CÎHAN ROJ
Dîmen: Ji medya civakî hat girtin.Hêja Şêxmus Kurt li ser ehsabê xwe yê Xê xuya kir ku pirtûka pola 5an ya Kurdî - Kurmancî hatîye parvekirin .Min li ser hesabê xwe not û nîşeyên xwe yên kurt ên ji xwendineke sayakî parve kirin, kerem kin:
Dest û dil xweş bin...
Bi çavlêgerandineke sayakî çend rexne û dîtinên baş:
Peyvek ku di hişmendî, mehne û jiyana zimanekî ya gelemperî
a warên ilmî û ramyarî de cî dabe xwe midaxele şaş in.
"okul" alî
mehneyê ve berfirehtir e. Di Kurdî de "dibistan" li ser wan mehneya
cî daye xwe. Ekol-okul tenê ne cîyê xwendinê, wekî mekan cîyê perwerdehî, civakî,
zanyarî û afirînerî yê ne jî.
“Xwendingeh" tenê cîyê xwendinê tîne hiş wekî
"kitêbxane"!
“Hatûçû" jî têra mehneya "trafîk"ê nake ku tê
de rêxistin, rêgez, ewlehî, herikîn û hwd. jî mijar in.
1.Li çîroka Tirkî a li pey avakirina komarê meriv miqate be
wê meriv bigihije gelek encamên sotîner û ecêb yên trajîk komîk ku ji bo Kurdî
jî ew ceribîn wê balkêş bin!
2. Bi dehan salan di mamostetiyê de bi awayek zindî bûm
şahid bê peyv, mehne û derfetên peyvan di hîndekarî, perwerdehî û afirînerîyê
de çiqas muhîm in. Têkiliya bi zimên re di heman demê de yek ji rastiyên
şikilgirtina karekter û baweriya bi xwe ya zarokan e ku peyv û metn di
şikilgirtinê de bi bandor in.
3.Wekî şayîr û romanûsekî jî gotinên min hene helbet lê îcab
nake...
Gotina “Bi pirsê meriv diçe Xursê” ji alî rêbazê ve xweş esas hatîye girin, şêwaza
emirber zêde derneketîye pêş.
Rasterast xîtaba xwendevan ya ku tê de hurmetê jî dide der tê
hîskirin û balê dikşîne ku di metnên dersê de pir û pir muhîm e; zarok xwe wekî
takekes hîs dikin di xwendina wetnên wisa de; îfade zêde ne hîsdar û fîşalî ne,
têkiliyeke xwezayî û ya normal bêhtir tê hîskirin ne zêde hîsdar û ne jî îfadeyên serdest û otorîter...
Nîşe: Li pey parvekirina min hêja Şêxmus şîroveyên xwe lêkirin:

Yorumlar
Yorum Gönder