmed Ûzûn yên derheq romana cîhanê de bi qedir bûn. Di romanûsiya xwe de, wî rewşenbîriya Kurd, wekî qedrê takekesî û jiyana modern derxistin pêş, ew bo min balkêş bû.
Wekî mîrateya wêjeya cîhanê, hin hûrgiliyên wêjeya me ya devkî, ev tesîr û yên wekî van tesîran bo min sako ne ku li gorî min îfadeya Sakoyê Gogol darblêdana pêşengtiya xurt e, ne ew e ku meriv di romana modern/postmodern de wê îfadeyê bi qinet û çarçoveyên teng re derbibe; çimkî di vê zeman û dewranê de di romanê de sako mîrateya wêjeya cîhanê û mîrate û rengê berhemdariya zimanan e.
Wekî nîşeyên li kêlek vê nivîsê, mixabin, wekî gelek qadan, di qada wêjeyî de jî polemîk, qalib û klîşe, gotinên ji panoramayên magazînî an jî gengşiyên teng, sayakî jî tên xwendin. Li hêla din jî, çi bi tez û nivîsên akademîk be çi jî bi şîrove, analîz û nirxandinên bi lêkolîn, bi ked û bi dîsiplîn bin, îro ro nivîsên cuda her diçin pirtir dibin.
Helbet, wê di van pêvajoyan de, hestiyariya hin mirovan carinan bibe sebeb ew hesas bin, li xwe bigirin, belkî carinan bixeyîdin. Normal e, lê derî rê û rêbazên edebî, profesyonelî û zanistî wekî din tu sekan me nabe cihê xwe.
Behsa şîrove û
gotarên bi tevahî serbest nakim ku ew bi dîtin, bi çavdêrî, bi şahidî û
şîroveyên takekesî reng digirin. Ew gotar jî pir bi qîmet in çimkî dîtin û
hûrgiliyên her xwendevan, nivîskar welew rexnegirî dibin sebebê berfirehiya
dane û referansan û bi wî awayî wê bergeha nivîsevanîya me berfirehtir bibe.
1.Zimanê Yaşar Kemal, Ferhenga Yaşar Kemal û Ferhenga Yaşar Kemal a Kurdî (Nûbihar, 2018) / Romanûsiya Yaşar Kemal û Romana Kurd, li ser rêya modernîzebûnê Edebiyata Modern a Kurdî
2.Diyarname, 2009
“
Yorumlar
Yorum Gönder